Li çiyayê Cîlo û Deşta Îspîxanê wekî bihuşt û dojehê tê naskirin û 40 km. dûrî Colemêrgê ye, her çar demsal bi hev re tê jiyîn. Berfa ku dihele dibe gol û derdora golan jî dibin qadên bihuştê yê turîzmê. Çiyayê Cîlo aliyê wê yê rojhilat ber bi Torosên başûrojhilat ve dirêj dibe. Li aliyê wê yê rojava çemê Zê, li aliyê başûr çemê Şemzînan û li aliyê wê yê rojhilat û bakurojhilat çemê Nêhilê heye û li wir dolên kûr û bêbînî hene. Çiyayê Cîlo 4 hezar û 168 metre bilind e û lûtkeya wê wekî Reşko tê nasîn. Lûtkeya Reşko piştî lûtkeya çiyayê Agiriyê lûtkeya duyemîn a herî bilind tê zanîn. 

Di demsala biharê de kereng, rêwas, mendê û siyabû hêşîn dibin û xwarina sereke ya welatiyên herêmê ne. Çiyayê Cîlo-Satê ji bilî zozanan û dewlemendiya xwazayî, cih û warê xwezayî yê spora çiyagerî ye jî.


Piştî şerê AKP'ê dîsa "qedexe"

Bi salana bi hinceta "ewlehiyê" çiyayên Colêmergê yên xweş û geş tên qedexekirin. Di van salên dawî de bi pêvajoya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re daye destpêkirin re ev qedexe rabû. 

Piştî şerê ku AKP'ê da destpêkirin ev xwezaya xweş û geş dîsa bi hinceta "ewlehiyê" hat qedexekirin. Ji zozanê Mêrganê û wir ve herêm çiyê hatin qedexekirin. Welatiyên herêmê hewl didin li herêmeke biçûk sewalkariyê bidomînin.

Serokê Kuluba Çiyagerî ya Cîlo û Nûnerê Çiyageriya Lûtkeyê yê Bajar Haci Tansu diyar kir ku çiyayên Colemêrgê ji bo sporê guncaw in û ev tişt anî ziman: "Ev çiyayên me cihên gelekî xweş in. Cihên ku li Tirkiyeyê tunene, li vir hene. Em dixwazin qedexeya li ser çiyayên me were rakirin. Bila çiyayên me dîsa ji turîzmê re were vekirin."

Tansu destnîşan kir ku çiyayên Colemêrgê ji sporên wekî çiyagerî û meşa xwezayî re gelekî guncaw e û wiha pê de çû: "Em dixwazin herêma me dîsa ji sporên xwezayê û meşa xwezayî re were vekirin. Heke em bi rastî aştiyê dixwazin wê demê ev qedexeyên li herêmê rakin. Heke em dixwazin gelê herêmê jî di aliyê aborî de pêş bike divê em ewilî dawî li qedexeyan bînin. Bila çiyager bi hêsanî karibin bên vir û derkevin ser çiyayên me." 


DÎHA/COLEMÊRG