Dawiya sala 1986’an bû. Demsal payîz, ezman avisê baranê bû. Evînê li odeya ku paceya wê vedibûn hêla rojhilat, di ronahiya tîrêjên nû derketî de bi peroşeke nezeftkirî û bi dengekî bilind xwe ji çûndina dibistanê re amade dikir. Ev roja wê ya yekemîn a dibistanê bû. Xeyala wê ew bû, heta dibistana bilind bixwîne û bibe mamoste. Dema mamostetî hatibû bîra wê, heyecanê hundirê wê dagir kiribû. Ji ber wê di cihê xwe de nesekinî ku dayika wê bişkoka formaya wê ya reş biqefêle. Dayikê ew ber bi xwe ve kaş kir û bi dengekî acizbûyî got;

“De ka deqekî di cihê xwe de bisekine Evîna min. Tu wisa dikî ez nikarim bişkoka te biqefêlim.”

Piştî demên bêsebir gihîşt dibistanê. Bîst deqe şûnve mamosteyê tirk ew li ber nêrdewana dibistanê rêz kirin. Evîn çiqas bêsebir bû ku bikeve polê û hînê alfabeyê bibe. Wê çiqas hez dikir ku hînê xwendina pirtûkan bibe. Lê wisa xuya bû niyeta mamoste tunebû ku wan têxe polê. Piştî ku mamoste ew rêz kirin ji zarokekî ji pola sêyemîn re got;

“Mehmet merdîvene çik, andimizi oku.” (Mehmet derkeve ser nêrdewanê û sondê bixwîne.)

Zarok bi awayekî bêmirûz çû ser pêla herî jor a nêrdewanê û dest bi xwendina sonda tirkî kir bi gotinên; ‘’Turkum, dogruyum’’ (Tirkim, rast im) dest pê dikir û heta dawî bi peyvên nijadperestî hunandî bû. Zarokan tev gotina ‘’Turkum’’ dizanî tê çi wateyê lê piranî ji wan fêm nedikirin ku gotina dû wê ya ‘’dogruyum’’ tê çi wateyê. Wan nedizanî ku gotina ‘’dogruyum’’ ji ber gotina yekemîn ji bo wan pûç dibe. Mamoste li hemberî wan sekinîbû û bi şanîdanê digot hûn jî dubare bikin. Ji ber wê piştî qedandina her hevokê wan jî li dû zarok dubare dikir. Piştî qedandina sondê ketin polê mamoste navê wan yek bi yek bang kir;

 “Firat E..,” “Halîme K,” “Esra N…!” Ji bilî Esrayê her kesî got; “Burdayım.”  

Mamoste navê Esrayê dubare kir lê tu kesî bersiv neda. Evînê ji xwe re got;

“Wele ev paşnav wekî yê me ye lê nav cuda ye.”

Vê carê mamoste navê bav û diya Esrayê lê zêde kir, wê gavê Evînê fêm kir ku ew nav ê wê ye û hema di cih de rabû ser xwe got; “Burdayem.” Lê piştî ku wê navê xwe tê dernexist hemû zarok bi carek pê keniyan û bû wekî benîştek di devê wan de. Evîn gelek şeqizî û di cihê xwe de bêdeng rûnişt. Ji ber ku navê wê bi Kurdî bû, nifûsê ew qebûl nekiribû û bavê wê jî neçar mabû ku navê wê Esra bide nivîsandin. Heta vê temenê jî kesî jê re negotibû ku navê te di nasnameyê de cuda ye.

Hefte û meh derbas dibûn û her roj sonda tirkî dubare dibûn. Evînê hêdî hêdî wateya wê fam dikir, loma êdî wê li şûna gotina tirk bi dengekî nizm gotina Kurd bi lêv dikir.

Rojeke ji rojên zivistanê berfê kirasê xwe yê spî li hemû darên ber dibistanê kiribû û zevî seranser xemilandibûn. Zarokên pola yekemîn, duyemîn û sêyemîn tev li dor sobeyeke tenekeyî kom bûbûn û hinekan pişta xwe germ dikir, hinekan jî lingê xwe danîbûn nêzê sobeyê û goreyên xwe yên şil zuha dikirin. Dema mamoste ket hundir her kes çû li cihê xwe rûnişt. Hemû xwendekar bi kêf bûn. Ji ber ku waneya muzîkê dest pê kiribû. Dersên din ji wan re pir zor dihatin. Piraniya zarokan hê jî tiştek ji tirkî fam nekiribûn. Tenê hewl didan ku alfabeyê hîn bibin lê muzîk ne wisa bû. Ji ber ku kasetên bi Kurdî qedexe bûn di mala her kesî de kasetên stranên tirkî hebûn û her tim ew guhdar dikirin û bi hêsanî ji ber dikirin. Qet nizanibûna jî her zarokî stranek tirkî dizanî. Loma waneya herî bi kêf û hêsan waneya muzîkê bû. Her çiqas dewletê zimanê wan qedexe kiribû jî malbata Evînê jî tirkî di nav malbata xwe de qedexe kiribû, ango di malbata wê de guhdarkirina stranên tirkî qedexe bû. Piştî ku Helîmaya hevala wê stranê got, dor hat ser Evînê. Mamoste got;

