Meclisên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê ragihand ku kombûna hêzên PDK`ê li Zînî Wertê xizmeta gelê Kurd nake û bandoreke neyînî li ser pêkhatina yekitiya neteweyî dike.
Meclisa Qamişloyê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên meclisa Qamişlo, Şaredariya Gel a Qamişlo û Kongreya Starê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Qamişlo Hozan Mejdo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
”Ji bo rêgirtina li pêşiya nakokiyan, em daxwaza tevgerê ji aliyê hemû hêzên kurdistanî ve dikin ku xizmeta Kurd û doza wan di vê qonaxa girîng û hestiyar de dikin.”
Li navçeya Tirbespiyê meclisa navçeyê bi daxuyaniyekê û bi beşdariya bi dehan endamên meclisê bang li partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku bi rêya diyalogan pirsgirêkên heyî çareser bikin.
ANHA/QAMIŞLO