ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Kovara xêzeromanan a bi Kurmancî û Kirmanckî êdî li Ewrûpayê ji aboneyên rojnameya me re jî diçe. Hejmara 3´yê ya Zrîngê bû hejmara 1´ê ku me da aboneyên xwe. Aboneyên me yên li Hamburgê gotin, Zrîng valahiyeke mezin dadigire. Wan peyamek da xwînerên mayî û kesên neabone jî, “Ev kêfxweşiyeke mezin e. Bixwînin û ji vê kêf û zewqê nemînin.”

Henekên berê û rojên bihurî

Ji aboneyên me Îmam Comert ê ji gundê Semsûrê Qereagacê, bi bîr dixe ku mîzah û henek beşek ji çanda Kurdan e û wiha dewam kir: “Li Kurdistanê têgihiştineke mîzahê ya tebîî hebû. Nexasim li gundewaran ev pirr bû. Henekên ku dikirin kes ji kesî nedixeyidî, kêf û şahiya xelkê bûn. Gava ku ev hejmara Zrîngê bi rojnameya min re hat, ew roj hatin bîra min û ez bişirîm. Pêvajoya em tê de têra xwe bi êş û ragêşî ye. Bi ya min divê her kes ji bo ku Zrîng li mala wan jî bibe mêvan, bibe aboneyê Yenî Ozgur Politikayê û ji vê kêf û şahiyê nemîne.”

   

Ji nû ve ez ê bibim abone

Îdrîs Savci yê ku berê aboneyê rojnameya me bû jî, piştî Zrîngê biryar daye ji nû ve bibe aboneyê rojnameya me. “Bi rastî jî pêdiviya civakê bi ken heye. Li vê dîasporaya her kes bi xwe daketî de, Zrîngê em kenandin. Bi meraqeke mezin ez li bendê bûm. Heger em dixwazin di jiyana rojane de hinekî aram bin û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin, divê em wê bixwînin û bidin xwendin.”

Êdî mîzaha me bi zimanê me ye

Ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê Leyla Kaya jî ji Zrîngê gelekî razî ye. Ew bi xwe ne abone ye, lê dîtiye li komelê tê xwendin: “Li Komela Hamburgê çendek heval tiştin dixwendin û pê re dikeniyan. Min meraq kir. Wexta min pirsî ka ew bi çi dikenin, wan got, Zrîng a ku Yeni Ozgur Polîtîkayê dayî wan dikenîne.” Ew dibêje, pêdiviya civakê bi mîzah, ken û xêzeromanê jî heye û ya hêsan ew e ku mirov bibe aboneyê Yenî Ozgur Polîtîkayê, hingê ew ji mirovî re jixwe dişîne.

Destxweş!

Herçî Metîn Baxlar e, hema di cih de berê xwe daye Qirix û tîpên di Qirix de: “Weke kesekî ji Amedê, cihê Qirix ji bo min taybet e. Wekî din min Ozgur Amed jî bi kêfxweşî xwend. Pê re weke ku careke din ew pêvajoya hepsê bê ber çavên min. Bila destên yên çêkirî xweş be. Kovarên bi vî rengî ji bo fêrbûna zimanê dayikê jî baş e. Heger ez kar peyda bikim, wê karê min ê pêşî bibe abonetiya Yeni Ozgur Politikayê.”

Em xwedî li Kurdî derkevin

Nesrîn Xelîl ji Rojavayê Kurdistanê ye. Karbidestê wê aboneyê rojnameya me ye: “Wî ji min re got, Zrîng bi Kurdî derketiye. Em li sirgûnê ne û êşên me hene. Pêdiviya me bi ken heye. Wekî din ez ji xelkê me tika dikim, bila Kurdî fêrî zarokên xwe bikin.”