Anîmasyon û lîstikvanî

  • Anîmator him nivîskar him derhêner him jî lîstikvan e. Çîrokê dinivîse, diyalogan çêdike, bi ser de jî dîmenan yek bi yek ava dike, paşê mijar çi be, êdî karaktera xwe dixe nav tevgerê (acting)

BERRI SHEMDIN

Belê, anîmasyon û lîstikvanî. Belkî hûn ê bêjin çi elaqe? Her tim dibêjim, û wa ez ê dîsa bêjim, her tişt bi hev ve girêdayî ye, mîna her parçeyên ku gerdûnê temam dike. Listîkvan insan e, tabî û parçeyekî xwezayê ye, xwediyê xweza û karakterekê ye û bi her tiştî re elaqayeke xwe heye. Ma ne di anîmasyonê de karakter tine ye, ka em çima li ser listikvaniyê biaxifin? Di anîmasyonê de tu bi lîstikvaniyê [aktoriyê] nizanibî tu yê ‘karakter’ çawa biafirînî? Xuyê min e, ez yekser dikevim nav meselê, ne hewce ye behsa wê bikim ka anîmasyonê çawa dest pê kir filan û bêvan, ez hema yekser bêm ser mijara xwe ya 'lîstikvaniyê'.
Anîmatorên ku anîmasyonan çêdikin li ser kompûter, IPad û bi bernameyên anîmasyonan, çawa ku ji bo filmên anîmasyonan ava bikin, hewce ye him bi niviskariyê, him bi derhêneriyê zanibe, gerek haya wê ji lîstikvaniyê jî hebe û pê zanibe.

Ma xeyalên me dikare bike paket?

Helbet ev kar her çiqas teknîkî be, mîna qalibekî xuya bike jî programên kompûteran nikarin xeyalên me mîna paket bîne deyne ber me. Belê qalib hene, lê tu yê wan qaliban çawa biafirînî, ha ew di destê hunermendê/anîmatorê de ye, afirînerî ew e.

Dibe listikvan jî

Anîmator him nivîskar him derhêner him jî lîstikvan e. Çîrokê dinivîse, diyalogan çêdike, bi ser de jî dîmenan yek bi yek ava dike, paşê mijar çi be, êdî karaktera xwe dixe nav tevgerê (acting).
Ha wê kêliyê ew dibe listikvan jî, ger anîmator bi lîstikvaniyî nizanibe ew ê karaktera xwe çawa çêke? Mesele ne tenê xêz e, înşakirina karakterên anîmasyonê ye. Bila insanek, ajalek an karaktereke fantasîk be, ferq nake, ger ew karakter be, xwediyê laş, form, sekn, enerjî, hest, xuy e.
Di lîstikvaniyê de çawa lîstikvan li ser rola xwe dixebite, ji bo karaktera ku bilîze li ser wê difikire, li ser lêkolînan dike (li ser her replîk, dialog, gotinên rolê, karakter deşîfre dike) dixwaze ew fêm bike, nas bike ku li ser laşê xwe, dengê xwe, hest û hişê xwe 'karakter' biafirîne û bi provayan 'acting' bike. Heman tişt ji bo anîmator jî hewce ye. Çawa lîstikvan, dema karaktera xwe bi pirsan analîz dike: Kî ye? Çend salî ye? Li ku dijî? Çi karî dike? Kesek çawa ye? Rîtma laşê wê çawa ye? Tevger û xuyên wê çawa ne?... hwd. Anîmator divê bi detayan hemûyan jî zanibe. Di lîstikvaniyê de karakter çawa him fizikî û hest him bi detayan analîz dikin, bi amûran listikvanî diafirînin, di anîmasyonê de jî li ser karaktera ku me xêz kiriyê ew tişt ava dibe.
Niha xiçek jî, em bikevin nav detayên lîstikvaniyê, lê metirsin, ez behsa teknîkên listikvaniyê yên Stanislavkî, Grotowskî, Micheal Chekov, Lee Strasberg-Stella Adler, Teknîka Meisner, Lacan.... an filan bêvanan nekim. Ez ê bi rêya herî sivik qise bikim ku xwendevanên derheqê lîstikvaniyê de bi tu tiştî nizanin jî jixwe destpê bikin, ji xwezaya xwe, li xwe mêze bikin û karakterê fêm bikin.

