Kordînasyona Giştî ya YPS´ê da zanîn ku di nava sê rojan de di şer de herî kêm 6 çeteyên qesra serokkomarê Tirkiyeyê hatine kuştin û 1 jî birîndar bûye. Li gorî daxuyaniyê di vê demê de 2 maşînên zirîhpûş hatine îmhakirin, li tankekê weha hatiye kirin ku êdî bi kar neyê û 3 tankan jî derb xwariye. Li gorî daxuyaniya YPS agahiyên derbarê navçeyeên berxwedanê de weha ne:

NISÊBÎN: Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê 3´yê Nîsanê li taxa Elîka li der dora rêya hevrîşm tankeke dixwest bikeve taxê derbeke bi roketê xwar. Li heman deverê heman rojê piştî nîvrojê di çalakiyeke bombeyî de tankeke din a xwestî bikeve taxê, welê lê hat kirin ku hew were bikaranîn. Li heman taxê 4´ê Nîsanê çeteyên dewleta Tirk ji çar milan ve xwestin bikevin taxê û ketin kemînê. YPS dide zanîn tevî ku kuştî û birîndarên çeteyan hene jî herjmar nehatiye zelalkirin. Herçî devera Morîka a vê taxê ye, lê endamekî tevgera taybet a jendermeyan (JOH) hat kuştin û yekî din jî hat birîndarkirin. Di şerê li vê deverê de 2 şervanên YPS jî jiyana xwe ji dest dane.

Li taxa Koçeran jî 5´ê Nîsanê wesaîteke zirîhpûş a tîpa Ejder bi roketan bi temamî hat îmhakirin. Heman rojê paşê çeteyên xwestin bi 2 tankan bikevin taxê jî ji ber ku tankan derb xwar vekişiyan. Heman rojê di şer de 2 endamênên JOH´ê hatin kuştin.

ŞIRNEX: Li Şirnexê 5´ê Nîsanê li ser rêya Cizîrê 5 çeteyên qesrê bûn armanca çalakiyeke YPS´ê û di encamê de 3 polîsên tevgera taybet (POH) hatin kuştin. Hema rojê di bombebarana hêzên dewletê de 2 şervanên YPS jiyana xwe ji dest dane.

WAN: Li Wanê jî 4´ê Nîsanê li taxa Karşiyaka ya li ser rêya hevrîşm 2 wesaîtên zirîpûş ên dewleta Tirk ji çar milan ve kirin armanc ji çalakiya xwe re. Di encamê de herdu maşînan jî derb xwar, lê hejmara kuştî  û birîndaran nehat zelalkirin.

GEVER: Li navçeya Colemêrgê Geverê 5´ê Nîsanê bi şev li ser rêyeke di navbera taxên Gungor û Cumhuriyetê de maşêneke zirîhpûş a çeteyên dewleta Tirk bi bombeyan hatiye îmhakirin. Heman rojê di encama bombekirina taxan de şervanekî YPS´ê jiyana xwe jid est daye.


Pakrewanên YPS´ê

Ji şeş şervanên jiyana xwe ji destdayî nasnameya 4´an hat eşkerekirin. Li gorî vê Rojhat İşleyen ê bi navê şervan Cîlo Botan û Neriman Koçhan a bi navê şervan Yıldız Gabar 4´ê Nîsanê li Nisêbênê jiyana xwe ji dest dane; Yunus Keskin ê bi navê şervan Adil Bilikî 5´ê Nîsanê li Geverê jiyana xwe ji dest daye; Yusuf Aybak ê bi navê şervan Şoreş Goyî Masîro jî 5´ê Nîsanê li Şirnexê jiyana xwe ji dest daye.