Nûvedaniya mirovatiyê ya herî girîng û sereke ziman e. Ji ber ku her ziman  pêşî di malzaroka dayikê de û bi dayikê destpê dike her ziman zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê, pergal û sazûmana pêşî  ya zanîn û civakîbûna mirovahiyê ye jî.  Kom, komiçk, qebîle qewm û êlên dîrokî û gel û neteweyên îro hemû bi saya zimanê dayikê gihîştine heyamekî. Hemû civat û civakên dîrokî  hebûna xwe ya çandî û arizî bi riya zimanê dayikê parastine.   

Ji ber ku mijara me zimanê dayikê ye; divê em bi tayî têkilî “21’ê Reşemiyê”  ku ji hêla  Rêxistina Perwerde, Çand û Zanînê Ya Neteweyên Yekbûyî-UNESCO’yê ve  wekî Roja Zimanê Dayikê Ya Navneteweyî” hatiye qebûlkirin, bibin û peyre jî wate û girîngiya zimanê dayikê û girîngiya wê rojê li gorî bîr û boçûnên xwe rave û şîrove bikin.   

UNESCO ji bo piştgiriya pireçandî û pirezimaniya cîhanê, sala 1999’an  roja 21’yê reşemiyê wekî; “Roja Zimanê Dayikê Ya Navneteweyî” îlan dike. Bi rastî çîroka vê rojê,  çîroka  Tevgera Zimanê Dayikê ye. 


Çîroa 21’he Reşemiyê

Di 21’ê Reşemiya sala 1952’an de di navbera xwendekarên zanîngehê yên Bangladeşî ku ji bo tevgera Zimanê Bengalî tevdigeriyan û dixwestin zimanê Bengalî jî li Pakîstanê wekî zimanê fermî were qebûlkirin û polêsan de lêkdanek mezin pêk tê. Di vê lêkdanê de gelek xwendekarên Bangladeşî ji hêla polêsan ve tên qetilkirin. Bu vê egerê ev roj (21’ê Reşemiyê) wekî “Roja Zimanê Dayikê Ya Navneteweyê” tê pejirandin û pîrozkirin. Bi rastî kesên ku vê rojê bibîr tînin û pîroz dikin, cîhaneke pirezimanî û piraçandî diparêzin. Belê ji ber xetereya windabûna gelek  zimanên  dinyayê bi fikar in. Agahiyên UNESCO’yê jî vê yekê diselmînin 


2473 ziman di xetereyê de ne

Li gorî agahiyên UNESCO’yê, di dinyayê de 2 hezar û 473 ziman di nav xetereyê de ne û bi tunebûnê rû bir û mane. Li Tirkiyeyê jî heman 18 ziman di nav vê xetereyê de ne û bi tunebûnê rû bir û mane. 

Unesco vê xetereyê wekî sê pileyan bi vî awayî kategorîze dike û dibêje:

Zimanên ku di xetereyê de ne: “vulnerable” (şikestî)   

Zimanên ku aşkera di xetereyê de ne “definitely endangered”  

Zimanên ku hetabêbes di bin xetereyê de ne “critically endangered” 

Zimanên ku bi tunebûnê rû bir û mane “severly endangered”


Zimanên ku di xetereyê de ne: “Vulnerable” qurfbar/şikestî   

Ev ziman, digel ku ji hêla gelek mirovan ve tê axaftin, ji ber ku di nava sînorê mal û malbatê de dimîne zêde pêşve naçe û nifş bi nifş dimehe û winda dibe. 

Zimanên ku aşkera di xetereyê de ne “definitely endangered”

Zimanên ku ji bo zarokan wekî zimanê dayikê tên dîtin belê di qada perwerdeyê de nayên bikaranîn, bi awayekî aşkera di xetereyê de ne.

Zimanên ku hetabêbes di xetereyê de ne “critically endangered” 

Zimanên ku di jiyana rojane de qet îtîbarê nabînin, tu ber û berhemên wan ên nivîskî nemabin  an winda bûbin, hetabêbes di xetereyê de ne.

Zimanên ku bi tunebûnê rû bir û mane “severly endangered”

 Zimanên ku tenê ji hêla kesên navser û extiyar (kal û pîran) ve tên axaftin, bi tunebûnê rû bi rû mane.      


Pira di navebar doh, îro û sibe de

Bi rastî jî gava ku mirov dêhna xwe dide jiyana civakên dîrokî û şaristaniyên kevnar, hemû xwe dispêrên ber û berhemên nivîskî. Û ew ber û berhemên nivîskî yên ku bûne sedema pêşveçûn û geşedaniyên zanyarî, olî, felsefî û ramyarî jî dîsa bi saya zimên pêk hatine.      

Divê ziman tenê wekî navgîneke ragihandinê an jî alava derbirîna hest û hizrên mirov neyê dîtîn. Her wiha ew, rêber û rêşanderê hemû nifşên mirovahiyê yên çûyî,  îro û yên bê ye jî   

Ji bo wê ye ku hemû dûgel û pergalên civakî di makeqanûnên xwe de behsa ziman û zimanê dayikê dikin. Baş tê zanîn ku ziman, her wextê û di her şert û mercên dijwar de her gav wekî hêmana herî xurt a yekîtî û pevrebûna civakê û parastina nirxê wê yê çandî û dîrokî hatiye dîtin.  


