* Em bangî saziyên navneteweyî dikin da ku li hemberî zimankujî, çandkujiyê nerazîbûna xwe nîşan bidin, piştgiriya xebatên parastin û geşkirina ziman û çandên qedîm ên vê erdnîgariyê bikin.
* Em bangî partiyên siyasî dikin da ku ew xebatên xwe yên siyasî bi Kurdî bikin, ji bo parastin û geşkirina ziman û çandan, xwedî bernameyeke zelal bin û li gorî wê bernameyê xebatan bikin.
* Ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda Kurdî, pêwîstî bi avakirina yekîtiya neteweyî heye. Xebatên ziman, çand û yekîtiya neteweyî dê hêzê bidin hevûdin.
Roja 23’ê Mijdara 2019’an bi beşdarî û piştgiriya 45 kesên ji bîr û baweriyên cuda li Amedê komxebata pêşîn a avakirina Tora Ziman û Çandan pêk hat. Di civînê de biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û pêkanîna komxebateke berfirehtir hat dayîn. Di civînê de bi daxuyaniyekê 7 daxwazên sereke yên Tora Ziman û Çandan jî hatin îfadekirin. Yek ji van jî ew e ku partiyên siyasî xebatên xwe bi Kurdî bikin. Tevî vê jî di metna daxuyaniyê de hin îfadeyên balkêş hatibûn bikaranîn. Sermeselê, tevî ku civîn a sazî û kesayetên ev sîh, çil sal in bi karê rêxistinkirina meydana ziman û çandî radibin bû, di civînê de malbat hatin rexnekirin ji ber ku zarokên xwe fêrî Kurdî nakin. Halbûkî hem di warê siyasî û hem di warê çandî û civakî de pratîka pêşengiya ji civakê re diviya bû weke usûl vê civînê rexne bikira, û li gorî wê biryar bidana.
Netewesaziya Tirk weke çerxa tinekirina hebûna Kurd
Doh bi beşdarî û piştgiriya 45 kesên ji bîr û baweriyên cuda li Amedê komxebata pêşîn a avakirina Tora Ziman û Çandan hat lidarxistin. Di civînê de biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan û pêkanîna komxebateke berfirehtir hat dayîn. Ji bo birêvebirina xebatan û amadekariya komcivîna berfireh sekreteryayeke ji 7 kesan pêk tê, hat hilbjartin. 45 kesên ku navên wan li jêr weke lîste hatiye weşandin jî vê daxuyaniyê radigihînin û wek desteya şêwrê ya Tora Ziman û Çandan wê xebatê bidomînin:
Netewesaziya Tirk a ku li ser yekperestiyê ava bûye ji bilî ziman û çanda Tirkan ji çand û zimanên din re mafê jiyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwaze rasteqîniya welat û miletê Kurd bi bişaftinê çand û zimanê Kurdî ji holê rake.
Qonaxa dawîn a polîtîkayên bişaftinê di hişmendiya civaka Kurd a parastin, geşkirina ziman û çanda Kurdî de qelsiyek pêk aniye.
Siyaseteke ziman lazim e
Civak hêdî hêdî ji ziman û çanda xwe bi dûr dikeve. Malbat, zarokên xwe hînî zimanê xwe nakin û ev yek jî xetera li ser tinebûna zimên zêdetir dike.
Li dijî vê plansaziya bişaftinê, pêdivî bi plansaziyeka parastin, geşkirina ziman û çandan, amadekirina nexşeyerêyeka zimanî û çandî û meşandina xebateka hevpar heye. Li ser vî esasî em kesên ku wekî avakarên Tora Ziman û Çandan di vê komxebatê da cih digirin, van daxwazên xwe arasteyî raya giştî, kes û saziyên têkildar dikin:
Xebatên siyasî bi Kurdî bikin
* Em wekî beşdarên vê komxebatê radigihînin ku em vê polîtîkaya yekperest qebûl nakin û em ê li dijî vê aqliyetê bi rê û rêbazên demokratîk û rewa xebatê bikin.
* Em dixwazin Kurdî û zimanên li Kurdistanê (Suryanî, Ermenkî, Erebî û yên din) fermî bên naskirin û bibin zimanên perwerdehiyê.
* Em bangî civaka Kurd dikin da ku li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibe.
* Em bangî saziyên navneteweyî dikin da ku li hemberî zimankujî, çandkujiyê nerazîbûna xwe nîşan bidin, piştgiriya xebatên parastin û geşkirina ziman û çandên qedîm ên vê erdnîgariyê bikin.
* Em bangî partiyên siyasî dikin da ku ew xebatên xwe yên siyasî bi Kurdî bikin, ji bo parastin û geşkirina ziman û çandan, xwedî bernameyeke zelal bin û li gorî wê bernameyê xebatan bikin.
l Ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda Kurdî, pêwîstî bi avakirina yekîtiya neteweyî heye. Xebatên ziman, çand û yekîtiya neteweyî dê hêzê bidin hevûdin.
* Em bangî hemû kes û saziyên di warê çand û ziman de xwedî ked ku beşdarî vê xebatê bibin da ku em bikarin bernameyeke xurt a parastin, geşkirina ziman û çanda xwe derxin holê û li gorî vê bernameyê xebateka domdar bimeşînin.
Beşdarên civînê
Beşdarên civînê jî ji her derdora xebatên çand û zimanê Kurdî ne û lîsteya tam a beşdarên civîna yekê ev e:
Abdullah Keskin, Ahmet Turk, Berfîn Emektar, Bunyamin Şeker, Cemil Kocgiri, Cevahir Sadak Duzgun, Denîz Gunduz, Emin Aktar, Eren Keskin, Eslixan Yildirim, Ferda Cemiloglu, Fuat Onen, Hidir Karataş, Hiznî Haco, Îlham Bakir, Îmam Taşçier, Îsmaîl Beşîkçî, Kadrî Yildirim, Kazim Oz, Mehmet Bayrak, Memet Atli, Memet Sezer, Mevlut Aykoç, Mikail Bulbul, Mine Karakaş, Mustafa Borak, Nesip Gultekin, Nevin İl, Omer Fîdan, Osman Akyil, Osman Ozçelîk, Omer Şahin, Rênas Jiyan, Riza Polat, Roza Metîna, Rugeş Kirici, Samî Tan, Selîm Temo, Şefîk Beyaz, Şerko Kanîwar, Tarik Ziya Ekincî, Vedat Yildirim, Yusuf Begtaş, Zana Farqînî, Zekî Gurur.