Pisporên Zanîngeha Wurzbûrgê (Elmanya) du lêkolînên cuda li ser mijarê kirin. Pisporan di vê çarçoveyê de li giriyê 97 pitikên li Elmanya, Kamerûn û Çînê ji dayik bûne, koliya. Pisporan giriyê destpêkê yê 42 pitikên ji gelê Nso yê li rojhilatê Kamerûnê û Elmanyayê û 55 pitikên li Çînê ji dayik bûne anîn pêşberî hev.


Di dema zikê dayika xwe de

Di encama lêkolînê de derket holê, ku tona girî ya pitikên li van welatan nû ji dayik bûne, ji hev gelekî cuda ne. Hat ragihandin, ku ev rewş bi cudahiya zimanê dayikê yê pitikan re dikare bê vegotin.

Li gorî vê lêkolînê, pitik hê ji dayik nebûye, dema di zikê dayika xwe de zimanê dayikê qebûl dikin.

Li gorî heman lêkolînê, asta tona herî bilind û herî nizm a giriyê pitikên li Çîn û Kamerûnê, li gorî pitikên li Elmanyayê zêdetir e. Di heman demê de, di demeke kurt de zûtir digirîn û zûtir aş dibin.

Sala 2009’an jî pitikên nû li Fransa û Elmanyayê ji dayik bûn hatin lêkolînkirin û di encamê de derket holê ku giriyê van pitikan jî ji aliyê melodî û tonê ve ne yek in. Di lêkolînê de eşkere bûbû, ku pitik hê di zikê dayikê de zimanê dayik û bavê xwe qebûl dikin. 


WURZBURG