Destpêka astengkirina laş û qutkirina azadiyê

Li ser terîfa “hawîrdorê/ekolojiyê”, teoriyên Murray Bookchin ên gelekî xurt hene. Elaqeya wî bi listikvaniyê re tine helbet, teorîsyenekî anarşîst bû lê elaqeya lîstikvan bi anarşîzmê re heye, ka bisekinin, ez ê bêjim çawa heye.
Madem mesela me lîstikvanî ye, hewce ye ku haya me ji xwezaya karakter hebe. Erê, lê çi elaqeya anarşîzmê heye? Çawa nîne heyran? Derdê anarşîzmê herî mezin ne “AZADΔ ye, ên din; pirsgirêka desthilatdarî, hiyerarşî.... Ji bo jiyaneke azad e. Ê anîmator di mala xwe de rûdine û anîmasyonan çêdike, azadî ne pirsgirêka wî/wê ye? Ha vê kêliye em ê bi terîfa Murray Bookchin ber xwe bibînin.
Di pirtûka wî ya Azadiya Ekolojiyê de “xweza”yê awa tarif dike; Xwezaya Yekemin û Xwezaya Duyemîn. Xwezaya yekemin a fizikî; li derve em çi bibînin dar, çûçik, civak, çand, dinya gerdûn. Tevgerên derveyî me tev di nava xwezaya yekemîn de ne. Xwezaya duyemin; hundirê me, ruhê me, janên me, tiştên ku em hîn bûne, sîstem û dewletan li me ferz kirine. Ji taybetmendiya tehma devê me heta bi tiştên ku em jê kêf digirin li gor her kesî tewş lê ji bo we ya herî xweş e, yanê karaktera we, mîzaca we, rengê we yê şexsî ye. Çiqas xweş e ne werê?

Xwezaya Duyemîn, dengê dilê me ye. Lê ji bela sîstemên wehş, rengê xwe ji bîr kiriyê û em jî bûne mîna her kesî. Ez vê jî nebêjim ezê biteqim, di vê pirtûkê de dema behsa xwezaya insan dike, Bookchin dibêje (bi şorên min); hunermend; kesên ku ruhê xwe teslîmî vê pergalê nekirî ne, xwezaya wan pirr xurt e û “normal” nebûne û her dewam dikin. Dibêje, heta niha komînîst û çepgiran hunermend dîn, dijraber dihesibandin, ji ber ku qanûnên ku wan danîbûn di nav partiyên xwe de ji rabûn û rûniştinê heta bi forma axaftinê jî diyar kiriye û dixwestin her kes mîna wan be. Rexne dike û pişt dide hunermendan û dibêje, her mirov a rast awa ye, lê ên xwezaya xwe, taybetmendiyên xwe, hestên xwe teslîm nekirine, neketine nav “normal/pirraniyan” man û ên “normal” bûn jî afrîneriya xwe winda kirin. Li gorî min dema mirov wekî klîşe timî bibêje ‘hunermend ne normal e’ rîska xwe jî heye. Nexwe, zexelekî pîsik derkeve ku ji xwezayê fêm nekiribe, ew ê ji mafê ti kesî re rêzê negire û li ser navê hunermendiyê dînitiya xwe dijraberiya xwe bike maske, çi bê ber devê xwe bibêje, dijûnan bike, zirarê li jinan - nexasim mêrên hunermend, nivîskar vê bi kar tînin - bike, raşehitîbûna xwe, qelsiyên xwe, nexweşiyên xwe, xirabiyên xwe bike. Paşê jî navê wan tiştan deyne, dijrabertî. Halbûkî di xwezayê de heqxwarin tine, ne hewce ye em behsa wê jî bikin, zarok jî dizanin, azadî ne tene ew tişt e dilê te çi bixwaze tu wê bikî. Ger awa be, here xwe bike kuncikek çi dixwazî bike lê azadiya kesî neperçiqîne. Mirov sosyal e û madem parçeyê xwezayê ye, eynî mîna di gerdûnê de çi hebe bi hevre têkildar e, mirov jî awa, tena serê xwe nîne û bi derdora xwe timam dibe. Em giş parçeyên xwezayê ne, rengek in. Her kes xwediyê rengekî ye. Em yanê, ev rengên şexsan kesan civak, çand, netewe, ser axa xwe dibin yek reng lê nava vî rengî, rengorengo ye û her rengê şexsan karakteran çand, netewe, xweza bi xelekan bi hev ve girêdayî ne û em insan, heywan, dar, kulîlk, stêrk û gerdûnê timam dikin. Mijarê ez hinekî teng bikim û ji ser xwezayê bînim ser laşî. Û beşa feylezofiyê bila ji me ra bibe rê, malûm e, min gotibû her tişt bi hev ve girêdayî ye û her tişt bi insan ve girêdayî ye û helbet bi lîstikvan ve jî.

