
Romana nivîskarê girtî Mahmut Yamalak a bi navê Tarîderya ku ji Weşanên Aramê hate weşandin ji her alî ve berhemeke giranbuha ye. Li ser çend mişkuleyên biçûk ên di aliyê redaksiyon, rêziman, tîprêzî û teknîka weşangeriyê de dikare hin tişt bên gotin. Lê çi ku zehmetiyên nivîsandina li zîndanê dizanim, naxwazim behsa wan tiştan bikim. Jixwe sedema min roman bi derengî xwend jî şertên zîndanê yên navborî bûn.
Mebesta min ew e ku ez naverok û mijarên balkêş ên Yamalak di berhema xwe de raxistine ber xwendevanan bi bîr bînim. Belê mijara esasî ya pirtûkê mişextî û koçberiya ber bi welatên Ewropayê ve ye. Çêtire ku bê gotin 'Tarîderya' trajediya penaberiyê ye. Lê di nava vê babetê de nivîskar bi taybetmendiyên lehengên ku afirandine pêlî gelek pirsgirêk û birînên me kiriye. Bi taybetî derûnî û hestên ku di nava şer û aloziyê de peyda bûne wekî tevnekê fesîh bi hostehî hatine hûnandin.
Yek ji wan mijaran jî derûniya zindanê û dîlgirtiyan e ya ku heta hetayê di jiyanê de derdikeve pêşberî wan. Ji bilî vê mijarê roman gelek birîn û êşên civakî di nava xwe dihewîne. Lê du mijarên ku hêjayî nirxandinê bala min kişand.
Newa û zimanê dayikê
Ji vê gotinê qesta min ne zimanê ku di romanê de hatiye bikaranîn e. Nexêr. Ez behsa awaz û newaya Kurdî dikim. Lêgerîna Marîa ya ku di emrê xwe yê biçûk de li perava Îtalyayê bêhiş hatiye dîtin û paşê jî wekî rahîbeyeke îtalî hatiye mezinkirin bi bîhistina newayekê kurdî dest pê kiriye.
Marîa êdî jineke 20 salî ye û ji ziman, welat, malbat û navê xwe yê di dema zaroktiyê de bêxeber e. Yamalak wekî dixwaze bîne bîra me ku mirov bi newayên zimanê dayikê digihije heqîqeta xwe, serpêhatiya Marîayê û vegera wê ya li binhîşê zaroktiyê bi bîhistina newayekî dide destpêkirin. Jixwe wisa ye. Mirov bi gotinê hişyar dibe û bi ziman diherike cîhana li derveyî xwe. Çawa ku ziman riya diyarkirina haletîruhiyeya însan e, her wisa jî mifteya kîlîda serboriya dilê mirov e.
Her mirov ji bo ku dengekî jidil ê hevaltiyê bibîhîse guh dide derdorê û gerdûnê. Lê carna qet ne hewceyî guhdarîkirinê ye ji bo bihîstina wî dengî. Ew deng û awaz bi xwe tê, xwe digihîne binecihiyê û li xwediyê xwe dialiqe.
Di rewşeke wisa de bi taybetî jî penaberên ku bi xerîbiya welat diqehirin gava ku wî dengê dost dibihîsin, xwe ji wan diranên dirindeh ên bişaftinê rizgar dikin. Ruha li mişextiyê ji bedena biyanî bar dike, li ba dikeve û xwe digihîne welat. Dibe ku ji ber vê rastiyê be Mahmut Yamalak jî bi awazeke kurdî ya Marîayê li kolanên Îtalyayê bihîstî, berê wê dide serborî, welat û pêşeroja wê ya winda û jibîrkirî. Bi vê wesîleyê Marîa pê dihese ku berê ew keça Kurd Siya bû.
Kurd û desthilatdarî
Bi min mijareke din a girîng a romanê jî desthilatdarî ye. Nivîskar ji bo ku xirabî û hovîtiyên desthilatdariyê raxîne ber çavan wekî mekan keştiyeke ku di nava Derya Spî de bêsemyan maye bijartiye. Bi ya min ev tercîh metaforek e. Penaberên di keştiya bêmuretebat de di nava deryayê de mane, girse an jî civakeke bêçare ya di di rewşa kaosê de tîne bîra mirov. Ev ne tercîheke belasebeb e. Çi ko keştî di nava deryayê de ye, cîhaneke ji hemû bandoran dûr e. Yên tê de ji neteweyên cuda bin jî hemû wekî hev in. Ango ewên feqîr û belengazên in û her tim ji aliyê zordestan ve hatine tepeserkirin.
Lê di rewşa bêçaretî û kaosê de Zekî derdikeve pêş û ewilî rêwiyan qaneh dike ku hewcedariya wan bi rêveberiyekê heye. Ji bo vê yekê jî xwe li hincetên xetereyên wekî noqîbûnê, birçîbûnê û bêpergaliya di nava rêwîtiya digire.
Mirov aşkera dibîne ka di rewşa felaketê de çawa desthilatdarî wekî pêwîstiyekê tê avakirin û civak şûna mirinê çawa bi tayê tê qayîlkirin. Ya balkêştir jî ew ku her ferdê di keştiyê de jidil bawer dike ku hewcedariya wan bi desthilatdariyeke wisa heye. Ewilî kar û bar tên organîzekirin. Alozî tê kêmkirin. Paşê? Paşê wekî aqûbeta hemû desthilatdariyan zilm dest pê dike. Derfetên baş, konfora xweş dibin para rêveberan. Ên dijber bi destê alîgiran tên berterefkirin. Civak tê parçekirin. Ji ber ku Zekî kurdek e, mirov dikare vê dîmenê wekî azmûna Kurdan û desthilatdariyê jî binirxîne. Encama vê azmûnê kerasat û hêvîkuj e. Di vê azmûnê de em ji nû ve fêm dikin ku ger zîhniyeta demokratîk bihecih nebe, em çawa dikarin bişibin dijminê xwe? Yamalak bersiva vê pirsê jî raxistiye ber çavan.
Marîa ango Siya wiha bersivê dide pirsa ‘Hûn çawa ketin nava wê şîdetê?’ ya Ferman; “Ên bûbûn rêveberên keştiyê, hestên me ji me dizîn. Bi pêkutî û kuştinan em elimandin şîdetê. Di dilê me de cihek ku nefetihkirî nehiştin. Di her tewanên xwe de ewilî piştevanên xwe li dora xwe civandin û paşê ewên ku nikarin li hemberî wan rabin. Dizanibûn ku însanên serîtewandî bi hêsanî dibin piştevan.”
Di zîndanê de asta wêjeya şoreşê
Peyama nivîskar jî ev e; wehşê desthilatdariyê yê dixwaze derdorê bixe bin bandor û kontrola xwe li hincetan digere. Dijminahî, xetere û kaosê bo xwe dike behane. Yamalak ligel salên dirêj ên zîndanê jî bi asoyên fireh ên hizrî li gelek pirs û pirsgirêkên civakî dinihêre. Ji bilî van aliyên ku min destnîşan kirin, nivîskar gelek mijarên din ên ku raste rast derûniya zindanê nîşan dide bi zimanekî rexneyî aniye ziman. Ev roman nîşan dide ku ligel hemû bêdereftiyan jî wêjeya şoreşê di zîndanan de gihiştiye asteke qedirbilind. Romaneke ku hêjayî xwendinê ye.
Bo xwendevan nîşeya dawî: Tarîderya – Mahmut Yamalak (Weşanên Aram)
TAYIP TEMEL