Mexmûriyê li Emerîkayê bûyî yekem: Çek

  • Xwediyê kurtefilmê Çek: Kesê hêvî nedikir, kesê bawerî nedida û alîkarî nedida min. Her kesê kenê xwe dikir, lê xeyalek min hebû, armancek min hebû, min ew xeyala xwe bi ser xist. Bila Kurd Çekê ne ji bo bostek ax û hevdû kuştinê bikarbînin, bila Kurd Çekê ji bo rizgarkirina hemû axa Kurdistanê bikarbînin. Li dijî dijminê xwe bikarbînin, ne li dijî hevûdû. 

 

IDRÎS KARA

Kurtefilma Çek ji alî 43 festîvalên navneteweyî ve hat hilbijartin ji bo bê nîşandan, di 6 festîvalan de dibe yekem û di gelekan de diçe fînalê û xelata rûmetê jî werdigire. Aliyekî xas ê vê kurtefilmê ewe ku derhîner û çêkerê filmê ji xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ye. Wî di nava derfetên kêm û gelek caran tine de, ava kir. Tevî hemû astengiyan wî hewl da, û di dawiyê karî li Emerîkayê û gelek welatên din ên cîhanê xelatan wergire. 

Mamosta Sedîq Mijînî* Sedîq li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê dimîne û dibistana amadeyî jî li wir temam dike, dema ku dixwend ti zanîngehek ji bo wan nebû. Piştî dibistana amadeyî ji ber ku di mal de kesê mezin ew e, xwedî berpirsyarî ye û mecbûrî di şirketan de kar dikir. Sedîq gelekî dixwest biçe zanîngehê, lê ji ber ku di temenê piçûk de hatibû zewicandin, wî nekarî. 

Sedîq piştî demekê kar dike, li wargehê mamoste lazim bûn, ji bo wê jî miracaet kir û sala 2006’an bû mamoste. Lê xeyala wî ne ew bû, wî dixwest biçe zanîngehê û beşa sînemayê bixwîne.

Kurtefilma ‘Çek’

Serpêhatiya Sedîq Mijînî bi kok û şax e. Ji ber ku ew penaber bû, derfetan rê nedida ew baş bi karê hûnerî xerîk bibe. 

Sedîq Mijînî behsa cara yekem mereqa xwe ya ji bo sînemayê dike û dibêje, dema ew li gund bû, rojekê di televziyonê de li filmekê temaşe kiriye û wê filmê gelekî bala wî kêşaye. Sedîq wê demê 7 salî bû û biryar da ku ew jî rojekê filmekê çêke. Ji xwe re digot, çawa xelk dikarin filman çêkin û lîstikvan hebin. Wê rojê Sedîq biryara xwe dabû. Ji xwe bi xwe jî dibêje, ”Heger min zanîngeh xwendiba, minê beşa sînemayê xwendiba, ew xeyala min bû.” Lê nekarî biçe zanîngehê. Hevalên wî ên ku diçûn zanîngehê hebûn, her tim diçû gel wan û ji wan dipirsî ka sînema çawa tê çêkirin.

Sedîq biryara xwe dabû ku kurtefilmekê çêke, lê wê çawa çêke, qet pê nedizanî. Sedîq çawa dest bi girtina dîmenên filmê dike, zorî û zehmetê tên  pêşiyê.

Serpêhatiya girtina dîmenan

Dema Sedîq biryar da kurtefilma Çek çêke, her tim di nava lêgerîn û lêkolînan de bû. Hevalên wî yên ku beşa sînemayê dixwendin, hebûn. Ew diçû gel wan û digot, ”Xeyaleke min heye, dixwazim kurte filmekê çêkim.” Lê kesî berê xwe nedida Sedîq, xemsar bûn û ti hêviyek nebû. 

Sedîq bi biryar bû, got, ”Divê ez li astengiyan nesekinim.” Sedîq li ser sînemayê bi tiştekî nedizanî, kesî jî alîkarî nedida wî, ji ber wê jî ew bi xwe fêr bû.

Belge û nivîsên li ser sînemayê kom kirin, xwendin û xwe fêr kir. 

Sedîq Mijînî di heman demê de mamoste jî bû, belê li saziya Çand û Huner jî kar dikir. Li wir xebatên ji bo huner hebûn, kesî ew hîn nedikirin, wan bi xwe xwe fêr dikir. Bi hewldanên xwe li wir perwerde dibûn. Li saziyê destpêkê hinek kurtefilm hatin çêkirin, mereqa wî jî ew bû, dixwest fêr bibe. 

Piştî lêkolînên xwe temam kirin, êdî dest bi nivîsandina senaryoya xwe dike. Sedîq Mijînî wê demê biryarê dide ku li ser ”çekê” kurtefilmekê çêke. Sedîq dixwest bi temaşevanan bide zanîn, bê ka ”çek” ji bo çi tê bikaranîn. Çek ji bo Kurdan çi ye, gelo çek tenê ji bo kuştinê ye, yan jî ji hev du kuştinê ye. Sedîq dixwest di kurtefilma xwe de girîngî û xirabiya çekê bide pêş. Bi xwe jî dibêje, ji bo çi Kurd li ser bostek ax, hev û du dikujin, bila ji bo axa xwe hemûyî, çekê li dijî dijmin bi kar bînin. 

