Li Cezayîrê, çend leşkerên Fransî û gundiyek, bi hev re dimeşin... Gundî yekî welatparêz, leşker leşkerên mêtingeran e. Ew meş, li ser riya mirinê ye. Meş meşeke înfazkirinê ye. Gundî girtine, gaveke şûnda dê wî bikujin. Di nava leşkeran de yek ji wan jî cahş e... Ew cahş ji bo Fransiyan gelek şer kiriye, lê diyare ku tirsoneke, tirsonekekî derê hanê ye. Cahş li yê welatparêz ê dîl dinêre û jê dipirse: “Ev birîna li singa te ji çi peyda bû ye?”
Gundî dibersivîne: “Ji şerê tekoşina dijî Almanan...” Zilamê caşh li cihê xwe disekine, dev vekirî û mat maye û dipirse: “Lê çawa?” û berdewam dike; “Ez jî di wî şerê de bûm, çawa me hev nasnekiriye?” Bersiv eşkere dike ku bi rastî jî ew gundî, demeke dirêj li gel Fransiyan, dijî faşîstên alman şer kiriye. Matmayîn zêde dibe…
Zilamê caşh bi Fransî, gundî bi Erebî diaxife. Caşh cigarekî dirêjî gundî dike. Ew cigare cigareya dawîn e. Gundî heste li destê wî hildide, cigara xwe vêdixe, bêhnek dikşîne û dure cihê lêvê jî vêdixîne. Vê gavê bi tiliya xwe li navenda cigarê digire û li yê cahş dizivire: “Ka binêre!... Tu wekî vê cigare yî, ev cigare wekî te ye. Herdu aliyê ve jî dişewite. Ne Fransî ye, lê tu car û tu zemanan nikare bibe Cezayîrî jî û bê ne mumkûn e Cezayîrî jî nabe.”
Halê me bi tekiliya zimanê me jî heman wisa ye. Niha ez bi zimanê xwe difikirim û dibêjim Xwedêyo!..
Xwedêyo, te zimanê min wek zimanekî çawa afirandiye?.. Û çawa wijdana tê hilgirtiye, çawa qebûl kiriye ku ev ziman hatiye qedexekirin, li ber kuştinê maye, di bin zilmê de naliyaye, di bin bêdbextiyê û di bin xebîstiyê de êş kişandiye?... Di dema qedexekirina zimanekî ewqas xweş û bi tam de tu ne li van derena buyî gelo?.. Ma ev ziman jî wekî zimanên din ne berhemekî te ye?..
Hele lê binêre, tenê zimanek... Zimanek ku di nav dewlemendiya zimanan de goştek û dengek... Tu zirarê xwe ji kesekî û zimanekî re tune, xwe bi xwe dizivire û dilive, tevî dengê ku di qirikê me de tê deng dide, tenê tev dengê qirikê me re dixebite… Lê ew ziman, ew deng, ji diroka însanetiyê û virve bi mijoyê me ve bi eşqeke mezin jiyaye û bi wate bûye, bi hêst bûye, bûye ezman, bûye dinya, bûye kûrahî û niha dinyayekî bi reng, bi wate, bi bêhn û bi tam ve têr û tijî ye...
Vaye çend meh jî nebûye ku ez bi zimanê xwe dinivîsim, lê belê wekî şivanekî di nav xwezayê de bi tirs tevdigere, tenê dinivîsim, xeynî wê jî tu tişteki nakim, derfeta min tune ku ez li ser bisekinim, kûr bibim, xebateke din bikim... Tenê dinivîsim, lê her ku diçe, dem bi dem, roj bi roj dikevim navê, di navê de dihejim û dihecim... Ew peyvana roj bi roj can digire, tehm digire, mezin dibe, wekî zarokek ku di canê min de hatiye dinyayê, mezin dibe, xweş dibe, xweşik û her ku diçe xeşiktir dibe… Roj bi roj bedew dibe, bedewiya wê zêde dibe, rind dibe, di nav rihê min de, di nav hêstên min de digere û banz dide… Roj bi roj ez li himberî peyvan wisa disekinim, li wan dinêrim, mêze dikim, porê wan bi şe, çavê wan bi kil e. Ruyê wan dibiriqe û porê wan wekî ruyê zarokeke şêrîn bang li min dike, ez destê xwe dirêj dikim diavêjim porê wan, li ber neynika wan biskan çêdikim...
Lê dinêrim, ew ziman bi xwe hêdî hêdî min jî mezin dike. Di rih û mejiyê min de zayina vê zimanê, ji nû ve zayîna vê zimanê, di heman demê de zayîna min e. Em bi hev re mezin dibin. Destê xwe diavêjin hev, hewl didin hev, hêz didin hev, coş didin hev, bawerî didin hev û mezin dibin. Têdigihîjim ku, heya ku ez beyî zimana xwe bûm, heman demê de bê ziman bûm... Ji ber ku heya vê demê ez gelek axafîm, min gelek nivîsî, gelek fikirîm, lê ew nivîs, axaftin, fikr û hêst, hemû protez bûn. Hele werin em hinekî bifikirin, bi zimanê xwe bifikirin, zarokek bihîsin ku dest bi fikrandinê dike bi peyvên protez, dest bi nivîsandinê dike bi zimanekî protez, dest bi raman û niqaşan dike bi zimanêkî protez, wateyekî protez, wê zarok çawa bibe însanekî normal?..
Ji ber wê dibêjim, ji îro pêva be jî, heke em bi zimanê xwe ya xweş û xweşiktirîn neaxifin û nenivîsin, emê wekî cigarekî ji herdu aliyan ve vêxistî bin... Dibe ku însan bikaribe bi diranên protez bicû, lê bi zimanên protez însanetî çênabe...
Zimanê protez