Aştî kuştin!

Medya DOZ yazdı —

Cîhan ji bo Kurda dojeh e, di vê gerdûna qerase de cihê straneka me jî nehiştine. Di xwezaya cihêreng de ku zindî hemû bi deng û rengê xwe dijîn, em nikarin bi awazên xwe biqîrin. Gidî ma heya niha kê ji ber ku bi zimanê xwe stran guhdar kiriye hatiye kuştin? Ma kesî dîtiye, ji ber ku çivîk dikin vîçevîç hatine kuştin? We dîtiye ku ji ber ku ba û bablisok dike guveguv hatiye xencerkirin. Em ê hîna çiqasî tiştê neditî û nebînayî bibînin nizanim. Lê tiştekî baş dizanim, êdî naxwazim bi Tirkî bipeyivim, naxwazim bi Tirkî bisitirêm, naxwazim bi Tirkê bextreş û bêbext re bibim xwuşk û bira…  Ew, dilê me didin ber kêran… Ew, desthilatdar in li vir; ew, aştiyê dikujin û şer dikin bi derewan. Ji bîr nekin, virker û derewker ti carî nabin bira… Di hîmê biratîyê de nîne cihê derewa.

Dijminê mirovahîyê dîsa xortekî Kurd, bi navê Barış Çakan kuştin, şuştin, binax kirin, li ser cendekê wî dia kirin û dîsa gotin, em bira ne. Hîna termê Barış sar nebûyî li ser mirina wî siyaset jî kirin. Em baş dizanin ev ne kuştina Barış e, ev kuştina aştiyê ye, ev ne tenê kuştina ciwanekî Kurd e, navê wê têgîna kambax qirkirina çandî ye… Ev ne despêke û ne jî dawî ye. Me her navê xwe kir Barış wan em kuştin. Dibêjim şaştiya me ya herî mezin ev e. Heya meriv mezin şer neke pewist e ku navê xwe neke aştî. Gelê Kurd zû bawer dike, zû dixape. Lê mixabin rastî ew e ku ji bo em bibin aştiyeke bê şaştî pêwîst e ku şerekî me yê mezin hebe. Pewîst e ku em sedemê têkoşina xwe bê hempa bibînin. Pewîst e ku em stranên xwe li hemî kolanên cîhanê bibêjin. Bila dijminê me ji ber stranên me kêr bibin keko… Me hemiya bi hevra stranên Kurdî guhdar bikira nikarîbun Barış bikujin. Em neteweyekî bi milyonan in, me hemiya ji bo doza zar û ziman, ji bo hebûn û azadiyê şer bikira dijminê me nikarîbû aştiyê bikuje. Lê niha aştî kuştin. Bila kes çîroka biratiyê guhdar neke, dîroka dijmintiya Kurdan li ber çavan e. Mirovê dîrokê bizanibe nade pêy çîrokê.

Dijmin, dijmintiya xwe dike, em nikarin bêjin “ey dijmin çima tu me dikujî” ji ber ku karê dijmin ew e, bi kuştina me şa dibe. Bi kuştina me xwe li ser piyan dihêle. Û niha wext e ku em bipirsin; di van rojê manûnemanê de em çi dikin. Pewîst e ku em çi dikin?

1: Xwenaskirin, dijminê xwe naskirin, ji rastî û başîyê hiskirin, rastîya dijmin fêhmkirin û têkoşîna bîrdozî, leşkerî, çandî bê navber berdewamkirin.

2:  Berî her tiştî pêwîst e ku em çand û zimanê xwe wek taceke zêrîn li ser serê xwe bigerînin. Pewîst e ku zimanê me bibe îbadeta me.

3: Pewîst e ku em bê xweparastin nefes jî negirin. Di her alî de xweparastin mifteya jiyanê ye. Kesê cewherê xwe neparêze jixwe ew kes mirî ye.

Pirr gotin hene meriv bêje, lê di vê serdemê de gotin bê wate ye. Pîvana giranbuhabûna gotinê ew e, divê gotin û pratîk hev bigirin. Pîvana jiyanê ew e, demildest vîna serhildanê rabe ser xwe. Em ne serhildêr em zêde neaxifin jî, em ne şoreşgerê çand û zimanê xwe bin em behsa mirovahiya peşveçûyî jî nekin. Berî her tiştî bila pozê me bişewite. Bila hemî kolanên bajarê Kurdistan û Tirkiya kambax bi zar û zimanê Kurdî biheje. Bila strana ku Barış lê guhdarî dikir di hemî megafonên bajêr de biqîre. Bila em hemî bibin stranbêj û dijminê xwe bi stranan kêr bikin… Gelo ji vê û pêve meriv çi bibêje…

Ez naxwazim dirêj bikim, dixwazim ev nivisa min kurt û Kurmancî be. Dixwazim navê zarokê welatê min ne Barış, Aştî be…  Bila ciwanên vê axê ne berxê ber kêrê be bila pilingê Kurdistana serbixwe be…

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.