Bêrîvanên ji gundê Qadyan ê ku 20 kîlometreyan nêzî gund e her roj ji bo pez bidoşin diçin zozanan bi mirinê re rû bi rû dimînin. Bêrîvan her roj di kasayên kamyonan de bi rêvîngiyekî zor û zehmet diçin herêma Orşe û pez didoşîn û careke din û bi heman rêbazê vedigerin gund. Bêrîvanan xwest ku demildest bombebaran bê rawestandin.

Jina bi navê Kezîbe Sevdîn diyar kir ku ew ji bo şivanan gelek bi guman û wiha got: "Me heya serê sibê ranekavin. Her şev li ser van zozanan balafirên şer difirin. Rewşekî qiyametê ye. Bi hezaran mezê me li vir heye. Xwedê kesên van balafir û topan dişînin vir efû neke. Em tirsiyan. Qet nebe canê mirovan li holê ye. Li van çiyayan bi dehan şivan û zarok hene. Di serî de Xwedê vê yekê qebûl nake. Erdogan van mirov û sewalan bomberan dike. Çavkaniya dembara me sewalkarî ye. Lê çi be bila bibe me vir bernadin. Ev der axa me ye.Çend zarok di destê min de hene. 4 li zanîngehê ne.Ez dê derbara van çawa bikim. Xwedê vê yekê qebûl neke."

Jina bi navê Begîrxan Turan jî got "Hekem em mecbur nebin em nayên vir. Me ev qas zehmet nedikişand." û wiha got: "Tu karên me yên din tuneye.Em bi van sewalan jiyana xwe didomînin. Heke ev jî nebin em dê çi bikin. Em dê derbara zarokên xwe çawa bikin. Çi bikin jî em mecbûrin bên vir. Ev der zozanên me û cihê me ye."

Bêrîvana bi navê Fatma Sevdîn ligel temenê xwe yê borî jî dest ji karê bêrîvantiyê bernedaye. Fatma Sevdîn a ku 72 salî diyar kir ku rewşa wan a aborî nebaş e û wiha got: "Ez derbara hemû malbatê dikim. Tu kesên din tuneye. Ji vî karî tu karên din ên ez bikim tuneye."Bêrîvana bi navê Ayten Sevdîn jî diyar kir ku hemû dahatin û mehaneyên wan ew pez e û wiha got: "Du zarokên mîn jî şivantiyê dikin. Heke em neçar neban min ew nedikirin şivan. Niha ji ber bombeyan birçîne. Nikarin ji qada lê heyî derbikevin. Em jî nikarin biçin. Lê êdî min bikujin jî ez dê ji zarokên xwe re nan bibim. Em teqez zozanên xwe bernadin, bernadin û bernadin."


NEDÎM TURFEN / DÎHA/COLEMÊRG