Ziravê sermayeyê qetiya
EWE ku yek ji şirketên mezin ên enerjiyê yên Elmanya ye û li Tirkiyeyê vebêrhnînên wê yên mezin hene, dixwaze ji Tirkiyeyê vekişe.
EWE yek ji pênc şirketên enerjiyê yên herî mezin ên Elmanyayê ye. Di heman de şirketa sereke ya Elman e ku li Tirkiyeyê veberhînanên xwe heye. Cîro ya EWE ya li derveyî welat kir, par bi zelalî zêde bûbû. Cîroya EWE ya li Tirkiyeyê, sala 2017’an bi rêjeya 14 ji sedî zêde bû. Tevî vê yekê jî EWE dixwaze ji bazara Tirkiyeyê derkeve.
Ji ber ku qîmetê Lîreyê Tirk rojên dawî gelekî kêm bû û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê desthilatdariya xwe xurt kir û hemû erk xiste destê xwe, şirketên biyanî ji bo veberhênanên xwe ketin nava tirs û fikaran.
EWE ku şirketa sereke ya veberhînanên ji derve ye li Tirkiyeyê, vê havînê ew ê biryarê bide bê ka ji Tirkiyeyê vekişe yan na. Li gorî şîroveyên di çapemeniya Elman de cih girtin, EWE ku li Tirkiyeyê di sektorên gaz, elektrîk û telekomunîkasyonê de kar dike, ditirse ku desthilatdariya AKP’ê ya veguheriye rejîma yek zilamî û şirketa malbatî, zerarê bide aboriyê.
Tirsa ji faşîzma Tirk pere tirsandin
Berdevkê şirketê Chrîstîan Bloemer got, “Di nava du mehên bê de em ê karibin hin tiştan bibêjin.” Tê gotin, şirket ditirse ku bê aramiya li Tirkiyeyê wê mezintir bibe, lewma ji niha ve dilezîne.
Plana EWE ya vekişîna ji Tirkiyeyê jixwe meha Adarê dest pê kiribû. EWE ji bo firotina malên xwe yên li Tirkiyeyê bi şirketên potansiyel ên veberhînanê re danûstandinan dike. EWE ku 80 ji sedî yê para Kayserî Gaz û Bûrsagaz a wê ne, difikire ku mal û hebûna xwe ya li qada enerjiya rojê û firotina gazê bi temamî bifiroşe.
CEO yê EWE, Matthîas Bruckmann sala 2016’an bi wezîrê enerjiyê yê Tirk ê wê demê û zavayê Erdogan Berat Albayrak re rûniştibû û diyar kiribû ku ewê bi buhayê ji 120 milyon Euroyî veberhênanên nû li Tirkiyeyê bikin. BERLÎN