‘Helbest xwedayê min e’

ZEYNEP SIPÇIK*

 

Furûx Feruhzad, 5’ê Çileya 1935’an li Tehrana Îranê ji dayik bûye. Îrana wê demê di bin dîktatoriya Riza Şahê alîgirê dewletên rojavayî de dipelçiqî. Nivîskar û rewşenbîr yek bi yek dihatin girtin. Her wiha wek nîşaneyeke Rojavayîbûnê laçika jinê ya ku xwe pê dipêça hatibû qedexekirin û ji bo jinên Îranê cil û bergên Rojavayiyan li xwe bikin zagona “keşf-î hicap” hatibû derxistin. 

Bavê Furûxê, Mihemed Feruhzad di artêşa Riza Şah de serheng (albay) bû û ji gelek aliyan ve girêdayî Riza Şah û fikr û ramanên wî bû. Dayika Furûxê, Tebar, jineke oldar û kevneperest bû. Mihemed, xûy û bergeha xwe ya kontrolker û hişk ku ji artêşa baviksalar girtibû li ser malbata xwe jî disepand. Wekî mal û milk, alav û eşyayan li wan dinêrî. Mirov dikare bibêje ku her û her wî kêr dida ber gewriya azadiya wan. Bêguman di rewşeke wisa da tengezariya herî mezin a Furûx a rih-azad bi bavê wê re bû. Şerê wê yê yekemîn dê li dijî bavê wê dest pê bikira. 

 

Hê 17 salî bû “Êsîr çap bû

Malbat xwedî taybetmendiyên baviksalarî bû û ev rewş du qat zêdetirî malbatên din bû. Lê Furûx ne tene li malê, li dibistanê jî ev tundiya piralî dijiya. Ji bo ku ji vê tundiyê rizgar bibe ketibû nav lêgerînekê. Hîn di 16 saliya xwe de bi merivê xwe Pervîz Şapar re dizewice. Şapar, di nav civata hunermendan de cih digirt û wek temen ji Furûxê gelek mezintir bû. 

Ev zewac di 1951’an de diqewime. Pirtûka wê ya helbestan a yekemîn a bi navê “Êsîr” di 1952’an de tê weşandin . Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk berhema vê zewaca bizehmet bû. Kurê wê Kamiyar di 1958’an de tê dine. Di demeke pir kin de Furûx tecribe dike ku mala mêrî berdewama mala bavê tundrew e. 

Furûx di nameyekê de ku ji bavê xwe re dinivîse wiha dibêje: “Hêza min tune ye ku ez jiyaneke jirêzê ya ku bi milyonan însan dipejirînin bipejirînim. Helbest xwedayê min e; belê ez ewqas pir ji helbestê hez dikim. Şev û roj li ser vê difikirim, ji bo ku ez helbesteke nû û helbesteke xweş ji bo we binivîsim. Roja ku ez bi xwe re tenê nemînim û li ser helbestê nefikirim ji bo min ew roj bê wate û vala derbas dibe. Bextewarî ji bo min ne cil û bergên xweşik ne jiyaneke baş ne jî xwarineke xweş e. Dema ku rihê min bextewar be ez bextewar dibim û helbest rihê min kêfxweş dike. Heger xweşikiyên ku mirov ji bo wan bi dest bixin, diperpitin bidin min û di berdêla wê da hunera min a helbestgotinê ji destê min bistînin ez ê xwe bikujim. Ka ji kerema xwe re hûn ji min vegerin, hûn bihêlin ku li gor we ez nedilşad û eware bim…”