Sedîq dema senaryoya xwe dinivîsîne, vê carê xwest bêhtir bibe xwedî tecrûbe, ji bo wê jî sala 2019’an çû Şengalê û li wir tevlî xebatên sînemayê dibe. Li wir jî gelek tiştan hîn dibe, vê zêdetir bawerî da Sedîq, ji ber ku armanceke wî hebû, xeyaleke wî hebû. Sedîq piştî ji Şengalê vedigere, senaryoya xwe pêşkêşî Navenda Çand û Huner a Mexmûrê dike, ji wan re dibêje, ”Dixwazim li ser çekê kurtefilmekê çêkim.” 

Li zehmetî û astegiyan nesekinî

Sedîq di Tebaxa 2019’an de dest bi girtina dîmenên kurtefilma xwe dike, li Mexmûrê lîstikvan kom kirin, dest bi girtina dîmenên kurtefilmê kir. Tevî astengiyan jî wî girtina dîmenên filma xwe bi dawî kir. 

Sedîq dibêje, ”Dema min dîmen temam kir, vê carê stran ji bo min pêwîst bûn. Ez difikirîm ka çawa ji bo kurtefilma xwe stranan çêkim. Kesî alîkarî nedida, piştî mehekê min karî hinek stranan peyda bikim. Li aliyekî min montaja filmê dikir, li aliyê din jî min dixwest bigihînim festîvalên navneteweyî. Ji Tebaxa 2019’an heta Nîsana 2020’an ji ber astengî û zehmetiyan pêvajoya çêkirina kurtefilma çek dewam kir. Vê carê tiştek din li ser astengiyan zêde bû, nexweşiya Korona derket, ji ber vê jî hinek din dereng ket.”

Sedîq Mijînî dibêje, êdî wî filmê xwe amade kiribû, dixwest bişîne festîvalên navneteweyî. Dema Sedîq ji hevalên xwe re digot, ”Ez ê filmê bişînim festîvalan û wê bibe yekem”, kesî jê bawer nedikir. Sedîq wê çawa filma xwe bişîne festîvalan, ne hesabekî wî yê bankê, ne navnîşanek, ne jî rêyek heye xwe bigihîniyê. Dîsa ew bi xwe dikeve nava hewldanan, li ser înternetê xwe digihîne navnîşanên festîvalan. Sedîq bi rêya wan navnîşanan kurtefilma xwe şand, lê gelek ji wan bi pere bûn û qebûl nedikirin. Sedîq ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Japonya Rûsya heta Hindistanê filma xwe ji bo festîvalan şand.

Ji ber ku ti derfeteke baş a teknîkê di destê Sedîq de nebû, wî bi kamerayeke normal dîmenên filma xwe girtibûn. Ji ber vê jî gelek festîvalan di wê kalîteyê de filma wî qebûl nedikir. Hinekan digot, ev film ne li gorî formata me ye, hinekan digot, kalîte ne li gorî me ye û wekî din. Axir Sedîq tevî astengiyan kurtefilma xwe ji gelek festîvalên navneteweyî re şand.

Sedîq li bendê xelatwergirtinê bû

Êdî kurtefilma Sedîq di festîvalên navneteweyî de bû, bi rêya înternetê gelek peyam jê re dihatin, digotin, filma te hatiye qebûlkirin ji bo festîvalê. Lê armanca Sedîq ne ew bû ku tenê filma wî were qebûlkirin û ji bo pêşbirkê bikeve nava festîvalê. Peyamên bi wî awayî Sedîq qaneh nedikir, ew li benda xelatwergirtinê bû. 

Sedîq dibêje, ”Carekê peyamek ji festîvala mehane ya Idependent Short a li bajarê DYE´yê Los Angelesê hat. Di peyamê de ji min re gotin, kurtefilma te bû fînalîst.**” Sedîq dibêje, ew bi vê peyamê gelekî kêfxweş dibe, piştî kurtefilma wî dibe fînalîst êdî baweriyê bi xwe tîne, Sedîq ji xwe re dibêje, astengî nikarin mirovan ji serketinê bi paş ve bixin.

Cara yekem ji Mexmûrê kurtefilmek di organîzasyoneke li DYE´yê dibe fînalîst; vê yekê Sedîq bêhtir kêfxweş kiribû. Piştî vê, Sedîq êdî ji xwere dibêje, ew dikare berhemên hîn baştir jî çêke. Sedîq kurtefilma xwe Çek tenê bi 200 hezar dînarên Iraqî çêdike. 

Mamsote Sedîq li bendê bû û dixwest bibe yekemîn. Sedîq dibêje, piştî wê ji gelek festîvalên din name ji bo wî tên û di nameyan de gotine kurtefilma te di festîvala me de bûye yekemîn. Ev yek hîna zêdetir Sedîq kêfxweş dike. Êdî dixwestin ji Sedîq re xelatan bişînin, lê Sedîq wê çawa xelatên xwe bigire. Ne hesabek bankê, ne rêyek û ne jî derfeteke Sedîq heye. Sedîq ji bê derfetiyê nekarî ti xelata xwe bi destê xwe bigire.
 
