Mijara me ya vê carê li ser zivistan, serma û seqema welatê me ye. Kurdistan welatek e; bi deverên xwe yên cihêwaz, tê nasîn. Di nexşeya Kurdistanê de, her cûre xweza û cûreyên axa ku mirov li ser bijî, heye. Rojavayê kurdistanê hema bêje, piranî deşt e. Li başûr, bakur û rojhilat jî hin herêm deşt û hin jî çiya ne. Bêguman, jiyana li berrî û şaxan nabe wekhev. Her yek ji wan xwedî xisletên cihê ne. Lê bi her du awayan jî jiyana mirov ya li ser axa xwe ji her deverê xweştir e. Ji derveyî cihêrengiya xweza, ax û avê, avhewa jî tê guhertin. Li hin herêm û gundên Kurdistanê, di werza zivistanê de berf heta 3-4 metreyan dikeve û li hinan jî salesal berf nabare. Ev cihêwazî zengîniya welêt e. Yanî dema ku mirov di werzeke salê de li Kurdistanê bigere, wê karibe her werza salê, rengîniya avhewa û xwezayê di nav hev de bibîne. Welat hene, berf ji erdê ranabe û hin jî her çol in. Lê li Kurdistanê her 4 werzên salê her bi hev re hene.
Ji ber ku zivistan hat, ez dixwazim hinekî qala zivistana Rojava bikim. Yanî bi kurtî be jî dixwazim werz, meh, gît û xwarinên zivistanê bi bîr bînim. Zivistan bi meha Kanûna Pêşîn dest pê dike. Li gorî hesabên mehan, meha 12an Kanûna Pêşîn e, û meha 1ê Kanûna Paşîn e. Berî em vê mehê şîrove bikin, pêwîst e ku em li ber navê Kanûnê rawestin. Peyva kanûnê çi ye û ji ku hatiye? Kanûn, ji kortika tirafa êgir ya di pixêrîkê (pêjgeh) de, hatiye. Bi pêşveçûna teknîk û teknolojiyê re û bi taybetî li herêmên deştî, bikarînana alavên kevnar, pir kêm bûye. Lê ev nayê wê wateyê ku li her devera welêt, ev bi pêş ketiye. Heta niha li hin gundan, kortikên tirafa êgir li kar in. Ji bo vê yekê kurdan li gorî bikarînan û şêweyê jiyana xwe, nav li tiştan kirine. Piştî Kanûna Pêşîn, Kanûna Paşîn tê. Navê van her du mehan, ne ji xwe de hatine. Li gorî hin çavkanî û xeberên dayîkan, di van her du mehan de, ti karê mirov ji bilî dadana êgir namîne. Li van her du mehan gelek nav hatine kirin: Kanûnkiz (kiz; ji sermaya dijwar, canê mirov dikizire), Berfanbar, Rêbendan û hwd. Li gorî hin kurdîaxêvan, peyva zivistan û çileyê yek wate ye. Ji ber ku li cem kurdan hejmara 40 pir li kar e, û pir ketiye ser zimanan de. Mînak: çilê havînê, çilê zivistanê, çilê zarokê, çilê mirinê û hwd. Çileyê zivistanê ji 13ê Kanûna Pêşîn dest pê dike û 40 rojî diajo. Yanî çile, 40 rojên di nîvê zivistanê de ye. Ji qewlê kurdan ve:
Kanûn e ew kanûn e
Berf tê ji ezman e
Qira ebd û insan e
Di Kanûna Paşîn de gîtek heye. Gît; ba û barana bi hev re ye ango bahoz e. Xelk, ji bo ku kar û barên xwe bikin, li benda rawestana gîtan dimînin. Di Kanûna Paşîn de, Gîtê Enter heye; gîtê Enter jî bi nav û deng e. Sersala kurdî ango serê salê piştî ya zayînê (mîladî) bi 13 rojan e. Navê sersalê Meyremok e. Meyremok jî destpêka zayîna mîyan e.
Piştî her du kanûnan, êdî sibat serê xwe radike. Mirov bi sibatê re heyîrî dimîne, geh germ e û geh sar e! Ji bo vê yekê jî jê re sibatoka dînik, tê gotin. Ji qewlê kurdîaxêvan ve:
sibat e, berf hatiye ber qulat e"
Sibehê hatiye, êvarê hilatiye"
Çend navên din ên Sibatê hene: Reşemî, Şewat, Şibatoka Dînik û hwd.
Du gît di sibatê de hene. Gîtê Pîrê û Gîsk û ya legleg û hechecîkê.
Xwarin hene bêtir di zivistanê de tên pêjkirin. Mîna: nîsk, danûnok (teftî), kutilk, hewdel, dermale, qelî, dimsehêk û hwd. Ev xwarin hinav û dilê mirovan germ dikin. Kurd ji ber ku ji xwezayê venaqetin, awayê jiyana xwe li gorî xwezayê dirêsin.