Bêguman ew helbestvaneke serhildêr bû, hunermendeke xwedî riheke azad… Bi her halê xwe wêneyê Rojhilata Navîn bû. Wê hîn di temeneke biçûk de nakokiyên derbarê jinan de ferq kirine û dest bi lêpirsînê kiriye. Dîtiye ku li Rojhilata Navîn û li welateke baviksalar jinbûn çi aqûbeteke giran e. Lê belê ligel hemû xetereyan wê biryar da ku wek jinekê kolebûyînê red bike. Wisa jî kir û ev yek bi hunera xwe kir. Helbest, ji bo wê sedema hebûna wê ya herî mezin bû. Dizanîbû ku paşguhkirina vê rastiya xwe ji bo wê dê bihata wateya îlankirina mirina xwe ya rihî. Ligel hemû astengiyên bavê wê yê serheng û hevjînê wê Pervîz, Furûxê helbest nivîsîne û gotine. Bêguman vê israra wê di nav xwe de dijwariyên mezin dihewandin. Lewre ev israr bû sedem ku ji malbavê were qewirandin û ji aliyê hevjînê xwe yî ‘hunermend’ were terikandin û ya herî giran, bû sedem ku heta hetayê êdî pitikê xwe Kamî nebîne. Ji ber ku li gor zagonan zarok aîdî bavî bû. 

Furûxê helbestên xwe yên ewilîn bi awayekî xwezayî li dijî durûtiya baviksalarî ya ku li ser civakê xwe serwer kiriye bi raperîneke zayendî dagirtine. Furûx, berteka xwe bi vî awayî nîşanî wan dide: 

“Min gunehek kir, guneheke pir bitehm

li ber gewdekî sermest û rihilî

ax xweda, ka ez çi zanim min çi kir

di wê veşargeha tik û tarî de” – (Guneh)

 

ango,

 

“ji her du çavên wî guneh dikeniya

ji rûyê wî taveheyv dikeniya

di barana wan lêvên bedew de

pêtiyek nestrî dikeniya” – (Ramûsan)

 

'Guneh’ ji bo Furûxê çi ye?

Mirov dikare bibêje ku di dîroka wêjeya Îranê de beriya Furûxê tu jinan ne helbestên aşiqane gotine ne jî helbestên xitabî mêrekê dikin nivîsîne. Her wiha wek jineke zewicandî ne bi zelalî behsa têkiliyeke xwe ya derveyî zewacê aniye ziman ne jî ew têkilî wek “guneke pir bitehm” behs kiriye. Wisa xuya dike ku kirpandina Furûxê ya “guneh” û “guneheke bitehm” di nava xwe de tinazekê dihewîne.  Em dikarin bibêjin ku Furûx, me vedigerîne guneha ewilîn a ku xala gerû ya gunehê ye. Lewre “guneh” ji aliyekî ve li dijî pergala kevneperest a herî mezin wek raperînekê derdikeve holê. Ji ber ku hestên gunehê bi jibîrkirina raperîna jinê derketine holê. Serweriya baviksalarî di nav hezaran salan de bi rêbazên cûrbecûr ev jibîrkirin li ser mirovahiyê ferz kiriye. Raperîna jinê daye jibîrkirin û li dewsa wê guneh daniye. Furûx jî serîrakirina xwe ya ewil herî zede li dijî wê gunehê pêk tîne. 

Belê, bavê wê ew ji malê avêtibû, hevjînê wê zarokê wê jê stendibû û ew terikandibû. Wê deme hîn di 18 saliya xwe de bû. Birçî ma û tedawîya derûnî dît û li klînîka psîkiyatrîyê raza. Tik û tenê mabû. Lê dîsa ne got bes! Ji wê reşahiyê bi alîkariya helbestên xwe derket ronîyê. Her ku helbest nivîsandin û gotin bi ser xwe ve hat û her ku bi ser xwe ve hat hîn bêtir helbest nivîsandin. Bi helbestên xwe yên bêhempa di demeke kin de li Îranê bû helbestvaneke pir binavûdeng. Kovar, rojname û weşanxaneyan helbestên wê ji destên hev direvandin. Lê belê ev navdariya medyatik a ku zû hatibû, bû sedem ku di demek şûn de di nav wê hêlehêlê de wenda bibe û bifetise. 

