Di sînemaya Kurdî de anîmasyon

Derhênerê Kurd Havî Ibrahîm sala 2008´an bi anîmator Stuart Palmer re hevkarî kir û filma ”Kawayê Hesinkar ê Efsanewî” çêkir. Ev filma vî derhênerê li Ingilîstanê, weke anîmasyona yekemîn a sînemaya Kurdî tê qebûlkirin.

 

FERHAN STÊRK

Anîmasyon bi giştî weke ”tevgera zindî” ya tiştan tê terîfkirin û paşxana wê heta bi sedsala 19´an diçe. Ji teorîsyenên pêşî yên anîmasyonan Norman Mc Laren ev yek weke ”hunerê kesên xêzkirî” li lîteratura li ser mijarê zêde kir. Filmên anîmasyonê bi bipêşketina teknolojiyê re her çû di qonaxên nû re derbas bû, û roja me ya îro di sînemayê de veguherî meydaneke hunerî ya gelekî girîng. Piştî salên 1930´î li Emerîkayê li studyoyên Walt Disneyê, gihişt qonaxeke profesyoneltir ya ku tê de serpêhatiyên qehremanên xêzkirî yên ji bo zarokan dihatin gotin.
Di sînemaya Kurdî de anîmasyon, meydaneke têra xwe nû ye ku divê hunermendên Kurd hîna teknîkên wê yên filmçêkeriyê kişf bikin. Li vê meydanê Derhênerê Kurd Havî Ibrahîm sala 2008´an bi anîmator Stuart Palmer re hevkarî kir û filma ”Kawayê Hesinkar ê Efsanewî” çêkir. Ev filma vî derhênerê li Ingilîstanê, weke anîmasyona yekemîn a sînemaya Kurdî tê qebûlkirin. Kawayê Hesinkar li her aliyê Kurdistanê çîroka herî belav a berxwedanê ye. Di filmê de ji bo her saniyeyê 25 resm hatine bikaranîn. Di filmê de hin aliyên kêm ên teknîkî hebin jî anîmatorên roja me ya îro bi pirranî wê erênî rexne dikin.
 
Anîmasyon weke jokerekê

Di çêkeriya filmên anîmasyon de, roja me ya îro pêdivî hem bi behremendiyeke taybet a gotinê ya derhêner heye hem jî kapasîteya li asta herî jor a bikaranîna teknîkên kompûterê jî lazim e. Yanî, çîroka tê gotin muhim e, lê ew çîrok çawa tê gotin, bê şik û guman ji pîvanên sereke ye. Em dikarin bi vê awirê wiha dewam bikin, anîmasyon di warê teknîkî de xwedî maneyeke wisa ye: ‘gotina ya nikare bê gotin’. Bi vî rengê xwe, mirov dikare bibêje ku ji bo yekê ji sedemên hebûna sînemaya Kurdî, filmên anîmasyonê weke jokerekê ne. 
Sînema Kurdî her mezin dibe û bi pêş dikeve, pê re jî hêviyên temaşekeran jî zêde dibin. Di vê pêvajoyê de sînemaya Kurdî kêm ma ku bersivê bide van wesfên temaşekeran. Lê belê ji salên 2000´î ve sînemavanên Kurd jî êdî dest pê kir ku ji nêz ve teknîkên çêkirina sînemayê bişopînin. Êdî wan jî berê xwe da awayê tişta tê gotin, yanî ne tenê çi tê gotin, lê çawa tê gotin ji bo derhênerên Kurd jî muhim bû. Ji ber vê jî wan êdî bi qasî ku çavkanî li ber destê wan hebûn, ew bi kar anîn.

4 anîmasyonên di LKFF2020'ê de

Me şahidî li hinan ji van kir; hîna nû di dema Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê (LKFF2020) ya 11´an ji 15-´ê Tebaxê heta 24´ê Tebaxê me hin ji wan dîtin. Di dîroka sînemaya Kurdî de ev cara yekê bû ku festîvalek online bi rê ve çû û di vê festîvalê de çar filmên anîmasyon jî hatin hilbijartin da ku bên nîşandan. Yanî ew jî ji wan 53 kurtefilman bûn ku li seranserê dinyayê bi sedhezaran temaşekarî karî li wan temaşe bikin.  

