Karayilan diyar kir ku rewşa li Zînî Wertê ne tenê bûyereke di navbera PKK û PDK’ê de ye û got, ”Eger pîlanekî PDK’ê tine be divê ji bo venekişînê ewqasî israr neke.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di bernameya taybet a Stêrk TV’yê de qala bûyera li Zînî Wertê û çalakiyên gerîla kir.

Karayilan der bar Zînî Wertê de weha got:

“Ev dema em têde ne, ne demekê ji rêzê ye, demeke girîng e. Ji bo wê divê mirov her bûyerê di çarçoveya vê dema girîng de bibîne û bixwîne. Niha weke tê zanîn ku ew 9 sal in li herêma me şerek heye û her kes jî dizane ku di dawiya vî şerî de herêmê ji nû ve bê dîzaynkirin. Niha hemû hêz dixwazin pozîsyona xwe ya li herêmê xurt bikin. Ango hêzên navdewletî û hêzên herêmî jî her kes ketî nava hewldana bê ka çawa di parvekirina herêmê de cihekî hê xurt bigire, berjevendiyê xwe hîn berfireh karibe biparêzê. Hemû dewlet û hemû hêz niha di wê hewldanê de ne û em weke gelê Kurd tevî ku gelê herî qedîm in û li herêma Rojhilata Navîn û Mezopotamya xwecihî ne, lê weke tê zanîn beriya niha bi 100 salî di peymanên hatî çêkirin de cih nedane me. Yanî em weke netewe nehatin hesibandin û weke em di nufusê de tomarkirî nînin. Mafê Kurda nîne ku çarenûsa xwe diyar bike, dewlet çêke, ti rewşeke wisa li holê nîne. Li gorî ku wê herêm ji nû ve bê dîzaynkirin vê çaxê divê em jî hewl bidin ku di herêmê de cih bigirin, civaka me jî hebe, statûyeke me jî hebe. Em ne bê statû bin. Ji bo wê hewceyî heye ku em weke Kurd yekgirtî bin. Herî kêm li ser esasê stratejiyekî netewî û hevbeş bibin yek…

Stratejiya wan qirkirin e

Hişmendiya ku dewleta Tirk li ser dimeşe, dixwaze li ser înkara Kurdan mezinbûna xwe ava bike. Wate, hebûn û statûya Kurd ji bo xwe xeter dibîne. Yanî niha dewleta Tirk stratejiyekî wisa dimeşîne. Yanî di vir de PKK’ê xeter dibîne, PDK’ê nabîne, YNK’ê nabîne falan tiştekî wisa nîne. Ev navber û taktîk e, detayin. Di stratejiyê de Kurd divê cihê xwe tune be. Stratejiya wan wisa ye. Her wiha ev stratejiyeke xeyalî nîne ango ne stratejieke wê dema bê pêk bînin, ji niha ve pêk tînin. Mînak 3-4 roj berê berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser Rojava diaxivî, gevezetiyê dike û dibêje; “Ew dixwazin li wê derê ji bo Kurdan cihekî çêkin. Em wê qet qebûl nakin.” Yanî erê dibêje baskekî PKK û falan lê esas dibêje, dixwazin cihekê ji bo Kurdan çêbikin. Em wê qebûl nakin.

Yanî di wê mijarê de stratejiya dewleta Tirkiyê civaka Kurd, gelê Kurd hemûyan ji bo xwe xeter dibîne. Li hemberî wê heqîqetê ku dema mirov li siyaseta Kurd dinêre, ez dibînim bi taybetî siyaseta Başûrê Kurdistanê, ew hişmendiya dagirkeriya Tirkiyê rast naxwîne. Yanî şaş nêzîkbûnek heye…

Divê PDK israr neke

Divê em siyaseta Tirkiyê bibînin. Niha di wê çarçoveyê de mirov dikare ew bûyerên li Zînî Wertê bibîne. Yanî bi rastî ew bûyer mezin bû û ne tenê meseleyeke ya di navbera PDK û PKK’ê de ye, di heman demê de meseleya di navbera PDK û YNK’ê de ye jî. Yanî hema hema giştî neteweya Kurd eleqedar dike. Herî dawî bêtirî 600 rewşenbîr û hunermendên Kurd daxuyaniyek dan. Car din herî dawî 150 jinên ku di dinê de navdarin daxuyanî dan. Yanî di raya giştî de hem bêjin di ya Kurdistanê hem jî ya nevnetewî de gelên ku dost in dixwazin pirsgirêk di navbera Kurdan de çênebe. Ji bo wê jî dixwazin ew hêz ji Zînî Wertê vekêşe. Her kes daxwaz dike lê mirov wate nadê ka çima têde israr heye. Eger ku di pişt wê de planek nebe, divê ewqasî israr nebe. Bi rastî ez bi xwe wate nadim siyaseta PDK’ê ya der barê vê mijarê. Hem siyaseta wê ya li Zînî Wertê, hem siyaseta xwe ya li ser Mexmûr. Yanî li wê derê civakek e, mirovin, ked dane û kedkarin; yanî li hemberî civakê siyasetek dijberê civakê çêdibe ma qey? Na. Wê têde bi sernekevin û siyasetekê ne zêde raste. Em hêvî dikin ew israr û wekî din inadên di hin mijaran de bên guhertin. Yanî hêviya me niha ew e.

Her kes bi erka xwe rabe

Em di hewldana avakirina gerîlayên nû de êdî gihiştine hinek astan, êdî em li benda hinek encamên serkeftî ne ku dijmin dikeve bin kontrolê. Lê divê gelê me jî bi taybet li dijî sîxurî xwedan helwest be, ji ber ku dijmin wekî me berî niha jî got, tenê ne li Başûr herî zêde li Bakur jî dixwaze sîxuriyê pêş bixîne. Divê em vê bizanibin her welatparêz li derdorê xwe, hem li hember şerê dijminê taybet ku dixwaze ciwanan di rêyên xerab de bixîne û wisa bişîne derveyî exlaqê civakê û hem jî hewldanên dijminê ku ji bo tevahiya civakê sîxur kirine, divê her kes xwedî helwest be. Pêwîst e em xwe biparêzîn her kes mala xwe biparêze, her kes gundê xwe biparêze, her kes bajarê xwe biparêze, li hember şerê psîkolojîk, şerê taybet û li hember îstîxbarata dijmin divê em xwe biparêzîn û xwe bikin yek. Em çiqas di vê xisûsiyetê de xwedan helwest bin, bawer bikin ku em ê ewqas bi ser bikevin… Em bawer dikin di meşa azadkirina Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê de, sala 2020’an wê saleke bi berxwedan û girîng be.

 

ANF/BEHDÎNAN