 

Di nav “ronakbîr”ên baviksalar de

Bêguman ji ber ku ew jineke gelek ciwan bû û bi ciwaniya xwe xwedî pênûseke bihêz û zimaneke dewlemend û tûj bû, di demeke kin de di civata ronakbîr a serwer  û baviksalar a Îranê de rastî dijwarî û êrîşên bêsînor mabû. Hemû liv û tevgerên Furûxê di devê wan “ronakbîr”ên baviksalar ên hesûd û paşbêj de dibû gotegot ji bo magazînê. Ew, duçarî her cûre nebî û heqaretên mezin mabû. 

Belê dema Furûx wek jineke rabû ser piya, bi hiş û aqilê xwe rabû ser piya, bi zimanê xwe rabû ser piya û bi pênûs, nivîs û gotinên xwe rabû ser piya… û her wiha dema wek volkanekê devê xwe vekir, di wêjeya Îranê de erdhejek çêbû û di vê erdhejê de kîmyaya civata entelektuelên baviksalar serobino bû. Gelo êdî kê dikarî wan zeft bike! Teswîrên wan ên nêrza yên bêrehm, li dû zanatiya jinê wek baranekê bariyan. Gotinên wekî xwedê lêxistiyê, dîwane ye, cadû ye, dîn e, fahîşe ye, orispî ye! lê hatin kirin. Bi vî awayî xwestin ku ew toz û dûxana ku ji wê volkanê bi ser Furûx û jiyana wê de pijiqî, wê tune bikin. Tundî û bêrehmiya nêrza ya bê navber Furûxê teng kiribû. 

“Ez direvim ji van mirovan

ji derve bi min re xuya dikin

lê di hundirê xwe de jî heqaret

bi hezaran pîneyan bi dawa min dipînin,

dema guhdar dikin helbestên min

wek kulîlkeke bêhnxweş li rûyê min vedikin

lê dema dimînin bi tena serê xwe

min wek fahîşeyeke dîn bi nav dikin.” – (Bizdî) 

 

Lê wê nivîsand, ji xwe re kir eks û nivîsand. Bi nasname xwe ya jinbûnê nûnertiya hest û raberiya her jinê bi helbestên xwe li nav çavê pergalê û civakê xist. Her halê jinê û mirovan bi zimanekê zanistî-hestyarî û raperîner carna jî bi awayekî westiyayî û baskşikestî anî ziman. Bi her êşê re dîsa xwe nû kir û dev ji kenê berneda. 

Her wiha careke din bi vî şiklî li jî wan ne mirina xwe şerê xwe yê mezin îlan dike. Dîsa pirtûkên wê ji hêla helbesthezan ve ji destên hevdu hatin revandin. Li hember wan hesûdiyan bi pênûsa xwe bûye zimanê jinên bêziman, bûye zimanê bêpar û xizanan. Wek ronahiyekê çirisî û ber bi lûtkeya dîroka wêjeya Îranê ve hilkişiya. Her çiqas hemû derên wê di nav kul û birînan de mabin jî gihîştiye lûtkeyê û ala dengê jinê li bilindahiya cîhana nêrza hejandiye. Ne tişteke ewqas hêsan bû ku wek jinekê li welatê Mewlana, Hafiz, Heyyam, Nîzamî û Nîma’yan cihê xwe bigire. 

Carna jî em dibînin ku ew ji Kamiyarê xwe re ku jê hatiye qetandin, bi dileke biêş û keser dilorîne û jê re helbestan dibêje. 

“Lorî kurê min ê biçûk

bigre çavên xwe

razê, ew dêwê çavxwîn

bi lêvên kenokî hatiye” - (Dêwê Şevê)

 

ango;

“ez te dixwazim û dizanim

tu car ez ê nekarim te bixim paşila xwe

tu ew asîmanê nipînû û ronî yî

ez li vê qefesê êsîr im” – (Êsîr)

 

'Evîn’ di helbestên Furûx de 

Em di helbestên wê de gelek caran rastî evînê tên û hewce ye kêm be jî mirov li ser vê yekê bisekine. Evîn; li gel pênaseyên berovajî yên pergala modernîteya kapîtalîst di rastiya xwe de hilweşîn û belavbûyîna hemû erkan e. Her wiha terikandina “ez”ê ye, di rêwîtiya ber bi heyîneke din ve (xweda, ferd, civat û hwd.) wendabûyîn e. Ji rêya navendperestiya aqil derketin e, dewsa wê xwe gihandina pirnavendîtiya xwe ye. 

