Sosyolog û felsefevan Zygmunt Bauman di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Baûman ê Polonyayî ku bi xebatên xwe yên li ser modernîzm, totalîtarîzm û postmodernîzmê dihat nasîn, sala 1989’an Xelata Amalfî, sala 1998’an jî Xelata Theodor Adorno wergirt.

Hin ji xebatên Bauman ku tevkarî bi felsefe û sosyolojiyê re kirine, wiha ne: “’Etîka Postmodern’, ‘ Hizra Sosyolojîk’, ‘Gerdûnîbûyin’, ‘Modernîte û Nediyarî’ û ‘Civaka Takekesbûyî’, ‘Jiyana Parçebûyî’.

Zygmunt Bauman kî ye?

Zygmunt Bauman, 19’ê Cotmeha 1925’an li Poznan a Polonyayê ji dayik bûye. Sosyolog û Fîlozof, bi xebatên xwe ku di beşa felsefeya Postmodern de hem di pêkanîna qada sosyolojiyê hem jî di asta wê ya teorîk de dihat nasîn.

Zygmunt Bauman, heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî li Poznan-Polonyayê jiyana xwe domandiye. Piştre çû Yekîtiya Sowyetan û piştî şer jî li Zanîngeha Varşovayê doktora kir, ezmûna xwe ya Doçentiyê da.

Ji 1954’an û şûn de li heman zanîngehê dersên sosyolojiyê dan. Sala 1968’an ji Partiya Komunîst a Polonyayê veqetiya. Heman salê, ji ber sedemên polîtîk navê xwe yê profesorê sosyolojiyê ji dest da. 

Koçî Îsraîl kir

Neçar ma koçî Îsraîlê bike. Sala 1971’ê, li ser banga Brîtanyayê, li Zanîngeha Leedsê dîsa derket ser kursiya sosyoliyê. Heta salên 1990’î jî xebatên xwe domandin.

Zygmunt Bauman, ji salên 1980’yî û şûn ve bi lêkolînên xwe yên li ser têkîliyên Modernîzm û Totalîterîzmê derket pêş. Bi taybet jî dahûrandinên wî yên têkîldarî Holocaust ên ji ser Nasyonalsosyalîzma Elman kirî, li ser vî esasî bandoreke mezin kir.

Bauman, di heman demê de bi xebatên xwe yên li ser postmodernîzmê cihekî girîng digire. Hewl daye bi nivîsên xwe, nîşan bide ku bi postmodernîzm çi ye û hewl daye vê mijarê zelal bike.

Sala 1989’an Xelata Amalfî û sala 1998’an jî Xelata Theodor Adorno wergirt.


NAVENDA NÛÇEYAN