Filmê xelat wergirtin lê Sedîq wernegirtin

Ji DYE´yê xwestin ji Sedîq re xelata wî bişînin, lê pere lazim bû. Sedîq nekarî ti xelatê bigire. Kurtefilma Çek li 43 festîvalan hat pejirandin. Di nava wan 43 festîvalan de, di 6 festîvalan de kurtefilma Çek dibe yekem, di 5’an de dibe fînalîst. Di 4 festîvalan de jî xelata rûmetê wergirt.

Sedîq Mijînî behsa armanca kurtefilma Çek dike: “Li ba her Kurdekî çek heye û di mal de tê ragirtin. Di nava me Kurdan de gelek kes bi çekê têne kuştin, carinan li ser zarokekê carinan jî li ser bostek ax mirov têne kuştin. Mirov wan deman dibêje, xweziya qet çek nebûya, min xwestiye di kurtefilma xwe de peyama kengê çek pêwîst e û kengê ne pêwîst e bidim. Bi taybet ji bo me Kurdan çek tê çi wateyê. Çek hebe jî mirov dimire, nebe jî mirov dimire. Yê Kurd wê baştir vê yekê fêm bike, îro Kurd têne kuştin. Kurd hev du dikujin, li şûna ku Kurd li ser bostek ax hev du bikujin, bila li dijî dijminê xwe ji bo axa xwe hemûyî were kuştin. Bila Kurd li dijî dijminê xwe çekê bi kar bîne, bila ne ji bo hev du bi kar bînin. Îro axa me ji aliyê dijmin ve hatiye dagirkirin, lê em bêdeng in. Li şûna em berê çekên xwe bidin hev, bila em ji bo azadiya xwe berê çekan bidin dijminê xwe.”

Sedîq Mijînî behsa girîngîdayîna bi berheman dike û dibêje, ”Kurd ji civakbûnê vegeriyane kesîtiyê. Di nava me Kurdan de tifaqek nîne, kes girîngiyê nade bi berhemên yekî din. Lazim e Kurd ji hev hez bikin, girîngiyê bidin berhemên hev. Di wargehê de jî hîna gelek kes nizanin min xebateke bi vî awayî kiriye. Jixwe heger di wargehê de nebe, ji derve jî kes pê nahese. Xelk van xebatên bi nirx ji xwe re nakin xem, qedir nadin xwe bixwe jî.”

Mexmûrê piçûk nebînin

Sedîq Mijînî bang li her kesî dike da ku qîmetê penaberên li Mexmûrê bibînin û pê bizanin: ”Ji ber ku Mexmûr di her warî de çavkaniyeke mezin e ji bo Kurdistanê. Bila li çavê penaberan li me temaşe bikin, lê em penaberên siberoja miletekî ne. Mesele pirtûkên me yên dibistanan îro çavkaniya Kurdî û Kurdistanê ne. Îro bingehê pirtûkên dibistanên Kurdî, Mexmûr e. Îro dor li Mexmûrê girtine, lê her kes dikare bê Mexmûrê bibîne. Heger festîvaleke Kurdan li deverekê çêbe, bila me agadar bikin, em ê jî tevlî bibin. Li Mexmûrê hîna çanda komînê heye, tiştên nû hene li Mexmûrê bila herkes were bibîne.”

Filmek ji destaneke dawiya wê xweşî

Sedîq Mijînî behsa projeyên xwe yên niha dike. Ew niha bi berhevkirin û tomarkirina destan û çîrokên Kurdî xerîk e. Sedîq dixwaze ji destanekê yan jî çîrokeke Kurdan filmekê çêke. Lê Sedîq Mijînî dixwaze destaneke ku dawiya wê xweşî be, bike film.

Festîvalên ku filma Çek tê de bûye yekem 

Golden Valley Global; Filma serketî ya meha Tebaxa 2020´an
Pink City International Short Film; Filma herî baş a li ser mafê mirovan
Index Film Fest; Xelata Filma Serketî 2020
Tropvill International Film Fest; Filma herî serketî 2020
New York City In Film
Romeshouaram International film
Pattaya International Film Festival; Serketiyê filma herî baş a Îranî ya mehê

Festîvalên ku filmê Çek tê de xelata Rûmetê wergirtî
Las Vegas Asian Film
New Productions
Grovedigger Doves’s

Festîvalên ku filmê Çek têde ji bo fînalê hat neqandin
Stokholm International Monthly Award
Independent Short Awards
Uruvaty International
The Chico Independent

* Li gorî nasnameya wî ya Tirkiyeyê paşnavê wî Kapar e, lê ew dibêje, ji ber ku Tirkan ev paşnav li wî kiriye, ew bi kar naîne. 
** Nîsana 2020´an hat neqandin, lê xelat wernegirt.

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.