Hejmara 6’an a kovara xêzeromanê ya bi Kurdî “Zrîng”ê derket. Kovarê hem bi berga xwe hem jî bi naveroka xwe bal biriye ser “Newrozê” û bi têmaya “Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê” xwe gihand ber destê xêzeromanhezan.

Di vê hejmara Adarê de bi Kurmancî û Kirmanckî , ji bilî Newrozê, 8?ê Adarê û têkoşîna jinan jî ji bîr nekiriye. Di hejmara 6’an de li gel beşa Qirix, Zarokên Nemrûd, Tirşik, Mehlûqatên Eşref, Dîkê Qoqo, Sosretîk, Hestûyê, nivîsa Ozgur Amed, Terstaqla Reco, hevpeyvîna xêzî ya Kemal Gokhan a bi Migirdîç Margosyan re, xêzên Erceren hwd. gelek xêz û nivîs cih digirin. Her wiha kovarê di vê hejmarê de jî qehremanê xêzeromanê Asterîx tehlîl kiriye, di rûpela SînemaZrîngê de çar filmên cuda hatine xêzkirin, û di rûpela “Şîreq Amatorên Zrîngê” de kovarê cih daye xêzên du xêzkarên amator.

Hefteya bê şemiyê kovar wê bi rojnameya me re bigihe ber destê aboneyên me.

 

FRANKFURT