Li gorî lêkolînekê Tardigrada ku wek ‘hirçên avê’ tên zanîn, ev zindî heta ku roj hebe herî kêm 10 milyar salan dikarin nifşên xwe bidomînin. Tardigrada giyanewereke mîkroskobîk e û 8 lingên wê hene. Hem di nav avê de, hem jî li ser bejahiyê dijî. Her wiha dikare xwe li dijî fişara kêm û zêde jî bigire. Hat diyarkirin ku Tardigrada ku heta 30 salan bê xwarin dikarin bijîn, hem dikarin li dijî sermaya qerisokî (-270) hem jî dikarin li dijî germahiya sotîner (+150) û hem jî dikarin li dijî radyasyonê hebûna xwe bidomînin. Ji ber vê taybetmendiya xwe zindiyên herî xurt in. Lêkolînerên zanîngehên Oxford û Harvardê anîn ziman ku Tardigrada li dijî hemû felekatan dikarin xwe bigirin û herî kêm 10 milyar sal dikarin bijîn. Ji Zanîngeha Oxfordê Rafael Alves Batista diyar kir ku li ser rûyê erdê gelek zindiyên ku dikarin li dijî felaketên muhtemel bijîn hene. Batista anî ziman ku ew û koma xwe li ser mijara ‘Dê felaketên çawa jiyana li cîhanê bi temamî tine bikin’ lêkolîn kirin û li ser vê lêkolînê derketiye holê ku Tardigrada li gel hemû felaketên ku cîhanê tine bikin dîsa jî dikarin zindî bimînin. Her wiha li gorî lêkolînê Tardigrad, heke roj bi temamî ji holê rabe û biteqe, wê demê dikarin tine bibin. Tardigrada li nav êgir, giha, xîz, derya avên şîrîn û gelek derdoran jî dikarin bijîn. Her wiha wisa tê payîn ku heke şert û mercên ku tardigrada dikarin xwe lê bigirin hebin, dibe li derveyî cîhanê jî bijîn.
ROJEVAMEDYA