Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû li meclîsa bajarê Gatîneaû ku gelên xwecihî lê tê temsîlkirin û navê Assambleya Neteweyên Destpêkê (AFN) lê hatiye kirin, axivî. Trûdeaû diyar kir ku ji bo parastina zimanê xwecihiyan wê hikûmet bêhtir ji bo parastin û pêşdebirina vê hewl bide. Her wiha Trûdeaû da zanîn, di nava vê mehê de wê peymana li ser avabûna konseyek ji perwerdeya bi zimanê xwecihî berpirsyar, were îmzekirin û got, hikûmet wê ji bo zimanên xwecihî di nava 5 salên pêş de bi giştî 2,6 mîlyar dolarê Kanadayê xerc bike.
Budçeya wan dihat kêmkirin
Serokwezîr Trûdeaû eşkere nekir, ku zimanên xwecihî jî mîna Îngilîzî û Fransî di statuya zimanê fermî de bê qebûlkirin an na.
Li Kanadayê ku 36 mîlyon nifûsa xwe heye, ji bo 58 zimanên ji aliyê xwecihiyan ve tên bikaranîn, bi giştî 500 dibistan hene. Lê belê budçeya ji bo van zimanan dihate veqetandin, di serdema hikûmetên beriya niha de dihat kêmkirin.
110 hezar zarok perwerde dibin
Ji ber ku piraniya dibistanên bi zimanê xwecihî perwerdeyê didin li bakurê welêt e û şert û mercên van herêman gelekî zehmet in, lêçûnên van dibistanan jî zêdetir e.
Li hemû dibistanên xwecihî yên li Kanadayê bi qasî 110 hezar zarok perwerdeyê dibînin.
GATÎNEAÛ