Saeta Midbexê

  • Ev çîroka Wolfgang Borchert (1921-1947) sala 1947´an hatiye nivîsîn. Ji Elmanî Luqman Guldivê wergerand.
Illustration: Alexandra Ruegler

 

WOLFGANG BORCHERT*

 

Wan hê ji dûr ve dît ku ew bi ber wan ve tê, lewma ew kesekî xuya bû. Rûyekî wî yê gelekî kal hebû, lê meşa wî dikir ku ew weke kesekî hîna nû bîst salî, xuya bike. Ew bi wî rûyê xwe yê kal li cem wan, li ser bankê rûnişt. Piştre wî nîşanî wan da ka di destê wî de çi heye. 

Wî got, ev saeta me ya midbexê bû û piştre yeko yeko li rûyê hemûyên li ser bankê xwe dabûn ber tavê, nihêrî. Erê min ev dît, ev jê filitîbû.

Wî saeteke midbexê ya weke lalîkekê spî li ber xwe girt û bi tiliya xwe jî hêdîka li wan hejmarên şîn boyaxkirî xist.   

Wî xwest, kes li wî negire û got, ti qîmetekî vê saetê yê din nîne, ez jî bi vê dizanim. Û ew ne wilo gelekî xweşik e jî. Ew tenê weke lalîkekê ye, yeke wilo bi cîlaya spî boyaxkirî. Lê bi ya min ew hejmarên şînboyaxkirî jî xweşkok in. Helbet tîrikên wê wilo ji tenekê ne. Û êdî ew jî nagerin. Na na. Ji hinavên xwe ve ew xira bûye, ev diyar e. Lê ew, weke carê xuya dike. Niha xerabûyî be jî weke carê xuya dike.

Wî serê tiliya xwe bi dîqet li dora saeta weke lalîkê gilover, gerand. Û wî hêdîka di ber xwe re go: Ev jê filitî.

Ewên ku li ser bankê rûniştî xwe dabûn ber tavê, berê xwe nedan wî. Yekî ji wan li pêlavên xwe dinihêrî û jinê jî li nava ereboka xwe ya zarokan dinihêrî.

Paşê yekî got:

Xuya ye her tişta te ji dest te çûye?

Wî kêfoyî got, erê erê, û lê vegerand, de ka lê bifikire, her tişt çû! Ji bilî ha vêna, ev jê filitî. Û wî dîsa saeta xwe rakir, weke ku wanên din saet hê nedîtibe.

Jinê got, lê ew êdî naşixule.

Na, na, ne wilo. Ew xera bûye, ez bi vê dizanim. Lê wekî din eynî wekî carê ye: şîn û spî. Û paşê wî careke din saeta xwe şanî wan kir. Kela canê wî rabûyî, wî şitexaliya xwe dewam kir û got, jixwe min hê behsa tişta herî xweş jî nekiriye. Ew tişta herî xweş ez ê hê nû bibêjim: De ka lê meyzênin, ew saet didu û nîvan sekiniye. De ka lê meyzênin, tam saet didu û nîvan sekiniye!

Zilamî got, naxwe tam saet didu û nîvan derb li mala te ket, û wî paşê lêva xwe ya jêr weke ku tiştekî muhim gotibe da pêş. Min ev yek gelek caran bihîst. Gava bombe li deverekê dikeve, saet disekinin. Ji ber zexta teqînê ye. 

Wî li saeta xwe nihêrî û serê xwe hejand: Na ezîzo, na, tu şaş î. Ti elaqeya vê yekê bi bombeyê re nîne. Ne lazim e tu hema behsa bombeyan bikî. Na. Saet didu û nîvan tiştekî din hebû, tiştekî bi temamî cuda, lê tu pê nizanî. Jixwe mesele hemû ev e, saet didu û nîvan, saet ma sekinî. Ne saet çar û çariyekê û ne jî saet heftan. Saet didu û nîvan, ez her roj dihatim malê. Ez behsa şevê dikim. Hema hema timî saet didu û nîvan. Jixwe mesele hemû ev e. 

