Me xwest bi Kurdî be

21 Eylül 2020 Pazartesi - 10:50

  • Temps: Li pişta fikra çêkirina filmê doza Rojava hebû û hîna mesele bi dawî nebûye. Ji ber wê em dixwazin film bê nîşandan. Ji bo min rûmetek e ku filmê me li Rojava bê nîşandan.

LUQMAN GULDIVÊ

 

Filma anîmasyon a kurt a bi navê Rojava di Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) de hat nîşandan û li gorî Komîteya Amedakar ragihandî, filma herî zêde lê hat temaşekirin e. Film behsa Rihanê dike ku piştî şêhîdbûna bavê xwe bi xwe dikeve nav şerê li dijî DAIŞ’ê û bi xwe jî di dema rizgarkirina Kobanê de şehîd dibe. Ji derhênerên filmê Emmanuel Temps dibêje, filma wî li Rojava bi xwe bê nîşandan, ji bo wî rûmeteke mezin e. Weke zimanê filmê jî wan bi zanîn û armanc Kurdî tercîh kiriye. Em bi derhênerê ku fikra projeyê derxist holê, Emmanuel Temps re peyivîn.
Filma Rojava wê meha bê li Berlînê jî di Festîvala Filmên Kurdî a 4’an de bê nîşandan. Li Festîvala Filmên Kurdî ya li Londonê de bû filma herî zêde lê hat temaşekirin. Film ji bo bê nîşandan jî ji bo gelek festîvalan hatiye bijartin. Di filmê de weke çêkerên derhêner navê 5 kesan heye. Her pênc jî ji Fransayê ne. Xwendekarên dibistaneke anîmasyonê ya nêzî Parîsê ne: Emmanuel Temps, Hugo Voisin, Marion Bideplan, Guillaume Montoya û Noumi Thiriet in. Van xwendekarên Înstîtuya Georges Méliè, li École supérieure de cinéma d’animation (Dibistana Bilind a sînemaya anîmasyonê) a li Orlyê -li başûrê Parîsê-, par dibistana xwe qedand. Îro jî her yek di beşa xwe de bi karên xwe dadikevin di nava pîşesaziya sînemaya anîmasyonê li Fransayê. Lê belê xwediyê projeya çêkirina filma anîmasyon a kurt, Emmanuel Temps e.

Fikra projeya Rojava xwendekarên din li dora wî civandin

Fikra projeyê çawa peyde bû û çawa her pênc derhêner li dora projeyê civiyan; li ser pirsa min ew wiha li min vedigerîne: “Proje esas a min bû, min xwest Rojava weke karê xwe, teza xwe ya bidawîkirina dibistanê çêkim. Lê sedema tercîhkirina mijarê, ez wisa bibêjim, hevalekî dêûbavê min heye, ew Kurdekî ji Tirkiyeyê ye û wî ji mêj e ji min re gelekî behsa Kurdan kiribû û behsa kokên xwe kiribû. Ev motîvasyona min a sereke bû. Lê divê ez behsa lîstika şanoyê ya bi navê ´Mon ange (Meleka min)´ jî bikim. Li Parîsê hat nîşandan û girîng bû. Lîna El-Arabî lîstikvana wê bû*. Wê nîşanî min da ku ev serpêhatî dikare bê adeptekirinî filman. Piştî wê jî min serê xwe bi adaptasyona wê ya kurtefilma anîmasyonê êşand.
Piştî ku min esasên wê danîn û senaryo hazir kir. Hevalên din jî li dora vê projeyê bi min re xebitin û em her 5 derhêner in. Her yek ji me di karekî de pispor e, min di karê senaryo, teknîkê û qismî di çêkirina anîmasyonê de karê xwe kir, hevalên din jî her yekî di karê xwe yê pisporiyê de xebitîn. Mesela Guillaume Montoya layout, dekor, rengandin û kompozîsyon û FX - efektên taybet - çêkir; ew rêveberê hunerî yê dekorê bû. Marion Bideplan, hevala me bû ku rêveberiya anîmasyonê kir. Wê planên herî muhim kirin. Wê ekîp hemû bi rê ve bir. Wê di senaryoya esasî de jî cihê xwe girt. Herçî hevala me Noumi Thiriet bû, wê rêveberiya rengan kir; rengên lewheyan, tercîha rengan ji bo tevahiya filmê wê kir. Wê qismek ji dekor jî çêkir, nexasim jî rengandina dekorê wê çêkir. Lê wê xêz nekir. Hugo Voisin jî karê wî çêkirin û dîzaynkirina kesan hemûyan bû. Wî her wiha qismek ji anîmasyona film jî çêkir. Konseptên ji bo maşîn û tiştên wisa jî wî kirin.
Tesîra şerê li dijî DAIŞ‘ê tenê nebû sedema wî. Li aliyekî hem gotina serhatiya qehremaniya şervanên Kurd, li aliyê din, jê û wêde, ev şer ji bo mirovahiyê hemûyî bû.’’
Lê ciwanekî ku hîna li zanîngehê, ji bo wî çêkirina projeyeke bi vî rengî nexasim jî di meseleya nivîsandina senaryoyê de ma ne zehmet bû. Wî xwe ji kar venedaye, çûye cihê lazim û li agahiyan pirsiye, çûye nav civaka Kurd jî. Ew wiha behsa vê pêvajoyê dike: ”Ji bo senaryoyê ez çûm nav Kurdan, min pirs kirin, bi gelek kesan re peyivîm, çûm Înstîtuya Kurdî li Parîsê jî heta bi serokê wê re jî peyivîm. Ez bi gelek kesan şêwirîm û min gelekî xwend, da ku çîrok ne hema welê be, lê li rastiya Rojava be.”
Ji awayê çêkirinê bêhtir, ev film zimanê xwe bala gelek temaşevanan kişand. Filma 5 derhênerên Fransî bi Kurdî ye; lê çima: ”Me bi zanîn wisa tercîh kir. Me xwest ziman Kurdî be. Ji ber wê me metnên diyalog û çîrokê dan wergerandin. Me têkilî bi hunermendên Kurd re danî, ew bi me re bûn alîkar da ku em peywendiyên bi hunermendên sînemayê û dublajê re deynin. Wan jî ji dil alîkarî bi me re kir. Dublaj jî wisa hat kirin.”

