Her çendî her rojên meha reşemehê wek navê wê reş girêdayî ye jî, di vê mehê de jî rojeke xweş heye. Ango rojeke vê mehê ji bo heyiya pîroz „ziman“ hatiye veqetandin. Belê ev roj 21 ê Reşemehê ye û ev roja zimanê zikmakî /dayîkê ye. Ev roj bi aliya saziya navnetewî, ya bi navê „Rêxistina Zanistiyê û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekgirtî“ (UNESCO) ve di sal 1999’an de hate îlankirin. Divê mirov rastiyekê bi bîrbîne; her çendî saziyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ev biryar girtibe, di warê pratîkê de tu bandora xwe tune.
Dema mirov bi boneya vê rojê pirseke wiha bike, li gor boçûna min dê ne şaş be: „Ma ziman mirov kiriye mirov, yan mirovan ziman kiriye ziman?“ Bêguman têkiliya mirovbûn û ziman, yan jî ziman û mirovbûnê têkiliyeke xwerû û têkel e. Ku mirov ne di heredariya afirandina ziman de bûya, dê hîç negîhîşta vî asta mirovbûnê. Wek mînak; her çendî meymûn bi teşeyê xwe ve hinek dişibe mirovan jî, lê ji ber ku ne xwedanê heredariya afirandina zimanekî ye, di nava alema ajalan de maye.
Ji ber vê rastiyê jî, ziman hebûna mirovan e. Zimanê mirovan jê standin, ajalkirina mirovan e. Li zimanê xwe xwedî derketin, bi kurt û kurmancî mirovbûn bi xwe ye. Lema jî her êriş û qedexeyên li ser ziman, rasterast êrişa li ser hebûna mirov e. Jiwê jî li zimanê xwe xwedî derketin, mirovbûn bi xwe ye. Dibe ji vê be, di hemû bawerî û olan de ziman wek heyîyekê xwedayî tê pejirandin û pîroz e. Ev di pirtûkên pîroz, Avesta, Tewrat, Încil, Quranê ûyd. de jî wiha ye. Zanyar û zanistî jî di nava vê aspektê de nêzîkê ziman dibin.
Dema mirov di nava vê çarçoveya mirovbûn û pîroziyê de li ziman binêre, bi hêsanî dikane bibêje ku mirovên êrişê zimanên bindest dikin, yan jî qedexeyan datînin pêş zimanan, ne mirov in, li wan tevahiya hestê mirovbûnê miriye, ew di dilqê lawiran de ne. Kesên wek Bulent Arinc ên berpirsiyarên dagirkeran e, ji xwe ji mirovbûnê bêpar in, mirovên xwînxwar in. Tew hewce nake ku mirov gotinekê jî li ser wan nekesan bibêje.
Li gor zanyar û statistîkên navnetewî di navbera 4000 û 6000 î de ziman û zarava hene, lê zêdetirê nîvê van ziman û zaraveyan li ber mirinê ne. Li gor lêkolînên zanistî yên dawiyê, ku di zimanekî de xwendekarên wî zimanî ji sedhezarî kêmtir be, ew ziman bi talûkeya têkçûnê re rû bi rû ye. Dema mirov di nava  pîvanê vê danezanê de li zaravayên Kurdî (kurmancî, kirmanckî, hewremî, lûrî) dinêre, dibîne ku xwendekarên van zaravayan li dora deh hezarî jî nîne. Ev jî talûkeya têkçûnê nîşan dide.
Di vir de rola mezin dikeve ser milên me endamên netewa Kurd. Divê em li benda destûr û azadiyan ranewestin, bixwe li zimanê xwe xwedî derkevin, hem her derfetên perwerdeyê ji bo zimanê zikmakî bikarbînin, hem jî bi kelecanê derfetên perwerdeya zimanê zikmakî bi destên xwe biafirînin. Divê em vê wek li mirovbûna xwe xwedî derketinê têbigihîjin, vê biguhezînin seferberiyekê. 
Ji ber ku zimanekî di pêvajoya bi hezaran salan de pêk tê. Di nava her zimanî de, çand, sinc, azmûn, bawerî û hemû nirxên wî gelê ku ew ziman afirandiye heye. Li wî zimanî xwedî derketin, li dîrok û çanda xwe, li nirx û sinca gelê xwe xwedî derketine jî. Ji zimanê bav û kalên xwe  revîn jî; rasterast heramzadetî ye. Lew re ev tê wateya ji bav û kal, ji dê û dapîra xwe, ji nijad û nirxên xwe yên bingehîn revînê. Lema jî heramzadetî ye.
Bi taybetî jî divê ciwan li rastiya xwe xwedî derkevin. Bala xwe bidinê Tayîp Erdogan ê bi hemû hêza xwe û şurakaya xwe ve êrişê zimanê Kurdî dike, ji ciwanên tirk jî vê dixwaze: „Xwediyê doza ziman, ol û kîna xwe bin!“ Wê çaxê çime em xwedî li ziman û rika xwe ya ber bi azadî û serxwebûnê dernekevin. Ma çiyê me ji wan kêmtir e?
Bi taybetî ji di warê perwerdê de, girîngiya ziman derdikeve pêş. Bi zanistî hatiye îspatkirin ku zarokên li gor salên xwe bê kêmasî zimanê dayîkê bi kar bînin, di zimanên biyanî, di hemû dersên xwe de, bi giştî di jiyana xwe de serkeftî û bi xwe bawer dibin. Lê zarokên zimanê zikmakî baş nizanibin, hê di ser de jî ji wê şerm bikin, di tevahiya jiyana xwe de, bêbawer in û tu carî nagihîjin serkeftinan. Ango têkiliya zimanê zikmakî û serkeftina di jiyanê de sedî sed bi hev re heye. Ji ber ku em Kurd bi zimanê xwe nehatine perwerdekirin, lema rewşa me ya xwebaweriyê xirab e û her kes dikane li ser me bilîze.
Dema em bikanin di rastiya van destnîşankirinan de li zimanê xwe, li wateya zimanê dayîkê xwedî derkevin, gava em li zimên xwedî derketin wek li mirovbûna xwe xwedî derketin têbigihîjin, dê azadiya me jî gelek nêzîk be û di jiyana me de jî, xwebawerî û pêşketin pêk were. Lema jî ez bi dil û can tevê vê durişmeyê dibim: „Bê ziman jiyan nabe!“ Yan jî: „jiyana bê ziman ajalti ye!“