Malpera MoveHub.com’ê li ser zimanê duyem ê mirovan grafîkek ku encama lêkolînekê ye, weşand; ev grafîk nexşeya zimanên duyem ên li dinyayê ye. Li gorî vê lêkolînê û nexşeyê Kurdî di nava zimanên duyem ên mirovan de di rêza 7´an de ye.
Ev malper agahiyan berhev dike ku bi kêra wan kesan tên ku dixwazin ji welatekî veqetin û li welatekî din bicihûwar bibin. Hin ji van zimanên ku duyemîn zimanên mirovan in bi hêsanî mirov dikarî di wan derxe, yên weke Ingilîzî ku ji ber dîroka xwe ya kolonyal û herweha bi hegemoniya xwe ya aborî û çandî xwe li dinyayê ferz kir. Yan jî mirov bi hêsanî fêm dike ka çima Fransî li Swîsre û Kanadayê zimanê duyem ê herî berbelav e. Ingilîzî li 55 welatan zimanê herî belav ê duyem e. Fransî û Rûsî jî sêyemîn û duyemîn in (Fransî li 14 welatan, Rûsî li 13 welatan). Di nava zimanên Hindo Ewrûpî yên belav de ku di grafîkê de bi rengê şînê zelal cihê xwe digire Kurdî di rêza heftan de ye di nava zimanên duyem ên li dinyayê belav de.

Çima rêza 7’an?

Lê belê Kurdî li seranserê dinyayê di rêza heftan de çawa cihê xwe digire? Mixabin nivîsa Max Holloway a li ser vê lêkolînê û grafîkan têra xwe agahiyan nade. Em nizanin ka kîjan dane hatine bikaranîn ji bo tesbîtkirina van zimanên duyem li welatan. Em wekî din jî hîç tê nagihijin ka bi kîjan rêbazan ev dane hatine bidestxistin.
Jixwe dema mirova berê xwe dide welatên ku Kurdî li wan zimanê duyem ê herî belav e, em dibînin ku ev welat Tirkiye, Sûriye, Iraq û Ermenistan in. Ango li van her çar welatan jî nifûseke mezin a Kurdan heye. Ji ber ku em bi rêbaza lêkolînê û bi pirs û daneyên wê nizanin, em dikarin bibêjin ku ev îhtîmala li jêr mezin e: ji Kurdan jî dema hatiye pirsîn ka zimanê wan ê duyem kîjan e, wan gotiye “Kurdî”.

Li Îranê jî encam ne Kurdî ye, lewma hejmara Azeriyên welêt ji Kurdan bêhtir e; texmîn bikin li Îranê zimanê duyem ê herî zêde tê peyivîn kîjan e: Belê Azerî ye. Jixwe ev yek jî weke delîlekê ye ji bo wê trajediya ku li vir weke encamên zuwa yên lêkolînekê li pêşberî me ne: Qismek (îhtîmal e ku qismekî mezin be) yê Kurdan zimanê xwe yê dayikê weke zimanê xwe yê duyem dibînin, ne bi tenê li Tirkiyeyê, lê belê li Sûrî, Iraq û Ermenistanê jî (xwedê dizane li Îranê jî, lê zêdebûna Azeriyan nahêle em bi vê zanibin).


LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN