Belgekirina amûrên muzîkê di peywenda Kurdistanê de

  • Dinyaya amûreke muzîkê pirrengîbûna wê ye. Niha em dibînin, mesela gîtaran dipîvîn û hemûyan li gorî heman pîvanê weke ku cêwî bin çêdikin. Lê esas rewşeke wilo nîne. Berê li Ewrûpayê jî nebû. Ev yek bi dînîtiyeke standartkirinê re hat nav cîhana muzîkê. 

ARGÛN KÎNAS

 

Gava mirov behsa belgekirina amûrên muzîkê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dike, pêşî kitêbek tê bîra mirovan. Ev kitêba Laurence Picken e* li ser saz û amûrên li Tirkiyeyê nivîsandiye. Di vê kitêbê de heger wî dîtibe, ew behsa wê yekê dike, ka Kurd li kîjan sazê dixin, yan jî bi awayekî çawa Kurd li filan sazê dixin. Esas li vir pirsa kî lê dixe, yanî, îcraker ji nava çîneke civakî (an komên etnîk!) ya çawa ye, ne ji wan meseleyan in ku elaqe nîşanî wan hatibe dayîn. Ev lêkolîn bi pirranî ji perspektîfa neteweyê (kurd, tirk, ermenî, hwd.) tên kirin. Li cem Kurdan jî mirov tesîrên vê dibîne. Yanî rê û dirba lêkolînan, karên berhevkirin û arşîvkirinê jî dayî ber xwe li cem Kurdan dişibe vê ya giştî. Ji ber wê di van karan de kêm jî bin, pirsa ka kîjan çîna civakê îcra dike, êdî ne muhim e ji ber ku bi pirranî perspektîf ew e ku her tişt jixwe ya netewe bin. 

Em ji bo Bakur bibêjin, ka Kurd çawa li înstrumanekê dixin, li Kurdistanê mirov çawa li amûreke muzîkê dixin? Çi di warê meqaman de, çi di warê stîlîstik de yan jî diwarê nuwansên muzîkal ên ziravtir de jî be yên ku bi vî karî baş dizanin, ji bilî îcrakeran bi xwe, ew kes in ku perwerdeya wan a konsevatuwarê heye, muzîsyen in. Ev bi serê xwe nakokiyek e. Ji ber ku ev kes zêde tiştan li ser nasnameyên etnîk û civakî yên îcrakerên amûrên cihê nizanin û elaqeyeke wan jî nîne ku zanibin. 

Halê hazir lêkolîneke li ser amûr û îcrakerên wan ên li Kurdistanê a berfereh nehatiye kirin. Yanî behsa çêkirina amûrekê, ka ji çi tê çêkirin, çawa tê çêkirin, ka kî çawa, li ku û kengî lê dixe, hîna nebûye behsa lêkolîneke berfereh. Yanî peydakirina agahiyên li ser derfetên îcrayê û îcrayê bixwe hatine hilberandin zehmet e. Yanî dibe ku mirov hin şopên elaqedarî van agahiyan di têbîniyên arşîvên TRT'ê de yan jî arşîvên berhevkaran de bibîne. Lê ka di encamê de kesî li ser Kurdan tiştekî wilo gelo weşandiye. Min bi xwe hîna nedîtiye. 

Karê dilxwazan e

Çima ev kar nabin. Ji ber ku ev karên berhevkirin û arşîvkirinê yên berfereh, gava bê destekeke xurt bin, zêde dewam nakin. Weke nimûne, niha ez û kesekî bi hev re tenê berhevkariyeke elaqedarî îcrakerên kemaçeyê bikin. Ti fon û destemka em digirin jî nîne. Em çi dikin, qeydên heyî hemûyan kom dikin. Ev bi serê xwe zehmet e. Yên ku qeydên xwe bidin te û nedin te hene. Hin ji qeydan baş in, hin bi kêr nayên. Mafên wan qeydan li cem kê ne jî meseleyeke din e ku hewceyî şêwirandina bi parêzeran dike. Ekîpmana dîjîtalkirina ya ji bo van qeydan pêwîst divê bê peydakirin. Li aliyê din aliyê zindî yê meselê heye. Gelek kemaçevan hene. Li her derî ne û diçin dawetan. Tu wê van bibînî, bi wan re bipeyivî û wan qaneh bikî da ku tu dîmen û dengê wan di dema îcrayê de bigirî. Pirraniya mirovan wê nexwazin mirov hefteyekê bi wan re be û dîmen û dengê wan qeyd bike. Sedema yekê ev e, ew ê ji xwe re bibêje, ka çima ew repertuwara xwe hemûyî li te veke? Sedema diduyê, enerjiyeke wilo ya mirovan nîne û sedema sisiyan jî ew e ku divê mirov pera bide wan. Lê perê me nînin. Yanî esas meseleya fonê bi vî awayî jî weke astengeke muhim li ber vî karî ye. 

Ez û kesekî din bibêjin, ev kar wilo zehmet e em teng bikin, em tenê bi 15 îcrakeran dakevin. Hingê jî ev kar bi hemû qonaxên xwe wê çend salan dewam bike. Jixwe piştre jî sinifandin û pêşkêşkirina wê - bi rêya kitêb û lêkolînan - ew ê jî hinekî din dirêj bike. Gava em berê xwe didinê, mirovên ku heta niha bi vî karî rabûne, bi dilxwazî kirine. 

Esas mezinahiyên sabît îstîsna ne

Herçî meseleya çêkirina amûrên muzîkê ye, belgekirina wan jî helbet muhim e. Lê ez dixwazim li vir behsa tiştekî heyatî di vê peywendê de bikim. Çarçoveyeke giştî ya her amûrê heye. Lê belê di xisûsa çêkirina wan de pirrengîbûneke ecêb heye. Esas mirov dikare bibêje, dinyaya amûreke muzîkê, înstrumanekê pirrengîbûna wê ye. Niha em dibînin, mesela gîtaran dipîvîn û hemûyan li gorî heman pîvanê weke ku cêwî bin çêdikin. Lê esas rewşeke wilo nîne. Berê li Ewrûpayê jî nebû. Ev yek bi dînîtiyeke standartkirinê re hat nav cîhana muzîkê. Axir ew înstrumanên ku neketine ber vî aşê standartkirinê, nexasim jî ez behsa kemaçê dikim, heta niha kesî serê xwe zêde ji wan nediêşand. Hîna nû çêkerên wê zêde bûn. Mezinahiya kodika kemaçê, stûriya kodikê, ber paşê ve çûna kodikê, ferehiya kunên wê, tu standarta wan nîne. Hin jê piçûktir, hin jê mezintir in, hin jê ziravtir, hin jê stûrtir in. Herçî destik in, her kes bi bosta xwe dipîve, lê bosta her kesî jî ji ya yê din guhertîtir e. Dengê înstrumanan bi giştî bişibe hev jî, ev pêvajoya çêkirina amûra muzîkê, cihêtiyan jî diafirîne. Di nava pirrengîbûneke bi vî awayî de ji bo belgekirinê nabe ku mirov berê xwe bide çêkirina du nusxeyan, divê mirov îşaret bi pirrengîbûna amûrê bike. Divê mirov li cihên cihê, di zemanên cihê de li kemaçeyan binihêre. Pirrengîbûn û standartnebûn, ez bi awireke erênî li wan dinihêrim, ev tiştên baş in bi ya min. Lê karê berhevkirin û belgekirinê zehmet dike.

Muzîkologên vî karî bikin nînin

Gelo muzîkologên vî karî bikin nînin? Bersiveke pir hêsan e: naxêr nînin. Weke mizîkolog ez fikra xwe bibêjim, muzîkjen û muzîkologên li zanîngehan û konservatuwaran gihiştine, di peywenda min behsa wê kir a muzîkê de têra xwe teng û fêmkor in. Kêm kes ji van radibin bi karekî wiha radibin. Lê gava pê radibin jî dikarin şaşiyên heyatî bikin di vê meseleyê de. Yanî esas ew binesaziya tecrûbeyî, zanîn û têgehî jî zêde nîne. Lewma, perwerdeya konservatuwarê di dawiya dawî de perwerdeyeke wilo ye ku ew pirrengîbûna li jor min bi erênî behsa wê kir, weke tiştekî xirab, weke paşvemayînê dibîne, an jî derheqê wê pirrengîbûnê de di guhê gê de ye. Mesela jineke ciwan a Kurd, weke teza xwe ya bi dawîkirina zanîngehê berê xwe daye çêkirina kemaçeyê jî. Lê wê tenê kemaçeyên yek hosteyî pîvane û behsa wan dike**. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Tişta di vê xebatê de kir ku ez pêşî bihebitim, ew bû ku ew çûbû, li Stenbolê kemaçeçêkerek dîtibû û di ser kemaçeya wî çêkirî re nivîsîbû, ev mezinahiya kemaçekê ye. Lê na, ew ne mezinahiya kemaçeyekê ye. Ev tenê mezinahiya kemaçeyên Erol Usta ye. Zemanekî, Ekrem yan jî yekî din kemaçe jê re birine - muhtemel e, salên 1990'î be - jê pirsîne, ka tu dikarî vê amûrê çêkî? Wî jî gotiye erê. Piştre jî dest bi çêkirin û firotina wan kiriye. ew ne Kurd e jî, ji Derya Reş e. 

Ne formata televizyonê lê sohbet

Ji bo belgekirinê ya hewce ne formata roportajên kanalên televizyonê ye, yanî berê mîkrofonê bidî kesekî û bibêjî, ev ji kîjan darê çêdibe, bi vî rengî nabe. Mirov divê biçe li cem hev rûne, civata xwe deyne û qenc sohbetê bike. Gava te kamera û mîkrofona xwe ji dehma ve danî, ji xwe te civat hinekî xira kiriye. Em bi van dikin ku behremendiya wan a axaftinê bi qeyd û lale bê asêkirin û paşê jî tiştên ecêb û sosirmet derdikevin holê. 

Qeydiyên îcrayên li dawetan, belkî di vî warî de guncavtir bin. Jixwe teknolojî jî derfeta belgekirinên cihê jî dide. Mesela bi dronan mirov dikare etnografiyeke reqsê jî derxe holê. Yanî tu li dawetê dîmenên muzîkjenan, yên reqsvanan û heta mirov dîmenên têsîrlihevkirina wan jî digire. Ev ji xeyalên min e ku rojekê bi dronan dîmenên dawetên kemaçevanan bigirim û tê de rewaniya îcraya kemaçevanan û reqsvanan a dikeve nav hev bişopînim. Yanî ew herikîna şabaşê, tevger û xwetevdana muzîkjenî bi hevserwextkirineke dualî ya muzîkjen û reqsvan heger weke dîmen berdest bin, mirov dikare bi gelek pirsên elaqedarî îcrayê û performansê dakeve. 

Li vir li şûna encameke dawî belkî rexneyeke li lêkolînên heyî bêhtir di cihê xwe de be. Min li jor gava behsa wê kir ku kesên bi kêra berhevkirinê tên yan jî xebatên belgekirinê tên bi pirranî ji konservatuwaran derketine. Ji bilî pirsgirêkên min li jor behsa wan kirî, divê mirov ji bîr neke ku xebatên belgekirinê yên bi vê perspektîfê bi kêra muzîsyenên li cihê cih nayên. Ji ber wê jî xebateke ku bipêşxistina muzîkjenên li cihê cih ji xwe re bike armanca wê di warê armanca xwe de jî serketîtir be.  

 

Rêûresma TRT'ê ye

TRT'ê erê berhevkarî kiriye. Lê mesela herçî nota ne, bêyî ku muzîkjen zanibe ka ew nota ji bo muzîka kîjan herêmê ye, ew notaya herî besît, wê neşibe tiştekî (Notayên ku Kurdên berhevkar van salan çap dikin jî notayên bi vî şiklî ne). Lê hunermendiya ji bo TRT'ê hemû fêr kirine. Yanî dizanin wê notayan çawa bixemilînin, ka li ku vîbrato divê hebin û tiştên din. Ev nehatiye nivîsandin. Yanî ev çanda naskirina wê di nava konservatuwarê bi xwe de jî devkî ye. 