Çavkaniya ziman dayik e

Ziman, bi ked û hilberînê destpê dike. Ked û hilberîna rastîn jî bi dayikê dest pê dike. Lewre xweza û xisûsiyeta dayikê (jinê) bi serê xwe kana ked û hilberînê ye. Dayika mirovahiyê jin bi xwe ye. Her wiha,  mamsoteyê zimanê mirovahiyê jî dîsa dayik e ango jin e. Her dayik, bi welidandina xwe re mirovekî/ê ango heyinê herî aqildar diwelidîne. Ziman, fêrî wî/wê dike. Digel ziman, xwarin û vexwarinê, rabûn û rûniştinê, ken û girî û şîn û şahiyê jî fêrî însên dike. Her çendî ku ked û hilberîna jinê ji hêla mêr û hêzên desthilatdar ve neyê dîtin û pejirandin jî, heqîqet  ne wisa ye. Dayik (jin) xwediyê kedeke pir mezin e. Keda dayikê, hilberîn bi xwe ye. 

Carekê ked û hilberîna dayikê kedeke bêhinkûf e. Tu ked, bi qasî vê kedê giranbuha nabe. Pile û pîvan ji keda dayikê re nîn e. Degera keda dayikê ne tê pîvan û ne jî tê wezinandin.     

Her dayik, ji ber dayikbûna xwe kedkar û fedakar e. Ked û fedakariya wê di ber zarokên wê û her wisa di ber tevê mirovahiyê de ye. Dayik, afirînera civakê ye. Her mirov  bi saya ziman û perwerdeya dayikê beşdarî nava civakê dibe. Di binhega civakîbûnê de jî dîsa keda herî mezin, keda dayikê ye. Keda wê her gav ji hêla mêr û pergala desthilatdar ve hatiye/tê mandelekirin.  


Zimanê dayikê dilovan e 

Zimanê dayikê bi qasî xwezaya dayikê adan û dilovan e. Behre û xwezaya dayikê têra hemû nirx û hêjahiyên mirovî dike. Ji bo wê, her dayik misteheqê rêzdarî, hezkirin û rûmetdariyê ye. Şayanî rênasî û pêşengiyê ye. Liyaqî serxwebûn û azadiyê ye. Fedakariya dayikê, di ser hemû nirx û hêjahiyên mirovahiyê re ye. Lewre  her dayik keda xwe ya bêhempa fedayî dahatûya mirovahiyê dike. Yek jê jî zimanê wê ye. Û ew zimanê ku dibe egera hebûna her mirovî/ê û her civakê, berhema wê bi xwe ye. 

Ziman liv û tevgerê diyar dike

Di navbera  liv û tevgên mirov û zimanê dayika mirov de têkiliyeke xurt heye. Di navbera zimanê dayika mirov û hest û hizrên  mirov de têkiliyeke pir xurt heye. Di navbera zimanê dayika mirov û vîn û bîra mirov de têkiliyeke pir xurt heye. Heta di navbera zimanê dayika mirov û kesayetiya mirov de têkiliyeke pir xirt heye. Wekî  ku helbestvan û ramanwerê Elmanî Goethe jî dibêje “ziman nîvê neteweyekê ye” û ziman jî bi saya dayikê pêk tê, wê çaxê dayik, zimanê mirov û ziman jî neteweya mirov bi xwe ye. Çimkî her mirov pêşî bi saya dayika xwe bi ziman dikeve. Û her civak jî bi saya ziman di be netewe. Wê çaxê meriv dikare bibêje, dayik, nîvê hebûna mirov e. Çima nîvê hebûna mirov e?


Zimanê dayikê mîna şîrê dayikê ye

Carekê sê tiştên girîng ên ku divêtiya wan tu carî nayê nîqaşkirin belê tenê bi dayikê re peyde dibin, hene:

- Şîrê dayikê

- Zimanê dayikê

- Hezkirina dayikê

Li gorî lêkolîn û dahûrandinên zanistî û cerbanên jiyanê, ji bo zarokekî/ê tu qût (xwarin û vexwarin) bi qasî şîrê dayikê girîng û fêdedar nabe. Zaroka/ê ku ji şîrê dayika xwe têr nebe heta dawiya temenê xwe dê ji hêla xwedîkirinê ve di bedena wî/wê de kêmaniyek xwe bide der. Û dê ew kêmanî her gav û bi her awayî xwe di bedena mirov de wekî hewcedariyekê bide hisandin. Belê zarokên ku ji şîrê dayika xwe têr dibin, li gorî zarokên kêmşîr an jîrkuj, hê bijûntir û bi xwîn û goştir in.  Ji ber ku zarok ji bedena dayika xwe pêk tê, tu tişt bi qasî şîrê ku ji bedena dayika wî/wê dinime,  sûdewar nabe. Şîrê dayikê ji bo her zarokî/ê qûtê xwezayî yê herî pak û paqij û xwireka herî safî û zelal e. 


