Merasîm ji aliyê apê vi Ehmed Zirek û birayê vî Sîpan ê li Heilbronê dijîn ve hate organîze kirin.Merasîma mijara gotinê, ji roja dûşemê hetanî roja pênçşemê li navenda Komeleya Civaka Demokratik a Kurd Heilbronnê bi tevlîbûna malbata sehîdan û gelek Kurdistaniyan pêk hat.
Di nava çar rojan de bi sedan Kurdîstanî çûn sersaxiya malbata Zîrek. Di merasîma girseyî de,li ser navê Meclîsa Gel a Herema Helibronê axiftin hate kirin û di derbarê girîngiya şehîdan a di nav Tevgera Azadiya Gelê Kurd de û her wiha di Tekoşîna şoreşa Rojava de agahî hate dayîn û pêvajoya nu jî hate nirxandin. Dîsa di sersaxiyê de,li ser navê malbatê apê şehîd Rêber Ararat Ehmed Zirek,axivî û di derbarê kurte jiyana Rêber Zirek (Cûdî Ararat) de hin agahdarî dan. Ehmed Zirek wiha axifî: „Em bi şehîdê xwe serbilind in. Bila serê gelê Kurd sax be. Şehîd neyê malbatê tenê ye, şehîdê tevahiya gelê Kurd e.“
Hat ragihandin ku bi heman mabestê di 31’ê Cotmeh, 1 û 2’ê Mijdarê de wê li heman navendê bîranîna cangoriyên berxwadana Kobanê pêk were.
ABDURRAHMAN KARATAŞ-HEILBRON