Karên berhevkirinê yê TRT'ê diyar e têra xwe tevlîhev in. Mesela mirov li notayên wê, li agahiyan dinihêre, dinivîse qeydî li filan deverê hatiye kirin. Lê dibe ku ew îcraker, ew awayê îcrakirinê yên devereke din bin. Yanî îcraker belkî tevî amûra xwe cih guhertibe Yanî ji cih . Axir di arşîvên wê de dibe ku di nava têbîniyan de mirov hin agahiyan peyda bikin. Lê bi giştî gelekî bi pirsgirêk e. Nexasim di warê agahiyên elaqedarî îcrakeran de. 

Çend rêwîtiyên berhevkirinê yên cihê ne. Qeydiyên van hene, lê qismekî wan jî hîna li xelkê girtiye. Yanî esas em nizanin ka bi rastî çi kirine çi nekirine.
Li aliyê din hin pirsgirêkên din jî hene. Mesela hin lêkolerên li vir naxwazim navên wan hildim, çûne ji Amedê deng berhevkirine. Di nava van dengan de mesela stranên bi Tirkî yên Eyşe Şanê jî hene. Em ji hevpeyvînên bi Eyşe Şanê re dizanin ku ji bo bikeve piyaseyê, salên 1950'î filan, wê jîgotinên çend stranan kirine tirkî û gotine. Ev stran di berhevkirina ez çêl lê dikim, weke "Diyarbakir Yöresi halk türküsü (Strana gelêrî ya Herêma Amedê)" hatiye binavkirin. Gelo di arşîvên TRT de jî ev kirine yan na, em bi wê jî nizanin. Jixwe meseleya "gelêrî" yanî anonîmbûnê jî li vir pirsgirêk e. Mirovan, hin ferdan ew stran nihurandine, ne milet. Anonîmbûn bi xwe jî di vê peywendê de çêkirî ye.

Arşîv û pirsa rewanbûna muzîkê

Pirsgirêkeke elaqedarî arşîvê jî ew e ku rewambûna muzîkê dikare xera bike. Min bi xwe gelek caran dîtiye ku nifşê nû yê muzîkjenan guh li Miradê Kinên didêrin, hewl didin hîç neguherin û qet nebe gotinan weke wî bibêjin. Yanî deng û gotinan hîç naxwazin biguherin. Heta wê astê ku carinan ew ji gotina orîjînal fêm nakin, û li şûna wê gotineke kelevajî ya dişibe wê dibêjin. Esas ev pirsgirêkek e. Ji ber ku li gorî rewaniya muzîkê ya li cihê cih ferzeke neguhertinê nîne. Yanî hunermendên ku li dawetan lê dixin, gotinan li gorî rewşa xwe dikarin biguherin. Ti kes jî ranabe û nabêje, "te çima guhert". Heta gelek caran neguhertin dikare wek lawazbûna muzîkjenan bê hesêb. Ji ber wê jî gotinên muzîkên reqsê li her cem îcrakerî heta di her daweta heman îcrakerî de jî dikarin biguherin, ji ber ku ev parçeyek ji dînamîkên xwezayî ye. Yanî ew dînamîka îro radibe, dibêje, "na gotinên wê yên orîjînal guhertine, divê em nehêlin bê guhertin" dînamîkeke wilo ye ku li dijî dînamîkên cihê yên muzîkê ye û heta zirarê lê dike. Muzîsyenê li cihê cih, gava guh dide performanseke nû, heger dikê wî bixwaze nêzî wê, bi rengekî bişibînê wê dibêje, yan na guhertineke piçûk dike, wê dixe ya xwe jî carinan. Li cihê cih ji bo muzîsyenan dînamîkên guhertî hene.

* Laurence Picken. Folk Musical Instruments of Turkey. Oxford University Press, London 1975
** Kadriye Kurt. Kültürel Yaşantı Bağlkamında Eruhlu Bir Kemaçeci: Teyyar İlhan. İstanbul Teknik Üniversitesi, Türk Musikisi Devlet Konsevatuarı, Müzik Teorisi Bölümü. Bitirme Çalışması. Stenbol 2018.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.