“Haydî Esra, senî dînliyoruz.” (Haydê Esra em li te guhdar dikin.)

Evîn li mamoste nihêrî, piştre li derdora xwe nihêrî û pal da kursiya xwe û ji xwe bawer strana xwe got;

“Zozan zozan zozan lê lê zozan lê lê zozan. Ref tê refên qazan lê…” Lê mamoste veciniqî, çavên wî bi nefretê hatin dagirtin, qîriya ser wê û bi hêrs got;

“Kes, kes kes! Ne yapiyorsun! Bir daha duymayayım. Şarkı soyle dedim sana ne zirvaliyorsun böyle!” (Bes e bes e. Tu çi dikî? Careke din nebihîsim. Min ji te re got stranê bêje, tu çi dibêjî!’’ 

Hemû zarok dîsa pê keniyan û Evîn careke din li ber xwe ket û fam nekir çima her carê ew dibe mijara henekan. Jixwe dema deng û tevgera mamoste bi wê awayî dît gelek tirsiya. Nizanibû çawa bike. Hê hefteyeke berê ji ber ku zarokekî hevalê wan nizanibû bi tirkî xwe bide nasandin, mamoste li ber çavên wan xwîn ji dev û pozê wî anîbû. Evîn li bendê bû ku mamoste were li wê bixe lê tiştek ecêb bû ku mamoste zû hêrsa xwe daxistibû. Lê ew bûyer bû sedem ku di domahiya pênc salan de Evîn qet stranan nestrê û careke din qala çûndina dibistanê neke. Wê ji xwe re digot;

“Ger dibistana li gundê me wisa be, gelo dê li dibistana li bajar çi bên pêşiya min. Baştir ew e ku ez nexwînim.”

Sal û dem derbas bûn Evîn mezin bû, zewicî û keçeke wê çêbû. Evînê ji hêla ziman ve keça xwe Viyanê bi şans didît lewre êdî qedexeya li ser zimanê wan rabûbû. Dema rêya serokwezîr û wezîrên din ên Tirkiyeyê diket welatên Ewropayê, rakirina qedexeya ser zimanê Kurdî dianîn ziman û pesnê demokratbûna xwe didan.

Rojeke ji rojên payîza 2014’an Evînê bi destê keça xwe girt û ji bo di dibistana Kurdî ya ku ji hêla Tevgera Ziman ve hatibû avakirin qeyd bike derketin derve. Ew rewş ji bo Evînê wekî cejneke bû. Lê piştî hefteyekê dema perwerde hat destpêkirin dewleta ku li Ewropayê pesnê demokratbûna xwe dida, rastiya xwe nîşan da û li hember dibistanên Kurdî zimanê qedexeyan bi kar anî û xwest asteng bike. Lê tevî malbatên zarokan, gelê li bajar bi biryar xwedî li dibistanê derket û piştî têkoşîna li hemberî şer û gaza îsotê û binçavkirinan bi ser ketin û dibistana xwe ji dagirkirina dewletê paqij kirin. Evînê jî heta dawî di berxwedanê de cih girt û keça xwe di dibistana azad de bi cih kir. Wê soz dabû xwe ku êşa wê di dibistanên pergala dagirkeran de dîtiye, bi keça xwe nede jiyandin. Soz dabû xwe ku dê keça xwe bi serbilindî bişîne perwerdeya bi zimanê xwe û îro derfet dîtibû ku wê soza xwe pêk bîne. Wê fêm kiribû ku kesek mafên mirov di tepsiya zêrîn de nade ber mirov. Ger mafê te hebe nexwaze bigire, yan jî tu bi xwe ava bike. Erêniya wê awayê Evînê îro bi çavên xwe dîtibû. Ew ji bo wê têrî dikir ku bawer bike azadiya wan nêz e. 


 NESRÎN NAVDAR