Bûyera dawî ya di Dadxaneya Stenbolê de pêkhatî û dozgerek û du çalakvan hatin kuştin, nîşan dide ku li Tirkiyê rejîm bi giştî ji kontrola civakê tê derxistin. Rewşeke bitirs tê afirandin. Xelk li jor, di saziyên dewletê de çi pêk tê, zêde nizane û ti kes nikane qala şêwazê rêvebirina dewletê bike.
Li welatekê çavdêrîkirina xelkê ya rêvebirina saziyên dewletê û polîtîkayên hikûmetê çiqas hêsan û bêtirs be, ew rejîm ewqas demokratîk tê binavkirin. Di demokrasiyê de rêveberên dewletê ji xelkê ditirsin û hewil didin ku ti şaşitiyan nekin. Lê di rejîmên despotîk û dîktatorî de xelk ji dewletê ditirse û newêre kesayetên erkedar ên dewletê rexne bike û rejîmê pirsyarî bike. Di vî çarçoveyê de rejîma Tirkiyê ya îroyîn bi her awayî rejîmeke despotîk e.
Dema bûyerek pêk tê, dengê medyayê tê birrîn. Medya mecbûr tê hiştin ku tenê vegotinên berdevkên hikûmetê esas bigire. Lê daxuyaniyên ku ji hêla saziyên dewletê ve tê kirin, ti kesî îkna nakin.
Dewlet û hikûmeta Tirk hemû polîtîkayên xwe li ser tirsandina xelkê bi rê ve dibin. Hikûmeta ku li derve bandora xwe ya dîplomatîk wendakiriye, li hundir jî ti hêviya aramî û jiyaneke demokratîk nade xelkê. Rojeva wê ne çareserkirina pirsgirêkên civakî, ne aramîkirina jiyana xelkê û ne jî demokratîkkirina rejîmê ye.
Hikûmet bi kadroyên xwe yên lumpen û pozbilind nikane ti karê xwe bi rê ve bibe û pirsgirêkên civakî çareser bike. Êdî ligel pirsgirêkên siyasî, pirsgirêkên aborî jî roj bi roj xelkê bênefes dihêlin.
Ji ber ku rejîmeke demokratîk li holê nîne; hikûmet hewil dide ku jiyana civakî bi bilindkirina radeya zordestiyê kontrol bike. Derxistina yasayên ku pêşiya zordestiya hêzên dewletê ya li ser xelkê vedike û lewazî û aciziya hikûmet û rêveberiya dewletê nîşaneya kirîzên hên kûrtir ên siyasî û civakî ye.
Jixwe çapemeniya cîhanî li ser kesayetiya Serokdewlet R.T.Erdogan di tespîta ‘megaloman’ de li hev dike. Ew jî ji bo rizgariya xwe ya şexsî dixwaze rejîma parlementerî veguherîne rejîmeke dîktatorî ya bi navê qaşo serokatiyê. Bi gotin û pratîka xwe rêveberiya dewletê xitimandiye. Daraz, hikûmet û arteş newêrin tiştekî ku nerihetiyê bide wî, bikin û nikanin tiştekî vebêjin. Hemû erkedarên dewletê pesna wî didin û dibêjin ku ‘gotinên wî wek qanûn in.’
Ev rewşa aloz ya rêveberiya dewlet û hikûmeta Tirk ji bûyerên tarî yên wekî bûyera dawî ya di Dadxaneya Stenbolê de pêk hatî re bingehê ava dike. Di siberojê de li Tirkiyê eger çalakiyên DAÎŞ û El-Qaîdeyê jî pêk werin, gereke mirov pê şaş nemîne. Vê hikûmetê bi polîtîkayên xwe yên mezhebî destê xwe li Sûriyê, Iraq û Yemenê xiste nava xwîna xelkan. Ew ê ji ber polîtîkayên xwe yên dijkurd yên bi piştgiriya DAÎŞ’ê bi rê ve birin, di siberojê de wê bi hesapdayînê re rû bi rû bimînin...
Wekî ku bala herkesî kişand; hikûmeta AKP’ê tavilê bi şovên medyatîk, dest bi bikaranîna bûyera di Dadxaneya Stenbolê de pêkhatî, kir. Bi vî awayî him dixwaze polîtîkayên xwe yên zordest rewa bike, him jî dixwaze rolê mazlûmtiyê bilîze û ji bo hilbijartinê piştgiriya xelkê bistîne. Lê wer xuya ye; baweriya xelkê Tirk a bi vê hikûmetê her roj kêmtir dibe û Kurd jixwe zêde bi wan bawer nakin. Ji ber vê rewşê, hikûmet şûna polîtîkayên îknakirinê, vegotin û polîtîkayên tirsandinê kûrtir dike.
Ji hilbijartina ji bo parlamentoya nû ya Tirkiyê re du meh mane. Hikûmeta AKP’ê û Serokdewlet Erdogan xelasî û serkeftina xwe di alozî û tirsandina xelkê de dibînin. Di heman demê de ev helwest nîşaneya tirs û bêbaweriya ji xelkê jî îfade dike. Bûyerên tên jiyîn, wateya hilbijartina 7’ê Hezîranê jî radixe ber çavan. Di 8’ê hezîranê de xelkên li Tirkiyê yan wê bi rojeke hên tarîtir re hişyar bin an jî wê bi têkbirina AKP’ê re deriyê rojên ronî vekin...