
Li navçeya Şirnexê Cizîrê bi pêşengiya KURDÎ-DER'a Cizîrê li salona mala mamosteyan panela "Ziman û Zargotinê" bi tevlî bûna gelek welatiyan hate lidarxistin. Di panelê de Egîtîm-Sen, TTB, ÎHD, MEYA-DER û rêxistinên HDP û DBP'ê amade bûn. Panel bi axaftina moderatorê panelê Yunis Das ve hat destpêkirin. Das piştî mêhvanên panelê, Bahoz Baran û Eşref Keydanî bi kesên tevlî panelê bûn dan naskirin û li ser giringiya zimanê Kurdî sekînî.
´Bişavtin nexweşiyek e´
Nivîskar Bahoz Baran diyar kir ku bişaftin nexwşiyek e û wiha got:"Gelê me hêdi hêdi ber pişavtinê ve diçe. Pişavtin nexweşiyek e. Hêdi hêdi mirovan digire nava nexweşiyê. Pêwîst e em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê me hebûn û rûmeta me ye. Pêwîst e em di nava jiyana xwe de bi Kurdî baxivin û zimanê xwe bidin jiyan."
Piştî axaftina Baran, nivîskar Eşref Keydanî jî bal kişand ser dewlemendiya folklora kurdî û wiha axivî:"Zimanên biyanî sekna mirovan diguherine. Mirov bi zimanekî biyanî biaxive mirov ji çanda xwe jî dûr dikeve. Zimanê zarokên kurda yê yekemîn divê Kurdî be."
Pşti axaftinan panel bi pirs û bersivan dawî bû.
DÎHA / ŞIRNEX