Edîtorê Zrîngê û karîkatursaz Dogan Guzel ji bo Zrîngê dibêje, “Em kovareke wisa derdixin ku Kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rehetî karibe rûpelên wê li hev bixe, xwe pê egle û eware bike, kêf bike.”
Ji mîzaha Kurdî ev demeke dirêj tiştekî girîng kêm e. Û ev kêmbûn xuyabûna şûnekê ye jî. Em behsa Pîne dikin; bi rastî jî şûna Pîne gelekî xuya ye. Axir ne weke Pîne tenê mîzah be jî, û giraniya wê xêzeroman jî bin, va ye mizgîniya Zrîngê tê; ew ê bibêje, zrîng û li bin guhê şildim bildima li Kurdistanê bikeve. Hem jî di bîst saliya koavara Pîne de: Cotmehê hejmara yekê ya Zrîngê derdikeve, çawa ku berî bi 20 salan Cotmehê hejmara 1´ê ya Pîne derket.
Kovara karîkaturan Zrîng wê bi sêwirandineke xas û dîtbariyeke xweser derkeve. Çawa ku edîtorê kovarê, karîkatursaz Dogan Guzel dibêje, ew kovareke wisa derdixin ku Kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rehetî karibe rûpelên wê li hev bixe, xwe pê egle û eware bike, kêf bike.
Zrîng 32 rûpelî ye û wê mehê carekê bê weşandin. Hejmara ewil a Zrîngê, wê Cotmehê derkeve. Edîtor Dogan Guzel, dibêje, hejmara yekê ji weşanê re amade ye.
Bi Kirmanckî û Kurmancî
Guzel ya dilê xwe xef nake ji kesî û dibêje, ew li benda îmtiyazeke pozîtîf, cudakeriryeke pozîtîf a xwendevanên Kurdî ne: “Em kovareke bi Kurdî derdixin. Hem jî bi Kurmancî û Kirmanckî. Em bawer dikin, gelek kesên ku pirr tiştên xêzikî û mizahî naxwînin jî, lê tenê ji ber ku bi Kurdî ye wê destekê bidin me. Ew ê bi îmtiyazeke pozîtîf ber bi me ve bên, û em ê jî hewl bidin da ku ev qenciya wan berba nebe.”
Dogan Guzel ji me re got, ew niha kovarê weke du kovarên bi heman naverokê lê bi du şêwezarên cihê yên Kurdî hazir dikin: aliyek Kirmanckî, aliyê din Kurmancî. Ew dibêje, heger derfetên wan ên madî çêbin, ew dixwazin kovarê bi Soranî jî derxin.
Got zrîng û bû kovara xêzeroman
Edîtorê din Îmam Cîcî gava ku behsa armancên xwe dike, Pîneyê jî bi bîr tîne, “Fikra kovareke nû ji dema Pîne hatî girtin û vir ve, di hişê her hevalê xêzçêker û karçkaturîst de bû. Li vir fikra min ew bû, em ji bo zarokan bi tecrûbeya salan a xêzkirinê, kovareke bi Kurdî biweşînin. Gava min ji Dogan re behsa vê kir, hew me dît, bi kelecana kovarê em maketa wê jî çêdikin. Kovar bi demê re mezinbû êdî ne ya zarokan bû, pêşî nûgihayî bû û piştre jî giha; û got, zrîng û bû kovareke xezeromanê.”
Ji bo herçar parçeyên Kurdistanê
Dogan Guzel dibêje, armanca wan ew e ku kovarê li her çar parçeyên Kurdistanê belav bikin, û ji vê wê de jî heye: li seranserê dinyayê bigihînin Kurdan hemûyan.
Ji bo vê jî xwedî kadroyeke karîkaturîst û nîvîskarên mîzahê ya xurt e, ku civak Kurd jî wan baş nas dike: Dogan Guzel, Îmam Cîcî, Halîl Încesu, Ronî Batê, Eşref Mumcu, Bunyamîn Karakoç, Tersteqle Reco û hin navên surprîz.
Edîtorê Zrîngê, Dogan Guzel dibêje, kovar ne tenê ji mîzah û karîkaturan tê pê, xêzeroman tê de hene, hin kes wê çîrok û serpêhatiyan jî binivîsin.
Xwîner wê kêf bikin
Dogan Guzel xemxwariya xwe ya ji bo Kurdî jî wiha îfade dike: “Ez behsa tirsa Kurdan a ji bo Kurdî dikim. Behsa wan xwendevanan dikim ku berê gava kovar, pirtûk û rojnameyên bi Kurdî bi heyecan dikirîn, lê di rûpela sisêyan de hêviya wan nedima û çavtirsandî dibûn. Divê em barê wan hevalan sivik bikin. Divê em Kurdî, ji wê meydana dilketiyên ziman derxînin. Em behsa zimanekî dikin ku Kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rehetî karibe li hev bixe û xwe pê egle û eware bike, kêf bike. Em behsa Kurdistanê dikin, bihuşta qehwexaneyan, heger her qehwevan tenê yekê bikire û deyne qehwexaneya xwe, kes wê pişta me nede erdê.”
Plansaziya tîrajê niha 5 hezar e û wê di ser tora belavkeriya Kurdî re ev pêk bê.
Ji bo karîkaturîstên nû şûnek
Guzel îşaret pê dike ku demeke dirêj e wan dev ji karê kovargeriyê berdabû, lê belê vê carê hêvî dikin ku ji bo karîkaturîstên nû şert û mercan çêkin: “Êdî em jî li vira ne.”
Lê edîtor Dogan Guzel hêviya ji xwîneran li pêşiya hertiştî datîne. Guzel bi bîr dixe ku kovarên karîkaturê û yên qerfî yên piştî Pîneyê nekarîne demeke dirêj dewam bikin, û armanca wan ew e ku bi Zrîngê gaveke nû biavêjin. Ew hêviya xwe jî wiha îfade dike: “Hêvîdar im xwîner li Zrîngê xwedî derkevin. Em gavekê diavêjin, lê divê xwîner 10 gavan biavêjin, da ku em karibin dewam bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Pîne bi me ve man Zrîng hat hewarê
Pîne bi 36 hejmarên xwe ji bo mîzaha Kurdî ya bi karîkaturan bûbû mekanekî azadiyê. Hejmara 1´ê ya Pîneyê 2-15´ê Cotmeha 1999´an derçûbû û hejmara dawî jî Tîrmeha 2002´yan derçûbû. Li ser ferhenga înternetê tirşikê, bikarhînerê bi navê Birho Fîlo gava 3´yê Adara 2014´an Pîne bi bîr dianî, ev rêzên hanê dinivîsandin ku şûna xuya ya Pîneyê xweş dide hîskirin:
“Kovara yekemîn e ku min bi Kurdî xwend. Li dibistana leylî ango mekteba sêwîyan, herkesî elîfbêtika xwe ya destpêka quranê bi dolaba xwe ve didaleqand, min Pîneya xwe di nav kincan de vedişart da ku di kontrolan de kes nebîne. Weke pirtûkeke pîroz min û hevalên xwe evaran lê dimeyizand. Piştre pîne çû û vemirî, lê pîne her bi me ve man.”*
Pîne bi me ve man, lê va Zrîng hat hewarê.
* Nivîs di warê rastnivîsê de hatiye sererastkirin.