Rojhilata Navîn bûye cihê garana zirhêzan. Li ser serê gelan, xelkên xizankirî û perîşankirî xwe digevizînin. Bi her rabûn û rûniştina wan re xwîn diherike, êş û azar zêde dibin. Ji ber ku di warê berjewendiyan de segbav û toge ne. Ji pîvanên mirovatiyê mehrûm û bêpar in. Erê, em ê dîsa dahkeraya xwe li ser wan daynin, ji ber ku ew dekûdolabên xwe li ser serê me digerînin. Belkî jî em li hemberî fen û fûtên wan, hîle û xasûkiyên wan naşî bin û têra xwe ne serwext bin, lê em ê karibin tiliya xwe bixin çavên wan û bibêjin; hûn neyarê mirovatiyê ne.
Zirhêza sereke ya cîhanê Emerîka ye. Halîhazir jî serokê wê tiredîn Trump e. Di van çend salên dawî de manewrayên siyasî û eskerî yên Emerîkayê gotinên min ên li jor heq dikin. Kurdistaniyan li Rojavayê Kurdistanê li dijî hêza reş DAIŞ´ê têkoşîneke mezin li ser navê mirovatiyê meşand. Ez ê qala wê nekim ka ev hêza hanê çawa li herêmê derket ser dikê. Hemin, li herêmê bingehekî xurt ê selefiyetê û komên weke wê heye. Lê di derketina wê û ji nişkê ve belavbûna wê de mirov dikare çend gotinan bibêje, lê ez dibêjim, em niha ji wê bigerin û tenê li rewşa dawî binêrin.
Komên çete yên em qala wan dikin, çeteyên DAIŞ´ê ne. Kî çi kirasî û çi navî li wan dike bila li wan bike, ew çete û zêhniyeta wan DAIŞ bi xwe ye. Dewleta Tirk û Emerîkayê xwestin van çeteyan bi projeya “Perwerde bike-Bi sîleh bike” bi rêxistin bikin. Bi heman awayî jî di dema Davutoglu de li Başûr “pêşmergeyên roj” amade kirin. Lê kengî hêzên YPG-YPJ û QSD´ê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî xurt bûn, Emerîkayê bi wan re jî da û stend. Ev projeyên din jî di vê demê de meşiyan û bêyî ku bala kesî zêde li ser be. Dewleta Tirk bi piştgirî û pereyên NATO´yê dayî artêşeke sedhezarî ya çeteyan perwerde kir û bi sîleh kir. Niha jî hewl didin van çeteyan li seranserî sînorê Rojava yê bi Bakurê Kurdistanê re bi cih bikin. Nizanim hewce dike mirov qala 3 mîlyar û nîv û herî dawî jî 660 milyon euroyê Yekîtiya Ewrûpayê dayî Tirkiyê bike. Tiredîn Trump eskerên Emerîkayê vekişandin û hişt ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe êrişî Rojava bike. Kengî rejîmê û Rûsyayê gav avêtin, Emerîkayê ji nû ve hinek hêzên xwe vegerandin. Li herêmên petrolê hêzên xwe zêde kirin. Tirsa xwe ji DAIŞ´ê êdî nîne. Ji ber ku li deverên nikarîbû kontrol bike, bi destê Kurdan têk bir û yên mayî jî bi destê dewleta Tirk xist kontrolê. Ew perwerde kirin û bi sîleh kirin.
Zirhêzên cîhanê, nexasim ên weke Ingilîz û Emerîkiyan li cem tevger an jî pêkhateyên pêşverû cih negirtine. Berjewendiyên xwe li cem wan nabînin. Ew berjewendiyên xwe li cem paşverûyan dibînin. Ya rastî, di qanûna mêhtingeriyê de jî pîvana rast ev e. Ji lewra jî dewlet an jî tevgerên paşverû yên li herêmê ji aliyê zirhêzan ve her destek dîtine. Di dema cihana duqutbî de jî qanûn bi vî rengî bû.
Li vir mebesta min ne ew e, têkilî bi van hêzan re nayê danîn. Bi van hêzan re kar nayê kirin û tifaq nayê kirin. Bêguman Kurd divê bi van hêzan re têkiliyê daynin û berjdewendiyên xwe li ber çav bigirin. Kurd naşî nînin. Dizanin di hevsengiyan de cih bigirin û eger negirin, dizanin wê man û nemana wan bikeve xeterê. Ji lewra jî min di nivîsa xwe ya bihurî de îşaret bi girîngiya dîplomasiyê kir. Li vir a ez dixwazim bibêjim ew e, divê em di hin mijaran de çavkorî nebin, pîlan, dek û dolaban bibînin, li wan serwext bibin. Li gorî wê bi tevdîr bin û şaşiyên dîrokî nekin. Tiredîn Trump di heqê wî de li Emerîkayê îdîayên ciddî hene û ew siyaseteke li derveyî pîvanên heyî dimeşîne. Li dijî wî nerazîbûneke xurt heye. Di vê çarçoveyê de xebatên dîplomasiyê jî dikarin encamgir bin. Divê mirov pêşbîn li bûyeran temaşe bike, ne ku bi ber bayê bûyerên rojane bikeve.