Tişta ku mirov û giyanewerên din ji hev cuda dike, ziman e. Di heman demê de ya ku mirov ji mirov ango netewe ji neteweyeke din cuda dike, dîsa ziman e. Nasnameya gel û civakan, bi zimanî tê naskirin. Ji bo ku desthilatek, desthilatiya xwe dijwartir bike, rêyên qutebir, rêyên  ku serî ji tevliheviyê rehet bike û yên ku heta bavê bavikan jî bindestan ji kokê qut bike, bi kar tîne. Ji bo vê yekê, berî her tiştî li dora zimên diçe û tê û hewl dide zimanî, bi gel bide jibîrkirin.

Dev ji bişaftinên cihêreng yên mîna qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê,  reşkirin û biçûkxistina zimanî berde, êdî bi kuştina fizîkî û daliqandinê, zimanî qedexe dike. Ji 23´yê Gulana 2019´an ve jina Kurd ya bi navê Zehra Muhemedî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin. Zehra Muhemedî ya ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê endama Lêkolînên Çand û Civakî yên Nûjen bû. Di wê demê de ku ew bi erka xwe ya mirovî, civakî, dîrokî û jinanî li hemberî civak radibû û zarokên Kurdan bi zimanê Kurdî perwerde dikirin, hatibû girtiin. Rejîma Îranê Zehra tevî du hevalên wê, destgîr kiribû. Tevî hewildanên malbatê yên hiqûqî, serdana Saziya Mafê Mirovan ya Îranê û tevî ku bi qasî 166 hezar dolar pere weke kefalet ji bo serbestkirina Zehrayê hatibûn dayîn jî, ew nehat berdan, û  cezayê bidarvekirinê li mamosteyê hat birîn.

Rejîma Îranê bi bihaneya ku Zehra ewlehiya welatî dixe nava metirsiyê, daye ber rûyê xwe û mamoste di hucreya yekkesî de 72 rojan bi tenê hiştiye. Dawiya dawî ji bo ku dilê xwe xweş bike, cezayê bidarvekirinê lê biriye. Bidarvekirina Zehrayê ji bo kurdên Rojhilatê Kurdistanê nameyeke aşkere û zelal e. Êdî dijmin dixwaze gelê Kurd bi Zehrayê terbiye bike. Zengelora ku deng, helwêst, axaftin û derbirînan hildavêje, bifetisîne. Beriya niha mamsoste, rewşenbîr û pehlewanê nemir Ferzad Kemanger bi dar ve kiriye. Dijmin ji xwe re hesabên dûr û dirêj dike. Heger bi hesin û agir tenê Kurdan bikuje, malzarokên dayikên Kurdan saxlem in û dikarin gelek zarokên din bînin, lê heger zimanê Kurdî ji holê rake, dê bi serê wî de, xêr û bêr bibare. Çima ez vê dibejim? Ji ber ku dema ziman qut bû û hat jibîrkin, êdî ew gel û ew mirov bênasname dimîne; dema bênasname ma, dibe pariyekî hêsan, dibe kole û gêj.

GULÊHESEN