Sînor û laş

Feylozof Michel Faocoult di pirtûka xwe ya “Zayîna Girtîgeh”ê de behs dike ka desthilatan çawa laşê bi “Dîwarên Desthilat”an dike tangekê, terbiye dike. Em fêm dikin ka desthilatdaran bi sînorên xwe dîwarên xwe bi girtîgehan, dibistanan, nexweşxaneyan bi saziyên xwe çawa insanan, laşê insanan, sînorê laşê insanan çawa li gorî qanûnên xwe sînordar kirine.
Spînoza jî li ser laş analîzeke gelekî xweş dike, di Etîka da ew dibêje, “Sînorên laş ji hîşmendî/zêhn berfirehtir e”. Spinoza bi vê gotina xwe, behsa hişmendiyê dike ka tiştên ku em hîn dibin, bi me dane hînkirin çawa laşê me dike nav sînorekî. Pirrî caran hîn me hereketek ne ceribandiye yan em yekser ditirsin, yan jî yekser qebûl dikin ku em nikarin vê bikin.
Min çima behsa wan feylesofan kir? Da ku em hinekî meseleya xwezayê, sebebên astengiya li ber azadiyê, azadiya laş fêm bikin. Dema em vê ferq bikin, hingî em ê vegerin ser lêgerina xwezaya xwe, karibin bibin xwe, bi laşekî azad, hişekî ji desthilatdaran rizgarbûyî. Hingê, afirînerî jî wê bikevê dewrê. Têkiliya azadî û afirîneriyê heye. Ger laşê te azad nebe, ne tenê bi maneya fizîka insan, civaka ku em pê re dijîn, mekanê ku em tê de ne, welatê me azad e an bindest e, ew giş parçeyê wê ne. Nexwe, hingî hiş jî di bin bandora desthilatdaran de ye ku Spînoza jî behsa wê dike. Azad nebe hiş û laşê lîstikvan, lîstikvanî jî wê bi sînor be, anîmator azad nebe, hêza xeyalên xwe wê nikaribe bi anîmasyonekê li gor dilê xwe biafirîne û ew ê di nav qalibên heyî de bimîne.
Me gotibû anîmator gerek ji lîstikvaniyê fêm bike û me bi çend feylesofan behsa azadiya laş kir, ev aliyê teoriyê bû ku em pirsgirêkan tesbît bikin. Niha em bên ser aliyê pratîk. Anîmator çawa dibe lîstikvan? Li jor min gotibû, anîmator him nivîskar e, him derhêner e, him jî lîstikvan e. Dema karaktera xwe diafirîne hewce ye, mîna lîstikvan ku çawa ji laş, deng û hestên xwe karakter diafrîne, anîmator jî heman tiştan hewce ye, zanibe. A rast karê anîmator ji karê lîstikvanî zehmettir e. Bira jî karê anîmatorî pirr zor e. Di demên dawî de di vî warî de tecrûbeyeke min jî çêbû, dema koronayê min dest bi anîmasyonê kir, li ser appan, min got madem ez nikarim bileyzim, ez karim karakteran çêkim, anîmasyonekê çêkim, min hingî jî dît karê anîmatoriyê çendî zehmet e. Di lîstikvaniyê de, beden ji xwe hereket dike, moment [kêlî] hingê ji ‘impulsiv [bi dijwarî]’ derdikevê holê, lê anîmator hewce ye ji her tevgerê bi hemû guhertinê - bi dem û tevger - haydar be û bi kar bîne. Di her tevgera karakterê de hewce ye ji tayê porê karakter heta lingen laşê karakter baş zanibe, rûyê karakter li gorî hestên karakter, xuyê karakter her ‘dem’ê baş zanibe da ku çêke.