Wî li wanên din jî nihêrî, lê wan berê awirên xwe ji wî dabû alî. Wî ew nedîtin. Ji ber wê, wî serê xwe bi maneya erê ji saeta xwe re hejand: Hingê helbet ez birçî bûm, ma ne wilo? Û ez timî yekser diçûm midbexê. Hingê jî hema hema timî saet didu û nîv bû. Û paşê, carê paşê dayika min dihat. Min çiqasî bêdeng derî vekira jî, wê timî dengê min dibihîst. Û gava ez li midbexa tarî li tiştekî xwarinê digeriyam, bi carekê lempe pêdiket. Hingê ew wilo li wir disekinî, xirqeyekî hirî lê bû û li dorê şareke sor pêçayî. Û pêxwas bû. Ew timî pêxwas bû. Tevî ku midbexa me fayanskirî bû. Û wê çavên xwe wilo pirr miç dikirin, piçûçik dikirin, ji ber ku rohniyê çavên wê aciz dikirin. Lewma ew hingê ji xewê şiyar bûbû. Ma ne, şev bû.

Paşê wê digot, dîsa halo dereng mayî. Wê tiştekî zêdetir nedigot. Tenê: Dîsa halo dereng mayî. Û paşê wê ji min re şîva wê êvarê germ dikir û gava min dixwar jî li min dinihêrî. Wê hingê jî lingê xwe her bi hev ve difirkandin, ji ber ku fayans gelekî cemidî bûn. Wê bi şev ti carî pêlav nedixistin piyên xwe. Û ew heta ku ez têr dibûm li cem min rûdinişt. Û paşê, piştî ku min lampe li odeya xwe vedimirand, min dibihîst ka wê çawa lalîk didan hev. Her şev halo bû. Û bi pirranî saet didu û nîvan. Ji bo min ev tiştekî bi temamî normal û adetî bû. Ji ber ku wê timî ev dikir. Û wê ti carî ji 'dîsa ti halo dereng mayî' bêhtir tiştek nedigot. Lê belê wê her carê ev gotin dikirin. Û bi min wa bû, ev ê heta hetayê dewam bike. Ji bo min ewqasî adetî bû. Ma ne ev hemû jî ji berê berê ve halo bû.

WOLFGANG BORCHERT

Kêliyekê li ser bankê deng ji kesekê nehat. Paşê wî hêdîka got: Û niha? Wî berê xwe da yên din. Lê wî ew nedîtin. Wî hingê ji saetê re, ji rûyê wê yê gilover ê spî û şîn re got: Niha, niha ez dizanim ku ew cinet bû. Cineta bi rastî. 

Li ser bankê deng ji kesî nedihat. Hingê jinê pirsî: Ma maliyên te?

Ew pê re şermokî beşişî: Ha ha, tu li dê û bavên min dipirsî? Erê, ew jî pê re çûn. Her tişt çû. De ka ji xwe re lê bifikirin, her tişt. Her tişt çû.

Ew bi şermokî yeko yeko bi hemûyan re beşişî. Lê wan lê nenihêrî.

Hingê wî careke din saet rakir û keniya. Ew keniya: Tenê ha ev. Ev jê filitî. Û ya herî xweş jî ew e ku ew tam saet didu û nîvan ma sekinî. Tam saet didu û nîvan. Paşê wî xwe kerr kir. Lê rûyekî wî yê gelekî kal hebû. Û zilamê li kêleka wî li pêlavên xwe dinihêrî. Lê wî pêlavên xwe nedidîtin. Ew sereqet li peyva cinet difikirî.    

 

*  Ev çîroka Wolfgang Borchert (1921-1947) sala 1947´an hatiye nivîsîn. Ji Elmanî Luqman Guldivê wergerand.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.