Heger semasî insan bûna

Illustrasyon: Albrecht von Bodecker

 

BERTOLT BRECHT*

 

Keça piçûk a mêvandara li xanê ya Keuner Begî* ji wî pirsî "Heger semasî insan bûna, gelo ew ê hingê ji masiyên piçûk re qenctir bûna?" "Helbet" wî got û wiha dewam kir: "Heger Semasî insan bûna, wanê di behrê de ji bo masiyên piçûk qutiyên pirr mezin bidana avakirin, tê de  wê her tehma xwarinê hebûya, hem tiştên ji giya û daran, û hem jî yên ji heywanan. Wanê bikira ku di qutiyan de timî ava tipî teze hebe, û jixwe wanê gelek tedbîrên paqijî û sihetê jî bigirtana. Sermeselê, gava ku perikê avjeniyê yê masîkekê birîndar bû, di cih de wê birîna wê bihata pêçan, da ku ew beriya wexta xwe li ber destê semasiyan nemire. Ji bo ku masîk dilbikeser nebin, car caran şahiyên mezin ên behrê wê çêbûna; lewma masiyên kêfa wan xweş, tehma wan ji ya masiyên dilbikeser xweştir e. Helbet wê di qutiyên mezin de dibistan jî hebûna. Li van dibistanan masîk wê hîn bûbane ka ew ê çawa ber bi nava devê semasiyan ve bi avjeniyê biçin. Sermeselê, ew ê hînî cografyayê bûbane da ku karîbane wan semasiyên mezin bibînin, ewên ku bi tiralî li hin deveran xwe gevizandine. Tişta esasî, helbet wê perwerdeya etîk û exlaqî ya masîkan bûya. Ew ê bihatana hînkirin ku tişta herî bi ezamet û herî xweşik wê ew be ku masîkek xwe bi dilxweşî feda bike, û helbet ew ê bihatana hînkirin ku divê her yek ji wan ji semasiyan bawer bike, nexasim jî çaxê semasiyan bigota, ew ê siberojeke xweşik misoger bikin.  Wanê hînî masîkan bikira ku ev siberoja hanê, tenê heger ew bisernermî hîn bibûna, wê misoger bûba. Ew ê lazim bûbane ku masîk hefza xwe ji tevahiya meyilên nizm, materyalîst, ezezî û marksîst bikin û heger yekê ji wan meyilên bi vî rengî li xwe eşkere bikira jî, wê biviya ku di cih de ew giliyê wê bikin li cem semasiyan. Heger Semasî insan bûna, helbet wanê şerê hev jî bikira da ku qutiyên masîkan ên biyanî dagir bikin û masîkên biyanî bikin mêtingeh. Wanê ev şer bi masîkên xwe yên piçûk bidana kirin. Wanê hînî masîkan bikirana ku ew û masîkên semasiyên din gelekî û gelekî ji hev cihê ne. Wanê bidana zanîn ku masîk çawa tê zanîn lal in, kerrênî ji wan çênabe, lê belê ew bi zimanên cihê lal in û ji ber vê yekê ne mumkin e ji hev fêhm bikin. Wanê madalyayeke ji giyayê behrê bi her yekê ji wan masîkan ve bikira, yên ku ji dijminan, ji wan masîkên bi zimanên din lal in, çendek bikuştana û paşê jî navê qehreman li wan bikirana. Heger semasî insan bûna, helbet wê li ba wan hunerek jî hebûya. Wêneyên xweşik wê hebûna yên ku li ser wan diranên semasiyan bi rengên ezîm xuya bikirana, û nava devê semasiyan jî wê weke baxçeyên kêfê yên xwerû bihatana nîşandan yên ku di wan de masîk karibin bi kêfa dilê xwe bilîzin. Şanoya di binê behrê de wê nîşan bidaya ka masîkên qehreman çawa ber bi nava devê semasiyan ve avjeniyê dikin, û muzîk jî wê ewqasî xweş bûna ku masîk li ber dengên wê li pêşiya wan bando di nava xewn û xeyalên herî xweş de ewle hembêzkirî, ber bi nava devê semasiyan ve bilezandana. Helbet, heger semasî insan bûna, dînek jî wê hebûna. Wanê hîn bikirana ku masîk hîna nû gava dikevin zikê semasî de, dest bi jiyana heqîqî dikin. Wekî din jî heger semasî insan bûna, wê masîk êdî weke îro newekhev bûna. Hinek ji wan wê bûbana xwedî raye û meqam, û li ser ên din bihatana bicihkirin. Heta, hineke piçekî ji yên din mezintir, wê bikariyana yên piçûktir bixwin. Ev ê li xweşiya semasiyan jî biçûya, lewma, hingê wanê bêhtir keysa xwe lê bianiya ku kurtêlên mezintir bixwin. Masîkên mezintir, ewên xwedî meqam, wanê nîzama di nava qotîkê de misoger bikira, ew ê bibûna mamoste, efser, muhendîs û wekî din. Kurt û Kurmancî, heger semasî insan bûna, hingê hîna nû wê mumkin bûba ku di behrê de çandek hebe.’’

  

* Di çapê de K. Beg (Herr K.) dinivîse. Lê belê ji ber ku ev çîrok jî di bin beşa "Meseleyên Keuner Beg" de hatiye weşandin. Em di vê wergerê de navê wî weke Keuner dinivîsin.  Binihêre li Kalender Geschichten von Bertolt Brecht, Hamburg, 1975, rr. 112-113

Wergera ji Elmanî: Luqman Guldivê

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.