Halê notr

Tiyoyek ji lîstikvaniyê bidim, ji bo anîmasyoneran (di çêkirina karekteran de). Dema we karaktera xwe çêkir pêşî halê wê yê notr çêkin. Di vî halî de bila bi vê wêneya notr, temaşevan zûka wê nas bike û bawer bike. Ji emrê wê bigirin heta karê wê, çîn, xuy, sûret, sekn wê karakter diyar bibe. A rast, di serî de mîna stok karakter form bidî pê, pişt wî edî di her hareketê de ew ê li gorî tîpa xwe bimeşe, bikene, pal dide, baz dide.. hwd. Ger hûn ji karaktera xwe bi halê notr hez bikin, temaşevan jî wê hêz jê bike.

Gere temaşevan baweriyê pê bîne

Dema we halê notr çareser kir û ji hereketên laşê eynî mîna lîstikvanekî baş bi kar bîne, hingî temaşevan wê bawer bike. Helbet temaşevan zane ev ne rast e, eynî mîna şanoyê, lê ev bawerderî nebe ewê îlûzyon jî nebe û temaşevan ger bawerî bi lîstikvan, karaktera ku we ava kiriye neanîbe ew ê ji çîrokê jî bawer neke, empatiyê jî bi karaktera ku xeber dide, neke. Bila karakterek surreal, fantastîk be, dîsa hewce ye temaşevan jê bawer bike.
Dema we karakter ava kir û ew karakter xwediyê rîtmekê be, xwediyê hestan be, xwediyê stîla laşekî be, xwediyê hereketên rû dînamîk be û bi tevgera karakter be, hingê dibe lîstikvanekî serketî û temaşevan zûka wê karaktera anîmasyonê çi be jî insan, ajal, heta xêzek an xelekek be jî temaşevan wê enerjiya xêz xelekê jî hîs bike.
Anîmatorên îro diçin dersa lîstikvaniyê distînin, helbet ne ji bo sehnê ji bo “movement [tevgerê]” çêtir fêm bikin, bibînin û di laşê wan de guhertineke çawa çêdibe, nas bikin û hingî wê xweşik fêr bibin ka karakterên xweş û pêbawer çawa mirov dikare çêke.

Hûn jî lîstikvan in

Him dema mirov laşê xwe nas bike, ew têkiliya hest jî xurtir dibe. Laş û hest jî cuda ne, lê yek in. Yek qels be ya din jî qels dibe. Mîna xwezayê bi hev ve girêdayî ne. Laş û hest ne tenê ji bo lîstikvanan girîng in û ne hewce ye vê bêjim, a rast hûn jî têra xwe lîstikvan in ha, di nav jiyana xwe de.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.