Oryantalîzma di filma Rojava de

Komeke xwendekarên dibistana anîmasyonê ya bi navê “Ecole Georges Melies” -Emmanuel Temps, Hugo Voisin, Marion Bideplan, Guillaume Montoya, Noumi Thiriet - sala 2019´an filma bi navê “Rojava” çêkir. Ev bû yek ji filmên lê herî zêde hat temaşekirin. Di encama êrişa DAIŞ´ê de bavê Rihanê jiyana xwe ji dest dide û Rihan jî tevlî nav refên YPJ´ê dibe; film ha vê çîrokê dibêje. Şoreşa Rojava sala 2012´an dest pê kir lê tenê tesîr li Kurdistanê nekir, her wiha veguherî çîrokeke efsanewî ya ku li dinayayê hemûyî bandora xwe kir. Ji ber wê em çîroka filmê ji nêz ve nas dikin, çîrok a navmala me ye. Herçî behremendiya xêzkirinê, ahenga reng, deng û dublaja di filmê de hatiye bikaranîn, têra xwe orîjînal e û bi dengekî mirovan qaneh bike hatiye çêkirin. Film di warê çîrok û nirxê hunerî de têra xwe serketî ye, lê divê em rexneyekê lê bigirin. Ev rexneya me jî ne ji ber wê ye ku 5 derhênerên Fransî film çêkirine, lê ji ber ku destê hunermendekî Kurd pê nebûye, ji wan hêmanên otantîk ên çandî bêpar maye. Bi vî awayê xwe karakterên di filmê de hemû xwedî xetên Ewrûpî, welatên rojavayî - ez dikarim bibêjim nexasim jî fransî - ne. Yanî mirov dikare bi dilrehetî rexneya oryantalîzma klasîk lê bike. Mirov dikare vê rexneyê li filma Eva Hudson a bi navê “Keçên Rojê” jî bike. Filma ku bi tevahiya çavkaniyên rojava hatiye çêkirin, bêyî ku hêmanên otantîk li ber çavan bên girtin, hatiye çêkirin. Filmeke wisa jî orîjînaliya xwe ji dest daye.

Temamîbûna çîrok û estetîkê 

Di festîvalê de anîmasyoneke din a hat nîşandan a derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Azad Jannati ya bi navê “Pattern (mestere)” bû. Filmê îlhama xwe ji bûyereke ne xêrê girtiye; ji komkujiya bi kîmyabarandinê ya li Helebce a 16´ê Adara 1988´an. Di filmê de jinek trawmaya xwe bi mestereyên ji rêûresmê yên tevna berrên Kurdî îfade dike. Derhênerê filmê, Azad piştî nîşandana filmê di gotara xwe ya zindî de got, ji bilî tişt û cisman wî dîmenên zindî jî girtine û pê xwestiye filmê bi rêbazeke realîsttir xurttir bike. Rêbazên besît ên îfadekirina kîmyabarana Helebceyê hene, lê ew tercîh dike ku bi hûnandina mestereyên li ser tevna berrê ya jineke behsa vê komkujiyê bike. Azad Jannati yek ji kêm derhêneran e ku hem xwe gihandiye realîteya estetîk a çîrokê û hem jî kûrahiya surreal a çîrokê. Di sînemaya Kurdî de timî yek ji van tê tercîhkirin. Lê temaşeker bi xêra filma Azad Jannati ”Pattern” dikare temamîtiya çîrok û estetîkê bi hev re bibîne. Di dema gotara xwe ya zindî de Azad ev yek wiha îfade kir: ”… ez çêkirina filmê weke navgîneke naskirina dinyayê dibînim, ji bo ku bigihîjim cewhera mirovan, ji bo bigihîjim wê çand û heqîqeta ez divêm, ji bo bigihîjim jiyan, mirovan û evîna bi dilê min…”

Mîrasê ya nekarî bê gotin gotiye

Wekî din sala 2019´an Baran Reihani yê ji Rojhilatê Kurdistanê filma Heritage (Mîras) çêkiribû û ev filma wê ya anîmasyonê di LKFF2020´ê de hat nîşandan. Film behsa zarokekê dike ku sax filitiye; ew hewl dide mîrasa ji malbata wî maye dewam bike, ji bo vê têdikoşe. Baran di nava 5 deqîqeyan de hem behsa şer û penaberiyê dike, û hem jî dikare behsa wê zarokê bike ya ku li maleke xirbe ya wêran sax filitiye û kariye hunerê ji malbata wî jê re mayî, tevî bombebranan dewam bike. Ji bo wan filmên anîmasyon ên ku ya nikare bê gotin hatiye gotin, filma Heritage (Mîras) yek ji nimûneyên baş e. Yanî bi rastî jî mumkin e ku mirov filmeke produksiyonên gelekî mezin jî newêribin xwe bidin ber, mirov bêyî ku ji estetîkê tiştekî wenda bike jî bi teknîka anîmasyonê bibêje.
 
Dest û trawmaya ji ber şer

Filma anîmasyon ya ku Yunus Yildiz sala 2019´an çêkir a bi navê The Hands (Dest) behsa serpêhatiya trawmatîk a zilamekî dike. Ev zilam di şer de hewl dide ji destên xwe bireve. Yunus Yildiz, îlustrasyon serketî kiriye. Mirov dikare bi dilekî rehet bibêje, wî kariye trawmayê bi xêzkirina xwe serketî îfade bike.
Ez herî dawî bibêjim, di sînemaya Kurdî de ”hunermendên xezê” yên bi qasî Hayao Miyazaki û yên weke wî behremend hene. Di sektora sînemaya Kurdî de anîmasyon hîna pirr ciwan û nû ye. Lê bi xêra anîmasyonê wê belkî jî derfeta me çêbe ku em gelek çîrokan ji nû ve zindî bikin. Ji bo ku em karibin ruh bi wan kesên nikarin bibêjin bînin, pêdiviya me bi bêhtir filmên anîmasyonê û bêhtir anîmatoran heye.
 
* Dîrektorê Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.