Tonî muzîk bi dilxwazî kir

Produktorê li ser filmê navê wî dinivîse, damezrênerê dibistana bilind a sînemaya anîmasyonê ye, Franck Petitta. Lê sedema ku Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê (LKFF) a 11’an ev film weke ya Bakur nîşan da, sedema vê ya muhtemel ev hevkariya li jor a bi hunermendên ji Bakurê Kurdistanê re ye.
Di filmê de muzîk jî balê dikişîne ser xwe. Nexasim jî ji ber ku di tevahiya filma qederê heşt deqîqeyan dirêj de muzîk û effektên profesyonel hene. Gava ez behsa meseleyê ji Emmanuel re dikim dibêje, ”Tonî muzîka filmê ji serî heta binî çêkir. Ew kompozîtor e. Wî bi dilxwazî ev karê hanê yê mezin kir, hem muzîk û hem gelek dengên di filmê de hatin bikaranîn, wî çêkirin. Hemû jî bi dilxwazî.”

 

Dixwazim li Rojava bê nîşandan

Teknîka filmê pirr xerîb nebe jî gava mirov li filmê dinihêrî jî bivênevê hin filmên din ên anîmasyonê dihatin bîra mirovan; yek ji van filma Persepolis bû. Emmanuel ji bo vê dibêje, ”Filma Persepolîs tesîra xwe weke îlhamê li me kir lê ne tenê ew. Wekî din filma Pervaneh heye ya Îrlandî bi hevpariya Kanada û Luksemburgê. Wê jî îlham da me.”
Lê gelo film wê li Rojava bê nîşandan yan na? Emmanuel dibêje, menejerek filma wan dişîne festîvalan, ew nizane gelo film şandina festîvalên filman ên li Rojava û wiha dewam dike: ”Li pişta fikra çêkirina filmê doza Rojava hebû û hîna mesele bi dawî nebûye. Ji ber wê em dixwazin film bê nîşandan. Ji bo min rûmetek e ku filmê me li Rojava bê nîşandan. Ez ê gelekî hez bikim ku bê nîşandan.” Li ser pirsa, ka gelo ew amade ye bi Komuna Filman a Rojava re têkiliyê deyne jî ew dibêje, ”Belê, çawa! Heke peywendiyê deynin, ez ê bextewer bim. Jixwe em dixwazin film li wir illeh bê nîşandan.”
Film li derveyî festîvalên filmên Kurdî jî tê nîşandan. Li ser vê Emmanuel dibêje, ”Filma me hatiye hilbijartin ji bo 15 festîvalan. Di navê de Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê jî heye. Em bi xwe ji ber Covid19‘ê nikarin biçin lê filma me çû. Em dixwazin biçin festivala filmên anîmasyon a navneteweyî CinAnima ya li Portugalê, lê ka em binihêrin bê ma em ê karibin; filma me bi xwe diçe, ew ji bo nîşandanê hatiye neqandin. Di festîvaleke li Yewnanistanê de jî filma me wê bê nîşandan.”
Emmanuel niha ji bo şirketeke filmên anîmasyonê dixebite. Lê projeyên wî yên şexsî jî hene. Ya herî zêde li ber dilê wî, xêzeromanek e: ”Ez li ser xêzeromanekê dixebitim. Xêzeromaneke fîksiyon e, xeyalî ye, lê îlhama xwe ji birayê min digire. Jiyana birayên min ê hunermend îlhama senaryoyê ye. Bi vî birayê min re nexweşiya şîzofreniyê çêbû. Wekî din projeyeke min a filma zarokan a anîmasyon a bi meymûnan heye, lê ev bi rastî jî hê li destpêkê ye.
Ji bo siberojê, ez dixwazim ji bo civateke têra xwe mezin û têgihiştî filman çêkim û bi mijarên têra xwe zehmet yan jî hindikî behsa wan tê kirin, dakevim. Ya li ber dilê min ev e. Ez naxwazim komediyê bikim, yan jî mijarên sivik dakevim ku armanca wan tenê anîna kêfa civatê ye.”