Helbestên Furûxê jî ewil ber bi aqil ve dimeşin, piştre gav bi gav serweriya aqil li dû xwe dihêlin û xwe jê dûr dixin. Bi demê re ber bi pirnavendîtiyê ve diçe, “erk”an înkar dike û digihîje “evîn”ê. Sewta wê ya hevpar ne ber bi asîmanan, ber bi heqîqetê ve diherike. Ber bi te ve, ber bi min ve, ber bi civakê ve…

Her çiqas serê ewil berteka wê ya li hember civakê wek bertekeke takekesî xuya bike jî pişt re cihê ku ew dengê xwe yê takekes bilind bike berê xwe dide nav civakê. Mirov dibîne ku ji bo ku civakê fêm bike ketiye nav hewldaneke mezin. Hewil daye ku bibe hişmendiya mirovahiyê ya hevpar û mezin. Herikbarî û fesîhiya tenêtiya wê, kûrahiyeke nû û biwareke felsefî qezenc kiriye. Helbestên wê yên xwedî dilovanî û hesreteke kûr, di serî de bi êşên wê û hemû êşên ku mirovahî dikşîne û bedbîniyên ku dijîn ve dagirtî ne. 

Gelê Îranê di bin serweriya du dîktatoriyên reş de dinaliya; ji aliyekê ve saltanata Şahê ku bûbû kolê sermayeya Rojavayê, ji aliyê din ve jî dîktaya melayên bawerhişk ku fikr û raman ji bo gel weke guneheke mezin dihesibandin. Furûxê ji bo tiştên ku ji şibaka xwe ya lê rûniştibû didît bi hemû hebûna xwe li ber çavên me raxe û rastiyên ku dibîne bigihîne me êşên gelek giran kişandine. Êşa wê êşa tevahiya jinên Îranê, êşa tevahiya mirovên Îranê bû. Êşa wê êşa li hember bêhêvîtî, bêrûmetî, neheqiyan û dîktatorên baviksalar bû; êşa wê êşa nejiyana tiştên ku divê bihatana jiyan bû.

“gel

girseya gel a ketî

bêzar, westa û heyirî

di bin barê termên xwe yê bêyom de

ji xerîbiyekê diçûn xerîbiyeke din

û ew dengê bi jan ê qetlê

di destan de lûr dida” – (Ayetên Serzemîn)

 

Zayenda helbestan

Di wêjeya Farsî de tevî ku Furûxê di gel ku helbestvanên ên din jin cih girtibe jî mirov rastî dengê jinê nayê ango mirov dikare bibêje ku her çiqas wek bedenî tê de cih bigirin jî ji hêla dengê “mêtî”yê de temsîliyeta wan kêm maye. Lê belê di helbestên Furûxê de zayenda helbestan di carekê de xwe dide der. Gengaz e ku mirov ji vê yekê re bibêje “dengê mê.” Lê bele heger mirov vê yeke tena sere xwe gire bide zayenda wê ya jinbûnê û risteyên wê yê ku zayendîtî lê reşandiye, bênîqaş wê neheqiyeke mezin lê were kirin. Çawa ku jiyan di malzaroka jinê de xwe nû dike bi heman awayî huner jî di dil û mêjiyê wê yê afirîner de car din xwe nû dike û xwe ji hemû qefesan azad dike. 

