
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Gabarê di çalakiyên li dijî eskerên Tirk ên di operasyoneke eskerî de herî kêm 5 esker hatine kuştin, eskerek jî birîndar bûye.
HPG´ê da zanîn ku 10'ê Kanûnê, li Navsera Gabarê ya li çiyayê Gabarê yê li Şirnexê, artêşa Tirk a dagirker a operasyon birêve dibir, bi şev bûye armanca çalakiya gerîlayan. Gerîlayan bi 4 çalakiyên sabotajê, derb li eskeran xist, lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.
Gerîlayan roja din (11 Kanûn) danê sibehê milekî heman operasyonê xist hedefa çalakiyeke sabotajê û di çalakiyê de 3 eskerên Tirk kuştin û gelek jî birîndar kirin. HPG wekî din dide zanîn ku 13´ê Kanûnê gerîlayan dor li yekîneyeke heman operasyonê girtiye û di encama derbên xurt de 2 esker hatine kuştin û eskerek jî hatiye birîndarkirin.
HPG´êî da zanîn ku piştî van derban, artêşa Tirk bêyî ku encamekê bi dest bixe ji herêmê vekişiyaye.
Şerê li Kerboranê
HPG´ê derbarê şerê 10'ê Kanûnê yê li bejahiya Kerboranê rûdayî jî agahî dan û got, "Ji ber operasyona Artêşa TC ya dagirker dayî despêkirin, di navbera yekîneyeke me ya gerîla û artêşa Tirk de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Rûbar û Rojger ên bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kirin, şehîd bûn."
Nasnameya van gerîlayan HPG´ê wiha eşkere kir: Rûbar Kerboran (Bahoz Baysal)
ê 1988´an li Kerboran/Mêrdînê ji dayik bûyê; Rojger Kerboran (Şahîn Acar) ê sala 1991´ê li Kerboran/Mêrdînê ji dayikbûyî.
ANF /BEHDÎNAN