Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê xwestin Zubêr Biradostî were berdan û hukûmet li gorî pîvanên yasayê tevbigerin.

Hêzên Asayîşê yên PDK´ê 65 roj in, rojnamevan Zubêr Biradostî xistin binçavan. Aqûbeta wî diyar nîne.

Rojnamevanên Hewlêrê binçavkirina rojnamevanan a derqanûnî şermezar kirin û daxwaza berdana nûçeghanê ajansa Rojnewsê Zuber Biradostî kirin û gotin; "Ev hemû binpêkirinên li hemberî rojnamevanan tê kirin siberojek metirsîdar ji bo karê rojnamevaniyê çêdike."

21'ê Tebaxê nûçegihanê ajansa Rojnewsê Zubêr Biradostî ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hate binçavkirin, heta niha nayê zanîn ji ber çi û li gorî kîjan yasayê hatiye binçavkirin. Tam ev 65 roj in di bin çavan de ye.

Rojnamevanên Hewlêrê li ser rewşê axivîn û daxwaza azadiya Zubêr Biradostî kirin.

Aqûbeta wî diyar nîne

Rojnamevan Aras Ezîz ê li Dezgeha Diwaroj: “Rojnamevan peyama welatiyan ji aliyên peywendîdar re radigihîne. Divê li gorî yasa rojnamevanî nêzî rojnamevanan bibin. Cih û dosya binçavkirina wî rojnamevanî were eşkerkirin. Ev du mehin hatiye binçavkirin, ne cihê wî diyare û ne jî tê zanin ji ber çi hatiye binçavkirin. Weke rojnamevan daxwaz dikim ku rojnamevan Zubêr Biradostî were azadkirin û li gorî yasaya taybet a karê rojnamevanî nêz bibin.”

Rojnamevan Seîd Ebdullah: “Her çiqas yasayek taybet ji bo karê rojnamevanî li Herêma Kurdistanê hatiye erêkirin, lê mixabin, di dema binçavkirina her rojnamevanî de, dadgeh vedigerîne li ser yasayê ceza ya  Iraqê, yasaya dijî terorê û yasayên din. “

Çima hatiye binçavkirin ?

Li Hewlêrê li ser binçavkirina rojnamevan Zubêr Biradostî heta niha ne dadgehan, ne serdozger, ne hêzên asayîşê ti daxuyaniyek li ser dema binçavkirina wî nedane. Heta niha nayê zanin ji ber çi Zubêr hatiye binçavkirin û li gorî madeya kîjan yasayê. Ev hemû binpêkirinên li hemberî rojnamevanan tê kirin siberojek metirsidare ji bo karê rojnamevanî.

 

HEWLÊR / ROJNEWS