Rojava xwedî bandoreke xurt a dîtbarî ye

Hugo Voisin dibêje, serê pêşî ji ber meraqê ketiye nava projeyê û wiha dewam dike: "Ya rastî zêde agahiya min li ser pirsgirêka Kurd nebû û min piştre xwe bi carekê berda navê, ji ber ku çarenûsa sivîlan û têkoşîna wan tesîr li min kir. Paşê bi xêra hevalên xwe û lêkolîna xwe min çanda Kurdan û Kurdistan nas kirin. Vê filmê kir ku em bi angajman û girîngiya her yekî ji me di nava civakê de bihisin, lê belê her wiha wan kesên anonîm ên ku enerjiya xwe ji bo doza xwe ya heq û lazim xerc dikin jî em nas bikin."
Hugo Voisin di projeyê de karakter dîzayn kirine, yanî rexneya ku dibêje rûyê karekteran rojavayî ye jî para bêhtir li wî vedigere. Lê ew bi rengekî ku rexneyê qismî qebûl neke, li ser karê xwe dibêje, "Diviyabû ez karekterên xurt çêkim yên ku bikin ku hisên xurt li cem temaşevanan peyda bibin, lê her wiha karibin nûneriya xelkê wê deverê jî bikin. Ez paşê li ser dekorê û objeyan jî xebitîm. Û tevî Marion min cihê xwe di anîmasyona 2D de jî girt."
Ew dibêje, danûstendineke wan a çandî bi Kurdan re çêbûye û vê jî kiriye ku proje "bêhtir bi dildariyê" çêbe.

Ez dixwazim bi xelkê Rojava re bixebitim

Ji ber ku gelek wêne û dîmenên ji Rojava ji bo amadekirina karê xwe dîtine, bandoreke xurt a cografya û dîmenê Rojava lê bûye. Ji ber wê jî dixwaze rojekê biçe Rojava: "Ez ê muhtemelen biçim vê herêmê. Ji ber ku bedewiyeke mirovan zeft dike ya deverê heye. Gelekî li miameleya dîtbarî ya pê re hestiyar bû, ji ber wê jî gelekî îlham da min. Lewma ji bo min wê bibe cihê bexteweriyê ez bi xelkê wir re bidim û bistînim, çanda wir ji nêzîktir ve nas bikim û beriya her tiştî bi xelkê wir re bixebitim."
Hugo niha asîstanê anîmasyonê ye di beşa storyboardê de; lê li ber xwe daniye ku xêzeromanan çêke. Ew dixwaze mijarên li ber dilê wî, yanî siberoj û çandê di van xêzeromanan de bi cih bike.

 

  • Me lêkolîneke dirêj kir li ser mîmariya Sûrî, dikan, avahiyên eskerî, ka YPG çawa li ku bi cih dibe, avahiyên li Kobanê çawa xuya dikin, beriya bombekirinê û piştî şer Kobanê çawa xuya dikir.