Pêwendiya yekem bi jiyanê re

Dîsa li gorî pispor û zimannasên dinyayê, ji bo zarokekî/ê tu ziman bi qasî zimanê dayika wî/wê girîng û watedar nabe. Lewre zarok hê di malzaroka dayika xwe de fêrî vî zimanî dibe. Zimanê ku bi livketina mirov destpê dike tenê zimanê dayikê ye. Dayik xwezaya zarok bi xwe ye. Pêwendiya navbera zarok û xwezayê ya sereke bi zimanê dayikê dest pê dike. Pêwendiya navbera zarok û jiyanê ya sereke bi zimanê dayikê dest pê dike. Pêwendiya zarok û civakê ya sereke bi zimanê dayikê dest pê dike. Ji bo wê zimanê zarokê yê bingehîn jî zimanê dayikê ye. Zarokê/a ku zimanê dayika xwe baş fêr nebe, nikare tu zimanê din baş fêr bibe. Zarokê/a ku ji zimanê dayika xwe dûr ketibe, nikare bi awayekî rastîn nêzîkî tu zimanên din bibe. Zarokek ji dayika xwe were bidrûxistin dibe ku zimanekî an çend zimanên din fêr bibe. Dibe ku dikaribe baş bikar bîne. Dibe ku baş fêm bike û têbigîêhje jî. Belê tu zarok (ango mirov) nikare tu zimanî bi qasî zimanê dayika xwe bilêv bike. Jixwe zarokê ku ji dayika xwe hatibe bidûr xistin, hem ji şîrê dayika xwe û hem jê ji zimanê dayika xwe bêpar dimîne û kêmaniya herduyan jî  di beden û jiyana xwe de bi giranî dihisîne. 


Hêza zimanê dayikê ji hezkirina dayikê tê

Her wiha li gorî derûnînas, pedagog û psîkologên vê dinyayê, zarokên ku ji hezkirina dayika xwe bêpar bimînin heta dawiya umrê xwe di nava depresyon û derûnîyeke neyinî de dijîn û  tu carî bi ser xwe ve nayên. Hezkirina dayikê jî bi qasî şîrê dayik, bi qasî zimanê dayikê xwezayî û xwerû ye. Ji ber ku tu kes nikare bi qasî dayika zarokê ji zarokê hez bike,  tu hezkirin dewsa hezkirina dayikê nagire. Der barê vê yekê de gelek bûyer û daneyên berbiçav hene. Zarokên ku ji dayika xwe bidûr dikevin, ji tehma jiyanê bidûr dikevin.  Zarokên ji dayika xwe diqetin, ji hemû erêniyên jiyanê diqetin. Zarokên ku dayika xwe winda dikin, li gorî temenê xwe rûxanên pir dijwar dijîn Di binhişîn û derûniya wan de gelek rûxan, tahrîfat û texrîbatên mezin pêk tên.  Bandora rûxan û texrîbatên ku di derûniya zarokê de pêk tên, li gorî temenê wî/wê (salên wî/wê) diguhere. Temenê zarok çiqasî biçûk be (motacî hezkirinê be) rûxanên ku di derûniya wî de pêk tên jî ew qasî mezin dibin. Li gorî bidestxistin û daneyên zanistî, zaroka ku di pitikiya xwe de bê dayik mabe, heta dawiya temenê xwe biqidûm, xemgîn û bêmiraz dijî. Di têkilî û hevahengiya civakî de jî bi gelek pirsgirêkan re rû bir û dimîne. 


Ziman maka jiyanê ye

Zimanê dayikê hem wekî navgîneke ragihandinê ya bivênevê û hem jî wekî asêgeh û parêzgeha çand, dîrok, bîr, vîn, raman û zanyariya civakê ye. Îro zargotin, stran, efsane, destan, çîrok, çîrvanok,  methelok, dilok, gotar, qinik, cil û berg, xwarin, vexwarin û gelek nirx û hêjahiyên çandî bi saya zimanê dayikê hatine parastin. Zimanê dayikê, ne zimanekî çîkirî, pêkhatî an jî mekanîk e. Zimanê zikmakî bi qasî xwezaya jinê û şîrê dayikê resen, pak û paqij, xwerû  û xwezayî ye. 

    Zimanê dayikê ji hêla dayikê ve rasterê bi têkiliyên dayikê û xwezayê ve girêdayî ye. Dayik hem tekane avakar û afirînerê jiyana zarok (mirov) û hem jî fêrker û perwerdekara zimanê zarokê ya sereke ye. Bi rastî afirîner û fêrkerê hemû zimanan dayik e. Mamsote û perwerdekarê civakê yê sereke jî dîsa dayik e. Kana hemû zimanan zimanê maderî ye. Zimanê maderî, kan û maka hemû zanîn û zanyariyên civakî ye jî. 

Ji bo wê, divê parastina zimanê dayikê ne wekî fanteziyekê; wekî hewcedariyeke bingehîn a jiyanê were dîtin.  



ADAR JIYAN