Her wiha em dikarin bêhn û rengê wê wekî şahidê vê yekê qebûl bike; dubareyên muzîkal û guherbar ên ku wekî dê bi hevdu re bibin şahidê reqseke xwedayî. Wê şêwe qalibên wêjeyî yên mêran ên gerdîşî red kirine (çarîn, mesnewî, xezel, klasik, helbestên Nîma). Li cem wê rîtma muzîka xwezayî ya dengê lêkeran dewsa qafiyeyan girtiye. Bûye dayika zimanî. Ji bo kûrahiya hest û dilê xwe li gor heq dikin biherikîne ser lênûskê, dema hewce dîtiye bi qaliban leyistiye û bê fikar derketiye dersînorê rêzimanê. Xwesteka xwe ya azadiyê li ser helbestên xwe ferz kiriye û bi her awayî ew azad hiştine. 

Ev helbest yek ji wan e;

“Ez ji bo te dimiriyam

Lê tu jiyana min bû

tu bi min re diçûyî

te li min dixwend

dema ez serberdayî digeriyam

tu bi min re diçûyî

te li min dixwend” – (ez ji te dimiriyam)

 

Nakokiyên xwe yên xwedayî jî bi dengekî hêrsbûyî tîne ziman;

“ey xweda, ey hîrehîra nepenî ya bi mirinê hetikandî

sed mixabin ku giriyên min xerîbê te ne

ez li te kafir, li te minkur, li te asî

li te eks, waye ez im şeytan ey xweda!” – (Raperîn)

 

Bû stêrkek biriqandî

Furûx, peyveke Farsî ye. Tê wateya nûr, tîrêj û ronahiyê. A rast ev jî rasthatin û îroniyek gelek xweş û biwate ye. Lewre Furûx, di tarîtiya cîhana baviksalar de bû stêrkek biriqandî, bû ronahî. Sê pirtûkên helbestan derxistine: Dîwar, Êsîr û Raperîn. Ew jina ku di nav “Dîwar”an de “Êsîr” maye bi berhema xwe ya sêyemîn ala xwe ya “Raperîn”ê bi awayekî serketî bilind kiriye. 

Furûxê, di zivistana 1958’an de hîn di 32 saliya xwe de di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Furûxê, du rojan li erde ma. Çimkî meleyên Îranê kar û barên olî yên li ser cenazeyî red kirine. Nimêja cenazeyê wê piştî du rojan ji aliyê hevalekî Furûxê yê nivîskar ve tê kirin û bi vî awayî cenaze tê definkirin.

“ez destên xwe li bexçeyî diçînim

Ez ê şîn bibim dizanim dizanim dizanim

wê hechecok di çalika tilîyên min ên bihibir de 

hêkan bikin.” – (Ji nû ve vejîn)

Destên te şîn bûn û şîn dibin Furûx

Belê Furûx, ew destên te yên ku te bi hêviyên mezin li bexçeyî çandin şîn bûn. Ew bexçe her û her mezin dibe. Ew tayên destên te yên delalî ji hêla bayê dile jinên bêziman û ji hêla her cûre çûkên azad ve li bexçeyê hemû jinan û hemû gelên bêpar hatin çandin. Ev tovên destên te yên binirx bi ava hêviyên dilê xwe av didin da ku zûtir şîn bibin. Ji wan re kilamên xwe yên herî xweş distrên… Destên te şîn bûn û şîn dibin Furûx, hubra ser tiliyên te wek fêkiyên efsûnî hemû hestên te yên bêhempa ber bi dilan ve diherikînin… Hechecokên pîroz ji bo di quncikên tiliyên te yên bihibr û ewle de hêkan bikin qefle bi qefle ketine rêzê, asîman dagirtine. Ji welatên herî dûr têne serdana bexçeyê te. Emrê te 32 bû lê bexçeyê destên te yên pîroz nemir e…

 

* Gava Hevşaredara Kerboranê bû, şûna wê qeyûm dagir kir. Paşê 31’ê Adara 2016’ê hate girtin. Sala 2022 meha Cotmehê ji hepsa Sîncanê tehliye bû.  Hê di hepsê de bû wê ev gotara xwe nivîsî.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.