 

Herçî dekor e henek nîne

Guillaume Montoya derhênerê ku bi layout û rengandinê mijûl bû. Li ser pirsa ka çima wî di vê projeyê de cihê xwe girtiye, ew dibêje, ”Esas ez li projeyeke 2D digeriyam û Emmanuel ez vexwendim. Di dema amadekariyên beriya produksoyonê de me serê xwe bi esasê şerê li Sûriyê û DAIŞ´ê êşand. Ya rastî pirr elaqeya min hebû ku êdî ez ji hev derxim ka sedem û koka meselê çi ye. Her ku film bi pêş ket ez lê serwext bûm ku elaqeya min ji bo filmê ne tenê ji bo anîmasyonê bû.”
Erka wî ya sereke di projeyê de çêkirina layoutan, rengandina mekanan, anîmasyona fx - weke teqandina guleyan, teqîn, dû û wekî din… - û lihevsiwarkirina wêneyan bûye. Herçî layout in wî li gorî rêûresmê li ser kaxeza anîmasyonê xêz kirine: ”Yanî min sehneya ji bo kamera xêz dikir, ew scan dikir û paşê di photoshopê de ew dikir esasê rengandinê. Ji ber ku ez dildarê senaryoyê bûm, qisma herî muhim ji bo min ev bû. Lazim bû ez zûzûka vê biqedînim da ku anîmatoran bikariya karekteran ji bo kamerayê hazir bikin. Axir ez hez ji awayê ji rêûresmê dikim, lê heger me hemû bi vî rengî çêkira, wê gelek dema me lê biçûya [dikene].“
Herçî dekor e, êdî li cem wî ”henek nînin“, vê cidiyeta xwe jî ew wiha rave dike: ”Wexta em behsa dekorê dikin, êdî henek li cem min nînin. Me lêkolîneke dirêj kir li ser mîmariya Sûrî, dikan, avahiyên eskerî, ka YPG çawa li ku bi cih dibe, avahiyên li Kobanê çawa xuya dikin, beriya bombekirinê û piştî şer Kobanê çawa xuya dikir. Ji bo ku em şaş nebin û tam pêlê bikin, diviyabû em asta şerî li gorî kronolojiyê ji hev derxin. Heman tişt ji bo rengandinê jî lazim bû; armanc ew bû em bikin ku hûn tozê, kaosê, qirêjê û xirbeyan hîs bikin. Ji bo vê, me hem bi firçê, hem bi Photoshopê û hem jî bi lihevsiwarkirina wêneyan gelek lib û zerre me bikaranîn.
Ji bo em belgeyan peyda bikin em çûn gelek cihan, aktorên referansê jî ji Sûrî bûn, gelekan ji wan şerê li Kobanê bi çavan dîtibû, wan karî ji me re bibêjin, ka li wir rewş çawa bû. Armanca me ew bû em têra xwe otantîk bin, lê ne zêde. Ji ber ku ez tercîh dikim Kobanê ya xwe xêz bikim. Jixwe, ya ku di sînemayê de ez hez jî dikim ev e: mirov bike ku xelk bifikire ev deverek e, lê film li cihekî din hatibe çêkirin. Lê ev sînema ye.
Em çûn Înstîtuya Kurd jî li Parîsê. Me xwe gihand belgeyên wêneyî. Me pirs ji xwendekarên doktorayê kirin. Jixwe xwendekarekî behsa şerê li Sûrî kir ji me re, Şîî, Sunî, DAIŞ û wekî din. Piştre me xwe gihand 3 aktorên jêhatîyên Kurd, wan jî karî bêhtir detayan ji me re rave bikin. Wexta ez li ser projeyê şuxilîm, ez pê hesiyam gelek kes jî li derdora min hene ku bi xwe ji Sûrî ne, yek ji van jî muzîsyenek bû. Ji ber ku ez jî muzîkjen im, vê yekê em nêzî hev kirin. Di vê projeyê de ez bi tiştekî hesiyam; Kurd ecêb dostane ne û qenctir in. Û erê ez hez dikim careke din bi wan re kar bikim.”
Nîşandana filmê li Rojava bi dilê wî ye, ”Çûna Rojava ji bo nîşandana filmê wê ya herî baş be. Ji ber ku yên di nava meselê de ew in. Min dixwest reaksiyona wan ên di nava meseleyê de jî bibînim. Lê bawer nakim, ev bibe, ji ber ku ez ne dostekî seferên bi balefirê me!”
Ew niha li ser adaptasyona anîmasyonê ya xêzeromana ”Usagi Yojimbo” dixebite li Gaumont Animationê û li wir ew resmên mekana xêz dike.

 

*­­ Lîstîka Şanoyê ya Tristan Bernard e ku behsa Berxwedana Kobanê dike. Lîna El Arabî, bi efektên elektrîkê û dengê xwe nîşan dide çawa jineke ku nedixwest şerî bibîne, dibe şervaneke li dijî DAIŞ´ê. Payîza 2017´an ev şano li Parîsê hat nîşandan.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.